Nav: Şêrko Fatah
Dîroka jidayîkbûnê: 28ê çiriya paşîn a 1964
Cihê jidayîkbûnê: Berlîn
Jîname:
Şêrko Fatah (jdb. 28ê çiriya paşîn a 1964ana li Berlîn) nivîskarekî kurd-alman e. Şêrko Fatah lawê kurdekî başûrê Kurdistanê û jineke almane. Di zarokatiya xwe de çend sala li Komara Demokratîk a Almanyayê û demekê jî li Iraqê jiya. Di sala 1975a malbata wî koçî Viyana û paşê Berlîna-rojava dikê. Li Berlinê Fatah fîlozofîyê û dîroka hunerê dixwînê û xwendina xwe bi karekî di mijara fîlozofiya Hermeneutik diqedînê. Di dema xwendina xwe de Fatah gelek caran diçê Iraqê û başûrê Kurdistanê. Ji bo romana xwe ya yekem bi zimanê almanî bi navê „Im Grenzland“ (bi kurdî: Li welatê li ser sînor) xelata wêjeyî ya Aspektê (Aspekte-Literaturpreis) û di sala 2002a jî xelata rûmetê ya alman ji bo rexneyê (Deutschen Kritikerpreis) distînê.
Berhem
Im Grenzland (Li welatê ser sînor), Salzburg 2001
Donnie, Salzburg 2002
Onkelchen (Apê biçûk), 2004
Das dunkle Schiff (Gemiya Tarî), 2008
[1]