Çi li benda jinên êzîdî ye ku zarokên wan ji destê terorîstên DAIŞê çêbûne
Hêviya vegera bi hezaran êzidiyên winda bi demê re namîne. Gelek ji van #êzîdiyan# ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û şandin koletiya zayendî yan jî şêweyên din ên îstismarkirinê û tirsa wê heye ku gelek ji wan êdî sax bin.
Dadgehek li Almanya biryar da ku zarokên jinên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine destavêtin, dikarin ligel dayikên xwe vegerin malên xwe, ev serkeftineke mezin ji bo grûpên mafên jinên êzîdî yên ku demeke dirêj kampanya ji bo mafê van zarokan bo vegerandina malbatên xwe dikin.
Di heman demê de dadgeha Iraqê biryar da ku jinên êzîdî yên ku neçar mane bi çekdarên DAIŞê re bizewicin û zarokan bi wan re bînin, nikarin ligel zarokên xwe vegerin malên xwe û ew ji malbatên DAIŞê ne. Ev biryar rastî nerazîbûna jinên Êzidî û rêxistinên mafên mirovan hat, ku dibêjin nerewa ye cezakirina zarokan ji ber sûcên bavên wan.
Nakokiya yasayan heye, jinên êzdî tenê rêyek heye ku bi zarokan re koçber bibin, nexwe dê zarokên wan ji destê wan bên standin. Lê 90% ji jinan derfetê nadin ku bi tenê ji herêmê derkevin, ji ber ku piraniya wan hîna di kampa El-Xol de di bin êsîr û koletiya malbatên DAIŞê de ne.
[1]