=KTML_Bold=101 Têgeh Di Edebîyata Klasîk a Kurdî De=KTML_End=
Xelat Ertoşî
#Edebîyata Klasîk# ku yek ji qonaxên edebîyatê ye, di edebîyata rojhelata navîn de xwedî taybetmendîyên xas e. Di vê serdemê de rengekê nû keftîye edebîyatê, bizavên nû, nivîser û şairên mezin derkeftine meydanê. Şairên vê serdemê gelek têgehên bîyanî di şi‘rên xwe de amilandine. Di vê xebatê de armanc dîyarkirina hindek ji van têgehan e.
Taybet ev bizav, li gel belavbûna îslamîyetê eslen di edebîyata erebî de, li gel mêjûya kevn û kultûra berz a îranîyan di edebîyata faris û urduyan de û bi otorîteya bihêz a Osmanî, di edebîyata osmanî de gehiştîye merheleyên bilind. Her li dû vê yekê edebîyata klasîk a kurdî jî ji van edebîyatên navborî kêm nemaye. Her çend zor şairên kurdan şi‘rên balaberz nivîsîbin jî li gel kartêkirina edebîyatên hukumranîyên derdorê pitir ji wan bi erebî, farisî an jî tirkîya osmanî nivîsîne. Sereray hindê pir şairên kurdînûs jî hene. Bo wêne, ji edebîyata Lorî Baba Tahirê Uryan; ji edebîyata kurmancî Elîyê Herîrî, FeqîyêTeyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, ji edebîyata goranî Mela Perîşanê Dînewerî, Mewlana Xalidê Şarezorî, ji edebîyata soranî Yûsif Karizî, Şêx Telebanî, Hecî Qadirê Koyî, ji edebîyata zazakî Mela Ehmedê Xasî, Osman Efendîyê Babij û bi sedan şairên dî yên kurd berhemên xwe di vê serdemê de dane. Her çend şêwaz û muhtewaya(naverok) şi‘rê biguhore jî edebîyata klasîk hebûna xwe di roja me de jî li gel edebîyata modêrn berdewam dike.
Şairên vê qonaxê exleb di çarçoveya eşqa îlahî de bi îmaj û motîvên mecazî helbestên xwe dirêsin. Şairên vê serdemê dema helbestên xwe dinivîsin hunereka bilind a estetîk bi kar tînin hem ji ber muhtewayê hem jî ji ber nezm û kafîye û ahenga helbestê, yek bi yek herf û peyv û hevokên xwe dipîvin û bi kar tînin, wate jê; bîrê pê derzîyê dikolin. Ji ber hindê ji bo hunereka bilind û nezm û qafîyeyê gelek caran serî li têgehên erebî, îranî û tirkîya osmanî û mezmûnan dayîne. Armanca me dîyarkirina hindek ji van têgehan e. Ji ber ku bi sedan têgeh hene û mecal nîn e hemî bêne nivîsîn me wekî hejmareka sembolîk 101 têgeh bijartin bo vê xebatê.
101 têgeh li gel wateya wan:
Asim: Edalet
Aşûb: Ronahî
Awîzan: Hilawîstî, Daleqandî
Batin: Veşartî
Baxwoy: Xwuda.
Besît: Fireh
Bezar: Qumaşfiroş
Bisk, Zulf, Gisû: Por, Pirç, Kezî
Bişkok: Kulîlk
Bî bar û ber: Bêxeber
Cawîdan: Nemir, ebedî, heta hetayê.
Ceres: Zengil
Çah: Bîr
Çardexal: Heyva Çardeşevî, Heyva tejî û sax
Çehre: Rû
Çi eceb: Mixabin
Dengê re‘rê: Birûsk
Der mûrûd: Derheq Derbar
Dewran: Gerdûn, Dinya
Dêm: Dur, Mercan, Rû
Dîde: Çav.
Ebceda ‘eşqê: Herfên ‘eşqê
Eblak: Dîn, Dîwane
Ebnayê zeman: Axir zeman
Ebrû: Birû, Birî
Er: Eger
Ewham: Weswese
Ezkar: Zikir
‘Ecem: Sasanî
‘Enerî: Bulbul
Feramûş: Ji bîr kirin
Goşîwar: Guhark
Hemel: Burca beranî
Heçî: Her kî
Îstixna: Jovan, Poşman
Αtîdal: Ne zêde ne kêm, normal
Kenz: Xezîne
Kewkeb: Stêr
Kulab: Pense
Leb: Lêv
Lêbxamûş: Bêdeng
Meges: Mêş
Mekkar: Hîle, Lêhb
Melsûrê: Gezkirin
Mesa‘: Êvar
Mesrûr: Keyfxweşî, Şad
Mexmûr: Mest, Serxweş
Mey: Şerap
Mihre: Roj, Agir, Vîyan
Mişkîn: Bêhna ‘enberê
Muhît: Mekan
Mujgan: Bijang
Mulebbes: Libaskirin, bicilkirin
Munewwer: Ronahî
Mustemend: Xemgîn
Muştaqî: Bi zewq
Mu‘etter: Bêhn
Mu‘tem: Tarî, Matem
Nebat: Şekir
Nihîn: Veşartî
Nîqab: Perde, Navber.
Peyk: Mesaj, Peyam
Pîrahen: Cil, Libas
Pîşan: Enî
Poşîn: Pêçîn, peçinîn, nuxumandin.
Remz: Îşaret, Nîşan
Rewan: Rih
Rêhte: Rêtin
Rişt: Xurt
Rûd: Kemençe
Rûm: Bîzans
Qewî: Gelek
Salik: Murşîd
Sehb: Sehabe
Serax: Zanîn, pirskirin
Sidqe: Bexşandin
Subh û Mesa’: Şev û roj
Sufalîn: Cerik
Sur: Bedewî, Rû
Şaha zeqen: Çala erzinkê, çala çeneyê
Şefaf: Gerden
Şemşîr: Şûr, Şîr
Şerar: Çirûsk
Şewişandin: Tev li hev kirin
Şutur: Hêştir
Tehqîq: Lêkolîn
Terhîn: Zirav
Terpoş: Ciwanî
Totî: Kil
Werde exter: Gula Kesk
Weşm: Deq
Xar: Strî
Xatem: Gustîlk
Xawer: Rojhelat
Xef: Bi dizî, veşartinî
Xed: Rû
Xeram: Rêveçûn, Meş
Xerez: Xwestin
Xurşîd: Roj
Yekta: Bêhampa
Zîba: Spehî, Rind.
[1]