=KTML_Bold=Fermana Şengalê û piştî wê - Rauf Karakoçan=KTML_End=
Di ser jenosîda li Şengalê re 9 sal derbas bûn. Hesabeke baş a van salan divê.
Fermana 74’an a êzidiyan yek ji bûyerên herî bixwîn ên sedsala dawîn bû. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo tunekirinê êrişê vê civaka baweriyê kir, tu hêz li ber wan ranebûn. Cîhanê ji dûr ve li vê qirkirinê temaşe kir.
Gerîlayên #PKK#'ê ji bo sekinandina fermanê bi derfetên kêm daketin Şengalê û pêşî li qirkirina teqez a gelên li Şengalê dijîn ên ji hemû bawerî û çandan, girt. Hem jî heta sekinandina wê berdêlên giran dan. Piştre karîn bi sed hezaran mirovan di korîdora mirovî de tehliye bikin û gel bigihînin herêmên ewle. Ji roja yekem ve nêzî 500 fermandar û şervan tevî berdêla şehîdbûnê jî, parastina gelê Şengalê didomînin.
Tola gelên li Şengalê, jinên hatine kolekirin û gelek mirovên din, bi zêdehî ji DAIŞ'ê hatiye hildan. Pêşdeçûna DAIŞ'ê pêşî li Kobanê hat sekinandin, piştre hêza wê li Reqayê hate şikandin û piştre li Baxozê kok lê hate qelandin. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi hezaran şehîd û bi deh hezaran birîndar çêbûn. Tevî ku hebûna DAIŞ'ê bi temamî neqediyabe jî, êdî xetereya wê ber bi qedînê ve ye. DAIŞ êdî ji bo tevahiya cîhanê jî xetere nîn e. Lewma jî mirovahiya cîhanê gelekî deyndarê PKK'ê û şoreşa Rojava ye. Ev yek aliyê berxwedan û têkoşînê yê fermanê ye. Her wiha sedemek e ku bergeha dîrokê guherandiye.
Aliyekî din ê fermanê jî êrişên wan kesan in ku li ser navê çeteyên DAIŞ'ê hesaban çêdikin û wek berdewama DAIŞ'ê ne. Nûneriya vê yekê jî dewleta Tirk a faşîst dike. Hêza ku DAIŞ'ê diparêze, hembêza xwe jê re vedike, dema hewce be bi kar tîne, Rojava dagir dike û ji wan re cih vedike û wan diparêze; hikumeta Erdoganê dîktator e. Li her derê li dijî PKK'ê rojane êriş dike. Di asta navneteweyî de hem li meydanê hem jî li ser maseyê dijminatiya xwe ya li PKK û Kurdan dijwartir dike.
Alîyekî din jî heye ku mirovan ji mirovbûna xwe dide şermkirin. Doza bi hezaran şehîdên ku di fermanê de hatin qetilkirin û hê jî li bendê ne ku ji gorên komî werin derxistin, jinên ku di qefesên hesinî de hatine şewitandin, nêzî 4 hezar jinên ku wek xenîmeta şer hatine revandin û kolekirin, 400 hezar mirovên koçber bûne û gund û bajarên hatine şewitandin hê jî li holê ye. Hê jî trawma û trajediyên ji ber fermanê neqediyane û birîn nehatine kewandin. Îcar kesên ku tevî van hemûyan jî çav berdane ranta fermanê, hovên herî lanetî ne.
Yê ku vî şêweyê nû yê gornebaşiyê dike jî PDK ye. Îdîa dikin ku di ber Şengalê de şer kirine û li ser Şengalê heq dixwazin. Vê yekê jî bêyî ku guh bidin rêgez an jî qaîdeyeke exlaqî, dikin. Mil bi mil bi dewleta Tirk re li Şengalê derdikevin nêçîra mirovan û wisa dike. Bi dehan zarokên êzidiyan qetil dike, bi hinceta PKK’ê êrişî hêzên xweparastinê yên Şengalê dike û vê bi domdarî dike.
Çavkaniyên PDK'ê yên berhevkirina rantê (cerd) gelek in. Di rewşeke wiha de bandorê li lîderên rûhanî yên êzidiyan dike, nêzî 200 hezar penaberên li wargehan bi kar tîne, fonên navneteweyî yên ji bo Şengalê tên jî desteser dike, pêşmergeyan ji êzidiyan ji xwe re peyda dike, sîxuriyê pê dide kirin û sûdê ji atmosfera hestewar a ji ber fermanê digire û li gorî berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û dîplomatîk bi kar tîne. Bê guman ya herî girîng jî ew e ku li ser dijberiya PKK'ê hewl dide gel ber bi xwe ve bikişîne û gelê êzidî parçe bike.
Yên ku bi rêya êzdiyatiyê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî li pey PDK'ê diçêrin jî ne kêm in. Yên ku li ser êzdiyatiyê dijîn û berjewendiyên xwe datînin pêşiya berjewendiyên gel û yên hewl didin vê yekê bi êrişa li hemberî PKK'ê bikin jî, di kategoriya PDK’ê de ne.
Em dikevin sala nehan a fermanê lê pirsgirêka Şengalê û nediyariya li ser êzidiyan dewam dike. Encama ji têkiliyên bi dewleta Iraqê re tê xwestin, hê bi dest neketiye. Heta ku Şengal statuyeke siyasî wernegire, pirsgirêk çareser nabin. Xwerêveberî û xweparastin esas e û tu carî tawîz jê nayê dayîn. Dersa herî girîng a ji fermanê bê derxistin; divê destûr neyê dayîn ku careke din ferman çêbin.
Heke bi peymana xiyanetê ya 9'ê Cotmeha 2020'an re destûr ji PDK'ê re bê dayîn ku vegere qadê, dê ev yek bibe sedema bicihbûna dewleta Tirk li Şengalê. Niha şirîkatiya PDK'ê û dewleta Tirk êdî bûye şirîkatiya çarenûsê. Li ku derê PDK hebe dewleta Tirk jî lê heye. Tê zanîn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li heman mewziyê, li heman qereqolê li cem hev disekinin û heman unîformayên leşkerî li xwe dikin.
Heke PDK ala xwe li Efrînê li ba dike, kontrgerîlayên Tirk li her dera Başûr alên xwe diçikînin. Li bajaran mirovan dikujin. Heke Şengal bikeve, li Şengalê jî dê rewşeke bi heman rengî hebe. Ji bo vê jî gelê Şengalê ji bo ku bi fermaneke nû re rû bi rû nemîne, divê bi pêşxistina xwerêveberî, sazîbûn, xebatên jin û ciwanan, bi kurtasî xebatên gel û rêxistinên xwe yên girseyî, li dijî êrişan raweste. Divê êdî xweparastina xwe ji hêzeke din, bi taybetî jî ji PDK'ê re, nehêle. Divê di warê qirkirin, êrişên qirkirinê, sûcên şer de jî bibe dozdar. Sûcê 'bi bêparastin hiştina Şengalê, pêşîgirtina li çûyîna gel a herêmên ewle, astengkirina derketina çiyê ve' sûcekî sabît e. Divê hesabê vê teqez bipirsin.
Tevî fermanê jî, tevî xiyanetên navxweyî û êrişên derve jî, gelê Şengalê bi berxwedana xwe jiyaneke birûmet heq dike. Ji her demê bêhtir bûye xwedî destkeftiyan. Ji bo xwegihandina armancê gelekî nêz bûye. Careke din şehîdên fermanê û hemû şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînim.
ANHA
[1]