Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Di dînê Kurdan yê berê de (Zerdeştî) çandinî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di dînê Kurdan yê berê de (Zerdeştî) çandinî
Di dînê Kurdan yê berê de (Zerdeştî) çandinî
Di dînê Kurdan yê berê de (#Zerdeştî# ) çandinî
Diyar BOHTÎ

=KTML_Bold=DI DÎNÊ ZERDEŞT PÊXEMBER DE ÇANDINÎ ÎBADETÊ HERÎ MEZIN E=KTML_End=
Dîroka jiyana #Zerdeşt Pêxember# , her çenda ji sedî sed ne diyar be jî, lêbelê tê texmînkirin ku Berî Mîladê di navbera 600 û 1000î de, li herêma Urmiyê, -cihê çandinî lê pir xurt- jiyabe û pêxemberî kiribe. Zerdeşt Pêxember, weke mirovek evîndar ji çandiniyê hes dike û pê ve girêdayî ye. Ji ber ku di civaka çandiniyê de hatiye dinyayê û di nava çandiniyê de jiyaye, pîvanên wî ked, berhem û nanê helal e. Û şîntayiyê pîroz dibîne. Di dînê wî de, çandinî îbadetê herî mezin e. Di Awestayê de wiha derbas dibe: Zerdeşt ji Xwdayê xwe Ahûra Mazda wiha dipirse: Ey Ahûra Mazda! Di vê dinyayê de îbadetê herî mezin çi ye? Xweda wiha bersiva wî dide: “Îbadetê herî mezin ew e, ku tu dareke meyweyê biçînî.” Zerdeşt Pêxember di gotineke xwe de wiha dibêje: “Kesê tov biçîne çawa ku zanist çandibe. Çandina tov di erd de û çandina zanistê di hiş de weke hev dibîne. Ev tê wateya wekhevbûna nan û zanistê û dest û serî. Bi çavekî baş li kesê daran dibire nanêre.
=KTML_Bold=ZERDEŞTÎ MIRIYÊN XWE ÇIMA NAXIN BINÊ ERDÊ?=KTML_End=
Di dînê Zerdeşt Pêxember de, çawa ku av û agir pîroz in, ji ber ku çandinî bi axê çêdibe, di dînê wî de ax jî wisa pir pîroz e. Dîsa çawa ku dexil, dan û xwerek pîroz in, tiştên dibin sedema hebûna wan, -ku di serî de ax û av in,- ew jî wisa pîroz in. Ji ber pîroziya erd, Zerdeştî miriyên xwe naxin binê erdê. Lewre li gorî dînê Zerdeşt, dema mirov dimire, goştê wî dilewite. Goşt pîs û lewitî û ax pîroz. Wê demê tişta pîs û lewitî pêwîst e tevlî tişta pîroz nebe. Ji ber wê baweriyê, miriyên xwe datînin navsera girekî bilind. Heta goştê wan ji aliyê heywanan ve tev bê xwarin, li wir dimînin. Ku hestî tenê dimînin, bi şîrê çêlakan dişûn. Lewre şîr hem pîroz e, hem her tiştî pak dike. Piştî ku dişûn dixin binê axê. Ev kar tev ji bo pîroziya axê dibin. Pîroziya axê jî, ji ber pîroziya dexil, dan û xwerekan e. Pîroziya qût û xwerek, bi taybetî pîroziya nan, ji wê rojê heta weke îro didome.
Ji ber pîroziya nan, di civaka Kurd de, nan nayê avêtin û nayê pêlêkirin. Divê her tim li cihekî paqij be. Heta eger hişk be, şewitî be û neyê xwarin jî, divê ji erdê bê rakirin û li cihekî paqij bê danîn. Kurd dibêjin nan îman e. Gelek caran dema sond dixwin, destê xwe datînin ser nan û dibêjin, bi vî îmanî, yan jî bi vî nanî. Carna dema zarok bê zanebûn, pê li parçeyekî nan dikin, yan jî dema ji hişkî, yan ji ber sotanê naxwin, yan jî diavêjin, dêbav dibêjin hûnê kor bibin, yan jî, dibêjin hûnê bibin kafir. Carna jê ku nan şewitî be zarok nexwin, dêbav dibêjin, kî nanê şewitî bixwe, wê çavên wî pir ronahî bibin.
