Ez Kurdistanê nebînim jî ezê di rêya wê da bimrim
#Zinarê Xamo#
Mûriya kût di rêya Hecê da
Ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin û Kurdistaneke serixwe ava bibe, hinek kes keleş di destan da şer dikin, welatê xwe diparêzin, canên xwe feda dikin.
Hinek ji bo dîtina wê rojê siyasetê dikin.
Hinek bi malê xwe alîkariyê dikin.
Hinek bi dîplomasiya xwe xizmetê dikin.
Ez jî bi qelema xwe, bi nivîsên xwe ji bo kurd û Kurdistanê dixebitim, tiştê ji destê min tê dikim.
Yanî bi milyonan kurd, her yek bi hawakî û li gorî îmkan û hêza xwe ji bo avabûna Kurdistanê tiştekî dikin, ez ji jî ji milyonan kesek im.
Heta ez sax bim ezê di vê rêyê da bimeşim û ji bo dîtina Kurdistana serbixwe bixebitim û binivîsim.
Ji mûriya kût(gêreyê) pirsîne, gotine:
-Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Weleh ez diçim Hecê…
Gotine:
-Bi vê meşê tu nikanî bigihîjî Hecê, Hec pir dûr e…
Mûriyê gotiye:
-Heger ez negihîjim Hecê jî bi kêmanî ezê di rêya wê da bimrim.
Ez jî ji hemû kesên tirşikçî, cahş, xayin, xwefiroş û Tirkiyeparêz ra dibêjim, dîtina Kurdistana serbixwe nebe qismet û nesîbê min jî, bi kêmanê ezê di rêya wê da bimrim. Ev jî ji bo min û zarokên min û neviyên min rûmet û şerefeke mezin e. Qenekê kesê nebêje merivekî bêxîret bû, ya jî hevalê neyar bû, ji bo welatê xwe tiştek nekir.
XXX
Ji yekî qesab ra gotine, tu zanî hestiyê zimên tuneye. Qesêb gotiye ez zanim, ji xwe ji bo wê ye li ser meriv buha rûdine.
Meriv kannibe bi zimanê xwe meriv li karê ye, ne li zirarê ye. Zimano leqleq, seriyê teqreq.
Lê serî têkeve belayê jî dibê em îro li hemberî vî dijminê xwe yê zalim û êrîşkar ranewestin û devê xwe negrin.[1]