Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,222
Wêne
  123,302
Pirtûk PDF
  22,033
Faylên peywendîdar
  124,517
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Efrîn li benda azadkirinê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn li benda azadkirinê ye
Efrîn li benda azadkirinê ye
=KTML_Bold=Efrîn li benda azadkirinê ye=KTML_End=
ZEKÎ BEDRAN

Dewleta Tirk ji aliyê înkar û qirkirinê ve xwedî tecrûbe ye. Ermen, Rûm ên Pontûs ên li Derya Reş û Asûr tune kir. Li dijî Kurdan jî qirkirinê dewam dike.
6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Bi boneya salvegera dagirkirina #Efrîn# ê li Rojava, li her derê gelê Kurd lê birêxistinkiriye daxuyanî, meş û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Li ser navê dewleta Tirk jî Erdogan axivî. Li gorî axaftina wî, herêm ji dagirkeriya PKK/YPG’ê hatiye rizgarkirin, azadî û aramî hatiye herêmê! Ji ber wê jî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo azadî û aramiya gelê Sûriyê tê kirin! Heman demê de ewlehiya Tirkiyê jî bi dagirkirina welatên cîran û tunekirina hêzên wan çêdibe.
Gelê Sûriyê baş dizane li Efrînê çi çêdibe. Tiştên li wir çêdibin weke birînek nayê girtin li holê ye. Dewleta Tirk balefirên xwe, hêza artêşa xwe û bi hezaran çeteyên çekdar bikar anî û êriş kir. Bi hezaran mirov birîndar bûn, hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov neçar man axên xwe terk bikin. Ev bi salane gelê Efrînê li Şehbayê di çadiran de dijî, beşek derbasî Helebê bûye, beşek jî derbasî herêma Firatê û herêmên din bûne.
Li Efrînê piraniya şêniyan Kurd bûn. Kurdan DAIŞ û çeteyên din ji axa xwe derxistin û xwe bi awayekî demokratîk rêve birin. Heman demê de bi sedhezan Ereb ji herêmên din ên Sûriyê revîbûn û hatinbûn Efrînê. Efrîn li Sûriye bibû weke warê azadî û demokrasiyê. Ji Efrînê tu êriş li hemberî Tirkiyê çênebibû. Niyet û amedekariya kesî ji bo şer bi Tirkiyê re bike tune bû. Tirkiyê bi temamî li ser bingehê dijminahiya Kurdan û yekalî êrişî Efrînê kir. Rêveberiya Erdogan biryar dabû ku berdêl çi dibe bila bibe nahêle Kurd li Sûriyê bibin xwedî statû. Guneh û sûcê Efrînê ew bû ku Kurd e. Ji derveyî vê tiştek li hemberî Tirkiyê nekiri Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk bi awayekî vekirî sûcên giran ên şer û mirovayiyê pêk anî û hîn jî didomîne. Axaftina Erdogan a di salvegera dagirkeriyê de vê bi awayekî vekirî nîşan dide. Erdogan gelê Tirk ji bo êriş û tevgerên din ên dagirkeriyê amede dike. Heman demê de rastiyan berovajî dike, serê mirovan tevlîhev dike, hewl dide gelê cîhanê ji bo dagirkerî û komkujiyên nû bêdeng bihêle. Dema Efrîn ji aliyê Kurdan ve dihat rêvebirin û parastin, li dibistanan bi zimanê Kurdî û Erebî ders dihat dayîn. Piştî dagirkeriyê zimanê Kurdî hat qedexekirin, ji zimanê perwerdê hat derxistin. Li şûna wê di dibistanan de bi Erebî û Tirkî perwerde hat dayîn. Ji aliyê dewleta Tirk ve walî û rêveber hatin bicihkirin. Li herêmê pereyê Tirkiyê tê bikaranîn. Piştî ku gelê Efrînê ji Efrînê hat derxistin, li şûna wan çete û malbatên çeteyan, Erebên ji Tirkiyê hatin derxistin lê hatin bicihkirin. Jİ bo Kurd careke din venegerin warê xwe tevahî bergirî tên girtin. Weke tê zanîn tunekirina nîjadî, gelek ji axa wî derxistin jî dikeve çarçoveya qirkirinê. Tirkiye ev sed sale di nava sînorên xwe de projeya qirkirina Kurdan pêk tîne. Niha Kurdên li Sûriyê jî xistiye nav vê projeyê Dewleta Tirk DAIŞ,ê El- Qaîde û Ixwaniyan tîne herêmê, li herêmê bi cih dike û diberde ser serê gelan. Herêmên dagirkirî ji bo van rêxistin û çeteyan bûye bihûşta sûc kirinê. Tê zanîn ku li Efrînê zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan hatine jêkirin. Heman demê de hatiye tomarkirin ku zêdetirî 100 hezar dar hatine şewitandin. Gelek mirov tên revandin û di beranberî fidyeyê de tên berdan. Pere ji gel tê standin û li gor dilê xwe pere ji gel kom dikin. Zeytûnên Efrînê tên dizîn û dibin Tirkiyê. Jin tên revandin, tacîz û tecawiz bûne bûyerên rojane. Binçavkirin, revandin û êşkence didomin. Di rapora lêkolînê ya komîsoyna NY de jî heye.
Li gel evqas sûcên şer û qirkirinê, hîn jî Erdogan dikare bêje “Min Efrînê ji rêxistinên Kurd rizgar kiriye”. Kî ji kê rizgar dike. Gelê Kurd, gelê Sûriyê û hikumeta Sûriyê dewleta Tirk venexwedine. Kesekî deriyê dewleta Tirk lê nexistiye, tiştek daxwaz nekirine. Erdoganê faşîst çima rizgarkirina gelê Efrînê ji xwe re kiriye derd. Maden aşiqê azadî û demokrasiyê ye bila qençiyê li gelê Tirk bike. Destkeftiyên demokratîk ên li Tirkiyê jî ji holê rakir. Rejîmek faşîst û yek zilamî ava kir. Dewleta Tirk di qirkirin û desthilatê de bi sergûzeşte. Ermenî, Rûmên Pontus ên li Karadenîzê û Asûrî tune kirin. Qirkirina li dijî Kurdan jî didome. Lê di berovajîkirina rastiyan de pispor bûne. Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike, her tim bombebaran dike û dixwaze gel ji jiyanê aciz bkin û nehêlin gel henaseyekî bigire. Tarûmarkirina Efrînê ew rihet nekirin. Ji ber wê yekê jî pêwîste gelê Kurd û gelê Sûriyê, hêzên demokrasiyê polîtîkayên qirkirinê û sûcên tên kirin bi awayek bi bandor işkere bikin û çeperên berxwedanê bihêz bikin.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 922 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 10-09-2024
Gotarên Girêdayî: 80
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-01-2024 (1 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 922 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!