Ji bilî wê, derketina bi dehan weşanxaneyan e ku berhemên kurdî û bi hemû cureyên wê ji bo mezinan û ji bo zarokan diweşînin.
Zarokekî normal di nava maf û aramiya hewirdorê de li vê cîhanê dijî. Her roj bi awayekî normal li dibistanê fêrî zimanê xwe yê dayikê dibe û gava vedigere mala xwe di nava malbata xwe de bi aramî dijî, bi awayekî asayî çîrok jê re tên xwendin û bi vî awayî cureya wêjeya zarokan di wî zarokî de bi rêk û pêk dibe. Gava ku ew zarok mezin dibe, bi asayî mirovekî baş jê derdikeve û dibe xwedî behreyên cuda. Lê zarokekî kurd dibe ku ji biçûkaniya xwe ve bavê xwe wenda kiribe û bi xêrxwaziyên xelkê jiyabe. Gava diçe dibistanê bi zimanekî serdest fêrî xwendinê dibe. Heger ku ji dayika xwe çîrokeke bi devkî ezber kiribe, pê dibihîse lê heger na, dibe ku ew zarok bê wêjeya xwe mezin bibe û gava mezin bibe jî, dê ne mirovekî zîrek û xwedî behre be, berovajî wê dê mirovekî ne li gorî civakê be.
Lê îro tevî ew hemû zehmetiyên berê û pirtir jî, zarokên kurdan li dibistanan zimanê dayika xwe hîn dibin û hîn dikin. Her kêm bi dehan weşanxane guh dane zarokan û berhem ji bo wan çap kirine. Di serdema niha de, ger bi kêmanî be jî zarok bi azadiya xeyalên xwe li dibistan, mal û kolanan zimanê xwe yê kurdî hîn dibin û pê diaxivin.
Tevî hemû binhişên zarokan ku bi tev de mirin û şer e, dîsa jî dê û bavan û nivîskarên ku ji bo nivîsîna zarokan derketine holê, hewil dane ku xeyalên wan bi reng û wêneyên tijî ajal û xwezaya rengîn nîşanî zarokan bidin. Her çendî cureyên çîrokên zarokan di wêjeya zarokan a kurdî de kêm e jî, dîsa jî di berhemên heyî de, nivîskaran hewil dane ku hîmên civakî, paqijî, serpêhatî û jiyîna di siberojeke baş de fêrî zarokan bikin. [1]