Cureyên Çîrokên Zarokan- 3
ji bo zarokan gelek cureyên çîrokan hene
* Çîrokên rasteqîne
Di beşa çîrokê de, bûyer li dora kes, zeman, mekan û lawirên rast dibihûre. Di vê pêvajoyê de êdî zarok ber bi rastiya hewirdora xwe û civakê de diçin û ev cureyên çîrokên rasteqîne pê re dibe alîkar ku bi hêsanî û hezkirin rêbaza jiyanê û derdora xwe nasbikin.
Li ser vê yekê jî Remezan Pertev di pirtûkeke xwe de wiha tîne Ziman: Çîrokên rasteqîn; hem ji layê mijar û lehengan ve û hem jî ji layê serpêhatî û şikil ve di çarçova aqil û îmkanê de ne. Mirov di jiyana rojane de her tim dikare rastî leheng û bûyerên vê cureyê çîrokê bêne. ( PERTEV Ramazan (2008), zarok û çîrok Destpêka Pedagojiya Kurdî, 95 r.)
Zarok bi riya çîrokên rasteqînî cudahiya di navbera xeyal û rastiyê ji hev derdixin. Her wiha dikirin fêrî rêbaza jiyan, ajal, zanist û perwedehiyê bibin. Hîn dibin ku çawa kolan, mal û odeya xwe paqij bikin. Di jiyanê de bi derdora xwe re bo hezkirin bibin alîkar û ger li rastî zehmetiyekê werin li pêşiya wê bi hêz bin û bikaribin xwe ji wan zehmetiyan xelas bikin.
* Çîrokên xeyalî
Mirov bê xeyal nabe, ji ber ku ew bi aqil ji heywanan tên cudakirin. Xeyal jî yek ji hêzên vî aqilî ye, an jî yek ji jêhatîbûna ramana devkî ya bilind e. Ji gava ku zarok ji dayika xwe diwelide xeyalên wî/wê her roj, li siberoja vê dinyayê mezintir dibe. Di çîrokên ku dê û dapîr beriya razanê yan jî ji bo xweşiya zarok, jê re dixwîne xeyal tê de roleke herî girîng dilîze.
Çîrokên xeyalî cureyekî çîrokan e ku ji serdemên berê ve heye. Li dora van çîrokan lawir, çûk, heyînên xerîb, cîhana cinan an jî sêhrbazan dizivirin. Taybetmendiyên gel, netewe û nijadan ji xeyalên çîrokên efsanewî derdikevin. [1]