Civaka ku em îroj tê de dijîn, her çiqas em dibînin ku wêjeya Kurdî bi taybet wêjeya zarokan bi pêş dikeve jî, lê di piraniya çîrokên zarokan de gelek aliyên xwe yên qels û lewaz hene ku bandora xwe li ser derûniya zarokan dike û jê re dibe pirsgirêk. Û heta ku mezin dibe ew pirsgirêk wekî trawmayê û hin nexweşiyên din pê re berdewam dike û bi taybetî çîrokên me yên ku di rewşa heyî de tên nivîsandin, em di wan çîrokan de rastî hin şaştiyên wêneyî, zimanî û perwerdehiyê tên ku ev giştî dihêle bandoreke bêhempa li ser zarokan bê çêkirin. Bo nimûne tu carî ev gotin qet ji valahiyê re nehatiye ku tê gotin “Peyvek; dikare zarok bilind bike û hem jî dikare zarok bi bin bixîne.”( Ji gotineke gelêrî, Kobanî.)
Wek nimûne Hîntliyê ku xelata fîzîkê ya Nobelê girtiye, di destpêka axaftina xwe de weha dibêje: “Her roj gava ku ez ji dibistanê vedigeriyam dihatim malê, diya min ji min dipirsî: ‘Lawê min te îro jî pirsek hêja û xweşik ji mamosteyê xwe pirsî gelo?’. Dibêje bi xêra vê pirsa diya xwe ez difikirîm û min pirs dikir, di encamê de ez bûm zanyar.”( Mem Bawer, Girîngiya wêjeya zarokan.)
Lewma gava ku çîrok ji zarokan re tên xwendin, zarok pirsên bê hejmar li ser naveroka çîrok, wêne, nivîs û xeyalên xwe dike. Heta zarok wê çîrokê dixe nava jiyana xwe jî û roj bi roj bi ser de dihizire. Zarok wan çîrokan, di xewn û xeyalên xwe de pê re dijî û heta pê re lîstokan jî dilîze.
Di vê xebatê de em ê hinekî çend giliyan li ser çîrokên zarokan bikin ku çawa qelsbûn û kêmanî ji aliyê reng/wêne û perwerdehiyê ve derdikevin holê. Ev kêmanî bi nexweşiyên wekî trawmayê û yên din bandora xwe li ser zarokan dikin heta mezinahiya wan jî didome.[1]