=KTML_Bold=Tengasiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê zorê dide Erdogan=KTML_End=
RAUF KARAKOÇAN
Fatureya şerê navxweyî yê #Sûriyeyê# ji bo Kurd û Ereban gelekî giran e. Tirkiye wek aliyekî şerê li Sûriyeyê bûye sedema rijandina gelek xwînê. Sûcên şer ên li dijî mirovahiyê kirin û hê jî wan didomîne. Razemeniya siyasî li rêxistinên terorîst ên îslamîst ên radîkal kir. Mîna komkujiyên Surûc û Gara Enqereyê, wan li nava welêt bi kar tîne, mîna li Lîbya ve Qerebaxê jî li derveyî welêt bi kar tîne û hewl dide qada xwe bandorê berfireh bike. Li Sûriyeyê jî herêmên ku dagir kirine, veguherandine dûvikên Tirkiyeyê. Idlib jî kir navenda rêxistinên çete yên îslamîst ên radîkal. Heta karî xwe bi şer têr kir. Qonaxa ku gihaştiyê jî, êdî ne domdar e û nayê îdarekirin.
Tirkiye ku li hemû deveran dijminatiyê li Kurdan dike û li herêma xwe jî bûye dewleteke terorîst a bêqusûr. Polîtîkayên ku nakevin ber tu hiqûqekê, meşandin. Polîtîkaya ‘qezenca li ser tehmînan’ li Sûriyeyê têk çûye. Pirsgirêkên mezin li pey xwe hiştin. Bêçareserîtî girantir kir. Niha jî li gorî xwe li 'çareseriyê' digere. Dema li Sûriyeyê kete nava şer, bi 'Esadê kujer' dest pê kir û niha dîsa vegeriyaye 'Esedê dostê malê'. Ji bo ku ji vê tengasiyê derkeve, hat vê radeyê; ‘di karên dewletê de kîn nebe, heke pêwîstî pê hebe, mîna berê dikare wek malbatekê hevdîtinê bikin’. Bi kurtasî gelek poşmanî hene.
Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adarê de, têkiliyên bi muxalîfan re dîsa ketin bîra wî û got pêdivî bi 'asayîbûnekê' heye. Li dora gotina 'asayîbûnê' hatin û çûn, lê xuya ye pêngava asayîbûnê ne ji bo Tirkiyeyê, ji bo Sûriyeyê ye. Di daxuyaniya Ofîsa Serokdewlet a Sûriyeyê de jî, şertê pêşîn ê hurmeta li mafên serweriyê nîşan dan û diyar kirin ku ew ji dan û standinan re vekirî ne.
Piştî hemû heqaretên Erdogan ên ‘Esadê kujer’ ku kes nikare ragire, êdî dikare wek pêşketineke girîng bê dîtin ku sînyala asayîbûna dualî hatibe dayîn. Ji ber ku her du alî gihaştine nuqteyeke ku pêwîstiya wan pê heye. Tirkiyeyê deriyê lihevkirinekê vekir, ji ber ku fêm kir ku qonaxa dixwaze bi şer û dagirkeriyê bigihêjiyê, ji bo wê qet ne baş e. Ev daxuyaniyên her du aliyan ku di çapemeniyê de tên nîşandan, bi tenê beyana niyetê ne. Dema ku dosyaya Sûriyeyê were vekirin, dê her du alî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li benda wan, bi poşmaniyên xwe re rû bi rû bibin. Her çend kesên bi şêwaza siyasetê ya Erdogan dizanin û çerxkirinên wî bi gotina 'lîderê pragmatîst’ xemilandibin jî, dê gelekî realîsttir be ku mirov jê re bibêje 'siyaseta bêexlaq, bêpîvan'.
Gelo dê sûd an encamên nêzîkbûna Sûriye û Tirkiyeyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê re û pê re jî ji Rojava çi bin? Ev pirs jî gelekî girîng e. Civandina rayedarên her du aliyan ku Rûsya pêşengiya wê dike û derbaskirina bendên zehmet ên rê li ber aştiyeke mayînde vedikin, dê dirêj biajo. Rewşa fîîlî ya heyî ya Kurdan û siberoja statuya ku bi dest xistine, ji aliyê her du dewletan ve nehatiye qebûlkirin. Tevî ku ji rayedarên Sûriyeyê daxuyaniyek heye ku naxwazin bi QSD’ê re şer bikin jî, ferzkirina Tirkiyeyê ya dijminatiya li Kurdan, dê dewam bike.
Erdogan dibêje ew ê hilbijartinên şaredariyan ên li Rojava nedin kirin û ew li bendê ne ku nêzîkatiyeke bi heman rengî ya Sûriyeyê jî hebe. Ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser dê hemû kartên xwe li ser maseyê bi cih bikin. Ji ber ku polîtîkayên herî bingehîn ên hikumeta AKP'ê li ser dijminatiya li Kurdan ava bûne. Prensîba bingehîn a Tifaqa Cumhurê dijminatiya li Kurdan e. Heke dev ji vê berde, dê hikumeta AKP'ê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne. Nikare xwe ji vê yekê xilas bike. Ew êrişên wê yên hovane, tirsa windakirina desthilatê nîşan dide. Divê were zanîn ku ew bi qasî ku serî hewl bidin Kurdan qir bikin, bê çare ne. Gotina Hakan Fîdan a têkildarî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û gotina ‘jê re amade ne’ (biçekkirina gel jî), armanc tesfiyekirina Kurdan e ku wek dijminên xwe dibînin. Tirkiye xwe ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn amade dike, loma jî dixwaze bi rengekî pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike û jê rizgar bibe, lê çawa? Hê bersivek ji pirsê re nedîtiye.
Her çend Erdogan nekare bi hêsanî qebûl bike jî, neçar e ji polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê tawîzê bide. Da ku mîna berê ‘wekî malbatekê’ bi 'kujer' re hevdîtinê bike, divê dest ji herêmên dagirkirî berde, meseleya li Idlibê hel bike û ji penaberan rizgar bibe. Aştiya bi Sûriyeyê re tê wê wateyê ku Erdogan jehrê vexwe. Rastiya ku gihaştine vê nuqteyê jî tê wê wateyê ku gihaştine qonaxa ‘zirar çi qas kêm be ew qas çêtir e’. Divê eniya şer a li Sûriyeyê bi awayekî hel bike da ku xwe ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re motîve bike. Jixwe şer bûye qûtê hikumeta AKP'ê. Li ku derê şerek hebe, dixwaze tev lê bibe.
Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmî, çi bi dewlet an jî bê dewlet, xwedî formuleke çareseriyê ne. Divê ev pêvajoya diyalektîk a ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin, bê fêmkirin. Yên fêm nakin, dê şaş bibin. Ya ku kir AKP di hilbijartinan de bi bin bikeve jî, li Sûriyeyê bitengije jî û li cîhanê bi tene bimîne jî, diyalektîka Kurdan e. Hikumeta AKP'ê pirsgirêka Kurd wek amûrekê bi kar aniye û ketiye pêvajoya ku berdêlên giran bide. Pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê êdî nikarin hikumeta AKP'ê bidomînin. Her wiha ji ber ku di meseleya Sûriyeyê de neçar ma çerx bike, pirsgirêkên xwe yên derve jî bi Kurdan ve girê dane.
Şefê AKP'ê ku her şev xurmeyên Medîneyê diçîne nava mastê mangan û xwe pê têr dike, belkî jiyana wî hinekî dirêj bike. Lê formûlên ku dê jiyana xwe ya siyasî pê dirêj bike, êdî xilas bûne.
[1]