Lê yê ku ji bo zarokan dinivîsin nikarin wek nivîskarên din guh nedin hîs û xeyalên zarokan, serê pêşîn divê ku keşa zarokan bi hemû hûrguliyên wê di ber çavan re were derbaskirin û bi awayekî zanistî li ser were rawestandin.
Nivîskarên zarokan serê pêşîn gava dest bi nivîsandinekê dike û fikra wê di ramanên wan de li hev tê, difikire ku çiqasî ew fikir li gorî mêjiyê zarok e û wê bandoreke çawa li hîs û xeyalên wan bike. Ji bilî wê di gava duyemîn de nivîskar dihizire ku wê çiqas wênexêz bikaribe, tiştên ku ew dinivîse bi zimanê wêneyê wergerîne û rengan lê bar bike.
Cîhana zarokan, cîhaneke pirr rengî ye, lewma di bikaranîna wêneyên ji bo wan pirr rengan li wan bar dikin û ew reng tenikî û bandoreke mezin li hestên wan dike. Ji bilî van hemû xalan nivîsa ku ji bo zarok tê bikaranîn berûvajî yên ji bo mezinan in, bi taybet ji aliyê hizir û ramanan ve pirr hêsan e. Herwiha peyv û hevokên ku ji bo zarokan tên bikaranîn pirr hêsan in û zarok di fêhmkirin, guhdarkirin û xwedina wê de gelekî zehmetiyan nakşîne. Sedema wê jî, ji ber ku zarok di pêvajoya avakirina zanabûna xwe de ye. Herwiha ji ber perwerdeya wan di qonaxa destpêkê de ye Berûvajî wê yên ji bo mezinan; Hevokên dirêj û bi girêk in û gelek caran jî peyv û fikirên mecazî yên bi metafor û alegoriyan xemilî ne bikar tînin. Nivîsên ji bo zarokan bi font û awayek mezin tên nivîsandin, berovajî yên ji bo mezinan bi fonta 12an tê nivîsîn.
Wêjeya zarokan wêjeyeke xeyalî ye, ku tê de nostaljîya meylên erênî mezin dibe û wêjeya ku ji mezinan re tê pêşkêş kirin, hebûna wan û çarenûsê îfade dike. Herwiha helbest û berhemên din ên ji bo zarokan tên nivîsîn jî ji yê mezin cuda ye. Helbest û stranên ji bo zarokan bi hestên wan re dibin yek û tiştên jiyanî wan fêr dikin û dihêlin ku hînî ziman bibin.[1]