Îngîltere Piştî Fransa, bi wêjeya zarokan navdar bû û gelek çîrok ji Fransayê wergerandin. Ji wergêrvanê herî baş Robet Samper bû ku gelek ji çîrokên Charles Perraut wergerandiye. Li pişt wî Jonn Newbery hat û ew xwediyê pirtûkxaneyeke zarokan a mezin li dunyayê bû. Ji gelek nivîskaran xwest ku ji bo zarokan binivîsînin yan jî ji bo pêşketina hişmendî û asta mêjiyê zarokan pirtûkên mezinan ji wan re hêsan bikin. Di nav wan çîrokan de, çîroka wî a bi navê Robinson Crusoe a Daniel Defoe û Rêwîtiya Gulliver a Jonathan Swift bi hêsanî ji bo asta zarokan guncandin.
Weşanger û pirtûkfiroşê Îngilîzî Jonn Newbery li Îngîltere bibû bavê wêjeya zarokan. Di dîroka wêjeya zarokan de bi çap û Firoşkarê pêşîn ê pirtûkên zarokan navdar bû. Ji pirtûkên wî berhemên wek And two good shoes (1765) û Cute Little Pocket (1744) ên herî navdar bûn.
Li gorî ku Ebdilfettah Ebo Meal di pirtûkeke xwe de ya ji bo zarokan dibêje ku: Sedsala 20an ji bo zarokan wek serdemeke zêrîn hat binavkirin, ji ber ku di wê serdemê de gelek çapxane, weşanxaneyên taybet, pirtûk û pirtûkxaneyên ji bo zarokan hatin belavkirin.( EBO MEAL Ebdilfettah (2005), Wêjeya Zarokan û Şêweya Perwerde û Fêrkirina Wan, 92 r.) Ji xwe di vê serdemê de û şûnve gelek nivîskaran berê pênûsa xwe dan nivîsîna ji bo zarokan û gelek xebatên cuda ji bo wêjeya zarokan kirin.
Li Almanyayê nivîsên zarokan bi navê Çîrok û Malên Zarokan navdar bûn û ew çîrok li ser bingeha efsane û xeyalî bûn. Di sala 1816an de, Joan David Weiss pirtûkeke kurteçîrokan bi navê The Swiss Robinson family nivîsand. Wê nivîsê jî rê li ber berhemeke din a bi navê Lewis Carroll Alice in Wonderland vekir. Ew her du berhem jî ku tê de behsa keçeke gerok tê kirin ji bo zarokan hatin nivîsandin.
Li Danîmarkê nivîskarê navdar Hans Anderson derket holê. Wî helbest û çîrokên zarokan ên ku li dora cadûbaz û cinan dizivirin, nivîsandine. Di çîrokên xwe de hînbûn pêşkêşî zarokan kir û bi riya çîrokên xwe bi wan bo alîkar ku siberoja xwe nas bikin û qebûl bikin. Li Ewropayê Hans Anderson wek pêşengê wêjeya zarokan dihat dîtin. Ji berhemên wî:
The little Mermaid (1837)
Emperor's new clothes (1837)
Ugly duckling (1843)
snow Queen (1844)
The girl selling matches (1845)[1]