Her çiqas wêneyê di pirtûkê de xweş û balkêş be jî, lê dîsa jî ji ber ku xeyalên zarokan fireh in, pirsên bêhejmar dikin.
Rexneya pedagojîk ji aliyê perwerdehiyê ve li ser çîrokên zarokan Hin caran di çîrokên zarokan de em rastî peyvine weha tên ku bandorê li ser mejiyê zarokan dike û dihêle ku fikreke xerab di mejiyê xwe de ava bikin. Bo nimûne em dikarin di vir de têbîniyên xwe li ser çîroka “Tîtî û pîrê, kal û Sêvê û Nîsko” bidin naskirin. Di çîroka Tîtî û Pîrê de hevokine derbas dibe ku di beşekî de, weha dibêje:
“Striyek da bi heft nanan
Heft nan dan bi heft beranan
Hetf beran dan bi bûkekê
Bûkek dan bi pîpikekê
Bî..bî..bîîîîî çerq û pîpik şkest”( Ji Çîrokeke gelêrî.)
Em bala xwe bidin vê hevoka ku dibêje “Bûkek dan bi pîpikekê”. Rast e ev çîrok bi awayekî di folklora me de bi serê salane di bîra me de maye. Lê di vir em lê dinêrin ku neheqiyek li jinê hatiye kirin û jin erzan maye. Heft beran bi dawatê tê xerckirin û pîpik jî ji bûkê re dimîne û pê re jî dişke. Di vir de gelo çendî jin di hişê zarokan de bê qîmet dimîne? An jî zarok dema ku mezin bibe wê fikreke çawa di serî wî/wê de were xêzkirin? Piştî ku zarok li vê çîrokê guhdar bike, gelo wê çawa li dê, xwîşk û keçên li hawirdora xwe binêre? Wê demê wê çawa tevbigere?
Di çîroka zarokan ya bi navê Nîsko de jî hevokek weha derbas dibe:
“Nîsko bi qasî ku nîskekê ji sola bavê xwe derdikeve û dare nên ji bavê xwe re dibe.”
Li cem bavê xwe dinêre ku bavê xwe bi zor û zehmetiyan bi çêlekê erdê xwe cot dike.
Lewma Nîsko ji bavê xwe re dibêje:
Bavo ez çawa bi te re cot bikim?
Bavê wî dibêje:
Van zarokên Nîsk kêfa diya xwe ya nîvçomayî kuştin. Ji acizbûna wê got:
”Ey xwedêêê kezeba we reş bike ku we kezeba min reş kir, ey hûn veliqitin”. Pê re jî bi fera sola xwe da şopa zarokên xwe û tev hev kuştin.”
Di hevkokine din jî weha derbas dibe:
“ Na kurê min wê çêlek bi ser te de rêx bike û tu yê bimrî. ”
Nîsko carek.. didu.. sisê.. bavê wî jê re got nere, nîsko guh neda bavê xwe û çû ber çêlekê, çêlekê jî bi ser de rêx kir û Nîsko mir.” (Ji Çîrokeke gelêrî.)
Di destpêka çîrokê de koma nîskan ku bi xwe zarok in û bi destê dêya xwe têne kuştin, di dawiyê de jî nîskek ango zarokek dimîne ew jî çêlek bi ser de rêx dike û dikuje. Em dibînin ku di vê çîrokê gellekî şidet tê bikaranîn. Wê demê zarok ê bi çi çavî li dayîk û ajalên li dora xwe binêre?[1]