Navê pirtûkê: TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BIKAR TÎNÎ
Navê nivîskar: KOMELEYA MAFÊN MIROVAN
Cihê çapkirina pirtûkê: AMED
Navê çapxaneyê: KOMELEYA MAFÊN MIROVAN
Sala çapê: ....
GELO POLÎS Û CENDIRME DI KÎJAN REWŞÊ DE DI
KARIN TE BIDIN SEKINANDIN?
Divê polîs, pêşi nasnameya xwe ya polîsiyê derxin û nîşanî te bikin ku wa ye ew polîs in. Piştî vê ew dikarin, mirovan û wesayitan bisekinînin. Armanca polîsan ew e ku; nehêlin sûcek bê kirin, nehêlin kesên ku sûcek kiribin birevin, fêr bi bin ku ka kê sûc kiriye, kesên ku bi biryara dadgehê li wan digerin bi dest bixin û jiyan û hebûna mirovan biparêzin.
Ji bo ku polîs te bisekinîne, divê sedemeke wan ê maqul hebe. Ew nikarin te ji kêfa dilê xwe re, belasebep, dûr û dirêj bisekinînin.[1]