xelo û Tûrê biryaran
Xeloyê ji gundê me, tûrekî wî hebû. Me nedizanî ka bê çi di tûrî wî de heye, her ku me jê dixwest tûrikê xwe bi me re parve bike, dev diavêt xeberan û em jê direviyan. Hingê me dawiyê fehm kir ku di tûrê wî de goga fotbolê heye û bavê jî nû jê re kiriye. Me heft lanet ji wî re digot Ey malmîrat, tu çima nahêlî em bi vê vê goga te ji xwe re bilîzin, pêlavên me qetiya hîngê em bi keviran bilîzin
Dawiya dawî xelo xwest em bi goga wî bisekin û pey bilîzin. Lê mesele xelo her rojê bi rengî bû, me nema dizanî ka bê em bi çi şêwazî pê re bidin û bistînin. Me jê re digot tûrikê biryaran.
Rojekê xelo bi goga xwe bi peran bi me dida lîstin, rojekê tenê bi nîv saetekê me dilîst, rojekê digot yan hûnê avê ji bîra gund venexwin yan jî hûnê nelîzin û roj û biryarên wiha didomiyan yên ku hevdu nedigirtin didomiyan. Carinan me didît ew li me hatiye rehmê û dihîşt ku em li nava deşta gund de ha bilîzin û bilîzin. Carinan jî, ji nişkêve ew qut û me rûyê bi yekcarî nedidît, piştî ku dihat me fehm dikir bê wî neheqî li hevalên xwe yên gund kiriye û li biryarên xwe vegeriyaye.
Lê me hew dinêrî çend roj derbas nebû, xeloyê me mîna berê vegeriyaye, me digotXeloyê me çû seferê vegeriya kerê berê
Em bi xeloyekî re dikaribûn biçûyana serî, lê pirsgirêk ew bû ku xelo êdî pir dibûn û zarokên gund nema dikarîn ji wan xeloyan rizgar bibin.
Xeloyek hebû xwedî ava bîrê bû, me av bo nuqitan vedixwar. xeloyek hebû genimê wî hebû, hebên gênim mîna hebên mirîşkan dida ber me. Xeloyek hebû bi qelema xwe rojê tîpek bi şeklekî dida me, ya ku ez niha dizanim 40 şiklên tîpên A'yê di serê min de çêbûne.
Ez di navbera wan xeloyan de çerqiyam heta ku vereşiyan û hundirê min di devê min re derket. Piştî ku vereşiyam û hinekî bi ser xwe de hatim Xeloyê mezinê gundê me, ez xistim kefa destê xwe û mîna makaronê kaşa hundirê xwe kirim.
Û wiha xelo qelew dibûn..
[1]