=KTML_Bold=DI ÇANDA KURDAN DE NAN ÇIMA PÎROZ E?=KTML_End=
Ev tev nîşanên wê ne ka di nava Kurdan de çiqas nan pîroz e. Du sedem hene ku nan pîroz e: Sedema yekê; ji ber ku di dîrokê de jiyana mirovan bi wî hatiye domandin. Sedema didoyan jî; ji ber ku bi kedeke pir mezin çêdibe. Di dema me ya îro de her çenda teknolojî bûye sedema hêsaniyê, lêbelê divê em ji bîr nekin ku civaka teknolojiya îro û civaka înternetê deyndarên civaka neolîtîk in. Bi ked û berhemên wê civakê mirovayî û şaristaniya îro pêş ketine.
Em vegerin ser mijara pîroziya nan. Heta ku nan tê ser sifreyê, ka çiqas dem jê re dixwaze û piştî çend qonaxan tê ser sifrê? Cotyar, destpêka zivistanê dest bi çandina genim dike. Ku em pir bi kurtî vekin, bi rêzê ev kar wiha tên kirin. Destpêkê tov li zeviyê tê reşandin. Pişt re bi ga, yan jî bi heywanên din tê ajotin, tov tê binaxkirin. Berî hingê jî, ji bo ku avê bikşîne nava xwe û giyayên biyanî tê de şîn nebin, zevî carekê yan du caran, hatiye ajotin. Ango zevî bûye şov. Pişt re cotyar li bendê dimîne heta dibe bihar. Piştî ku şîn dibe, aşêf dest pê dike. Giyayên biyanî ji navê tên hilkirin. Meha Temûzê paleyî dest pê dike. Bi dasikan tê dirûtin. Berî derketina hesin, bi dest dihat dirûtin. Piştî dirûn kuta dibe, bi piştan, yan jî bi heywanan dikişînin bênderê. Li bênderê bi gêre, yan jî bi cercereyê qirş tê hûrkirin. Li gorî pirbûn û hindikbûna qirş, heyvek, du heyv li hûrkirina wî diçin. Pişt re ji bo ku ka û genim ji nava hev derkevin, qirşê hûrkirî tê dêran. Pişt re genim li aş tê hêran dibe ard. Berî ku aşê avê derkeve, bi destar dihat hûrkirin. Ard dibe hevîr, hevîr di tenûrê de tê pehtin. Jixwe tenûr, çêkirina tenûrê û germkirina wê bi serê xwe ked jê re dixwaze. Piştî vê keda bi êş û jan, ku pir bi kêmayî me anî ziman, nan tê ser sifreyê.
Ne nan tenê ji genim çêdibe. Berê, qûtê malê, hema hema tev ji genim bû. Dan, şîş, savar û hê gelek tiştên din berhemên genim in. Helbet wê nan, genim û çandiniyên din di nava civakê de pîroz bin.
=KTML_Bold=DESTAR=KTML_End=
Bihêre destar hûr hûr bihêre
Savarê îsal wek zîv û zêr e
Destiyê destar ji darkenêr e
Bihara îsal tev xêr û bêr e
Zadê hêrayî tavêje jêr e
Pîra serkofî savêr dihêre
Destaro destî darê goza ye
Girrgirrê kêmke pitik razaye
Dan û danhûrik ji hev cuda ye
Hindek jê şîş e hindek berba ye
Destî hinar e kevir ji deştê
Girrgirra destar li min pir xweş tê
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,057 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net - 04-08-2024
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-08-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Kiştukal
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 04-08-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-08-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-08-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,057 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!