Cureyên Çîrokên Zarokan- 1
Çîrokên lawiran
Ev cure çîrok ji bo zarokan, bi taybetî ji bo zarokên qonaxa destpêkê (3-6 salî) yek ji wan çîrokên herî balkêş e. Di vî temenî de bi taybet rengê çîrokên lawiran ji yên din bêhtir bala zarokan dikşîne. Sedema vê yekê jî ji ber ku zarokê/a biçûk gava li nêzî lawiran be bi şadiyê hîs dike. Lewma gava hevaltiyê bi wan re dike, wan ji xwe ve nêz dibîne û dibe ku baweriya di wî lawirî de bêhtirî mezinan dibîne. Yanî di nava hevaltiyê de pê ve tê girêdan û pê xwe heyîna xwe nas dike û dibe ku têkiliya zarok bi wan heywanan re ji têkiliya bi kesên derdora wî û yên mezin re nêzîktir be.
Di vê cure çîrokan de lawirên kedîkirî û yên din rolên sereke dilîzin, ji ber ku di wan de karakterên sereke pêk tînin. Zarokên biçûk (pêşdibistanê) bi çîrokên sade yên bi naverokeke realîst û girêdayî jîngeha ku zarok tê de dijî, bala wan dikişîne.
Çîrokên lawiran armanc dikin ku wateyeke exlaqî, perwerdehî, raghandina pendekê an wateyeke wêjeyî raghînin. Bi riya çîrokê zarok bi awayekî teşwîqkirî fêrî van tiştan dibe. Lewma ev rengê çîrokî bihtir ji bo zarokên pêşdibistan re balkêş in. Lê divê ku têgihiştina laşî ya van ajalan ji bo zarokan ne zehmet be. Taybetmendiyên bedenî yên wek mirîşka sor û pisîka reş û ji bo van ajalan axaftin an jî deng û livîna wan rewa ye, ji ber ku zarok di vî temenî de ber bi wê baweriyê ve diçe ku tiştên bêcan, lawir û şînkahî diaxivin.
Ebdilfettah Ebo Meal li ser vê cure çîrokê wiha dibêje: Ew çavkaniya herî girîng e ku çîrokên balkêş pêşkêşî wêjeya zarokan dike û ew yek ji çêtirîn cure çîrok û ya herî populer û herî zêde di nav zarokan de tê hezkirin. [1]