Ev cureyê wêjeyî ji aliyê zarokan ve gelekî girîngiya wê hatiye dîtin. Çîrok tê wateya her tiştê ku ji bo zarokan bi mebesta şahî û perwerdekirinê hatiye nivîsandin. Bûyerên ku di dem û mekanekê de hatine serê hin karakteran, çi rasteqînî, xeyalî û çi jî karekterên tê de mirov, ajal an jî tiştên din be, mebesta wê ew e ku binhiş û karekteriya zarok a siberojê bi awayekî baş ava bike. Wek ku “Îsa EL-Şemasî” gotiye: Çîrok di nava wêjeya zarokan de cihê xwe yê pêşîn digre. Çi bi awayê dengî be û çi vegotinî be, kêfa wan jê re tê. Karakter, bûyer, reng û wêneyên tê de bala wan dikişîne û xeyala wan fireh dike. (EL-ŞEMASÎ Îsa (2004), «Wêjeya Zarokan di navbera çand û perewrdehiyê de») Lewma hezkirina zarokan a ji çîrok û çîrvanokan re hevpar û xuyayî ye. Ew beriya ku biçin dibistanê jê hez dikin û xwe û xeyalên xwe bi wan nas dikin. Ev jî hin nimûne ne ji navnîşanên çîrokên navdar ên ku di cîhanê de hatine naskirin:
- The Little Prince, Antoine de Saint-Exupéry, (1943).
- Charlotte's Web, E. B. White (1954).
- The Secret Garden, Frances Hodgson Burnett (1911).
- La Bella y la Bestia, Gabrielle-Suzanne (1740).
- The Wind in the Willows, Kenneth Grahame (1908).
Îro em di cîhaneke dîjîtal a vekirî de dijîn ku gerstêrka Erdê kiriye mîna gundekî piçûk û vê yekê jî bandora neyînî ya gelek tiştan di jiyanê de ji ya berê bihêztir kiriye. Îro di pêşketina tiknolojiyê de û ne nêzîkbûna malbatê û windakirina rola dapîr û bapîr, dihêle ku bandora derdorên neyînî bihtir li ser zarok hebe.
lewma girêdana zarok bi çîrokê re, di temenekî biçûk de, dihêle ku ew zarok dûrî neyînîyên civakê bikeve û li ser bingeheke baş ava bibe. Gelek çîrok hene bedewî û xurtbûna têkiliya di navbera dê û bav û zarokan de radixe ber çavan. Ger çîrok ji zarokan re dersên kêrhatî raghînin, ew kêrhatbûn li rêbaza wan yekser xuya dike. Her wiha têkiliya wî/wê bi dê û bavê xwe re bi hêztir dike.[1]