Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,530
Wêne
  123,854
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,491
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Li dijî feraseta baviksalar hevgirtina femînîst
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li dijî feraseta baviksalar hevgirtina femînîst
Li dijî feraseta baviksalar hevgirtina femînîst
=KTML_Bold=Li dijî feraseta baviksalar hevgirtina femînîst - Hêvîdar XALID=KTML_End=

Di wextekî welê de ku li seranserî cîhanê behsa azadî û mafên derbirînê, pêkanîna daxwazên bindestan, di serî de mafên jin û zarokan tên kirin, zext û kirinên derexlaqî û derqanûnî li dijî jinan zêde dibin.
Li gel rewşa şer, tirs û tevliheviyê ku ji aliyê siyasetên pergalên serdest ve têne afirandin, herî zêde ziyan digihêje jinan. Hema bêje rojane binpêkirin û kirinên dermirovî li dijî jinan têne kirin û qanûnên ku tu têkiliya wan bi rastiyê re tune ne, li ser wan tên ferzkirin. Li deverên cuda yên herêmê roj bi roj qada ewle ya ji bo jinan kêm dibe û destkeftiyên wan li ber bayê navendên biryardayînê yên pergala bavikslar diçin.
Belê, hema bêje rojane em nûçeyên qetilkirina jin û zarokan dibihîzin. Beriya demekê me nûçeya tundiya li navendeke xwedîkirina zarokan a li Lubnanê bihîst. Beriya kêmî hefteyekê jî me nûçeya destdirêjiya zayendî ya li 2 zarokên keçîn, dîsa jî gelek nûçeyên din ên girêdayî zextên li ser jinan bihîstin. Ji wê zêdetir xîtaba nefretê û zimanê zayendperestiyê ya li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Sedema van sûcan pergala baviksalar û îdeolojiya wê ya serdest e. Bêyî êrişan zehmet e pergala zilamê serdest desthilata xwe li ser jinan ferz bike, lewra bi hemû rê û rêbazan, bi cureyên tundiyê hewl dide jinan ji rastiya wan dûr bixin û rola wan a çalak di civakê de tune bikin.
Ez ê di vê gotara xwe de behsa hin pirsgirêkan bikim ku di hefteya borî de bala min kişandin û di medyaya herîmê û cîhanê de bûbûn rojev. Ji dozên ku bala min kişandin biryara bi tenê qedexekirina rêwitiya jinên lîbyayî, qedexekirina kuafor û salonên ciwankariyê li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve, her wiha biryarên li dijî jinên Îranê, dîsa jî vegera polîsên exlaqê li kolanên Îranê ya piştî 10 mehan ji xwepêşdanên gel ên bi serkêşiya jinan ên bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî.
Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Trablûsê ya rojavayê Lîbyayê, jinên dixwazin bi tenê derkevin derveyî welat dosyaya daneyan û zanyariyên der barê sedemên rêwîtiya wan a bi tena serê xwe de li ser ferz kirin. Ev biryar ku di aliyê hiqûqî û qanûnî de cudakariyê li welat ferz dike, ji aliyê jinan ve bi bertek hat pêşwazîkirin û wekî heqaret û binpêkirineke tund bi hemû pîvanên xwe li dijî jinan tên dîtin. Nemaze ku ev biryar di sedslaa 21'ê de hatiye dayîn ku behsa azadiya kesayetî û maf û erkan tên kirin. Lê ev biryar nahêle jinên lîbyayê, eger ên ku xwendina xwe temam kiribin jî, bi tenê ji welat derkevin.
Belê, ev biryar cudekariyê li dijî jinan nîşan dide, tevahî maf û hêviyên wan ên jiyanê asteng dike, her wiha desthilata baviksalar xurt dike ku bi navê ol û şerîetê qanûnan li ser jinan ferz dikin. Di hema demê de ev biryar li dijî qanûnên Lîbyayê ye ku mafên jinan a rêwitiya bi serbest mîsoger dike. Ev biryar li dijî tevahî pîvan û qanûnên navneteweyî yên têkilarî mafên mirovan û jinan e. Feraseta serdest a desthilata rojavayê Lîbyayê ev biryar wekî gaveke ber bi xurtkirina desthilata xwe li ser jinan, bêparhiştina wan ji mafên wan, rêgirtina li ber têkoşîn, çalakî û pêşketina wan ve dibîne.
Kê gotiye qanûn jinan diparêz?qann ji aliyê zilaman ve tên dayîn û encamên zîhniyeta zilamê serdest e ku li gorî kêfa xwe lîstok, helal û herêm ferz dikin. Li gorî zîhniyeta zilamê serdest, jin xizmetkar e û ji bo çêkirina xwarin û xwedîkirina zarokan e.
Rewşa li Efganistanê ji vê yekê dûr nin e. Li Efganistanê rêbaza koletiyê di civakê de hîna dewam dike ku jiyan ji bo jinan kiriye dojeh. Lê ruxmî vê yekê jin li hemberî biryarên tund ên Talîban rabûne. Beriya çend rojan bi dehan jinên efganî li Kabulê xwepêşandan li dar xistin û bertek nîşanî biryara girtina salonên ciwankariyê yên jinan da. Ji wê zêdetirî jin ji dibitanên amadehî, zanîngeh, reveberiyên giştî, çûna park, seyrangeh, holên werzîşê, avşoyên giştî hatin dûrxistin. Di heman demê de li wan hatiye ferzkirin ku dema ji mal derkevin xwe bi giştî binixwmînin.
Di encama girtina van salonan de, dê bi dehan jinên ji debarê xwe û ya malbata xwe bêpar bimînin, pê re dê xizanî û perşîan belav bibin.
Li Îranê jî piştî derbasbûna 10 mehan ji xwepêşadanên gel ku bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê ve destpê kiribûn, desthilata ewlehiyê ragihand ku xebatên polîsên exlaqê ya çavdêriya li jinên ku hîcabê li xwe nakin, dê berdewam bike. Bi vê yekê daxwazên xwepêşanderan bin pê dike. Biryara vegerandina polîsên exlaqê li Îranê ji aliyê tevahî jinan; Kurd, Faris, Ereb, Azer, Bilûc ve bi tundî hat redkirin.
Lê jinên Îranî û Kurd guh nadin gefên desthilata Îranê û bêyî lixwekirina hîcaba bi zorê berxwedana xwe ya sivîl li kolan û deverên giştî dewam dikin. Rejîma Îranê ji bo ku pêşî li berxwedana jinan a li hemberî qanûn û siyasetên hişk bigire, cezayên herî giran li dijî wan dibire. Her wiha biryara girtinê li şîrket û dikanên ku li gorî qanûnên hîcabê tevnegerin, ferz dike.
Rejîma Îranê derfeteke nema û li dijî jinên serhildêr ên Îranê bi kar nemanî, beriya vegera polîsên exlaqê li kolanan, kamereyên çavdêriyê danîn da ku derketina jinan a bêyî hîcabê sînordar bike. Rêbaza herî dawîn a vê rejîmê; cezayê mehekê yê şûştina miriyan li jinekê birî ku di erebeyê de hîcaba wê ketibû. Her wiha cezayê lênerîna li navenda Tedawaiya dirûnî ya hikumetê li hunermenda sînemayê Azada Semedî birî. Ruxmî van kirinan jî lê di her carê de îsrara jinan a berxwedanê zêde dibe.
Li seranserî cîhanê hemû cûreyên çewistandin û binpêkirinan ji aliyê desthilata baviksalar ve li ser jinan tên meşandin. Her wiha vebijêrk û şêwazên çandî yên ne li gorî xwezaya wan li ser wan tên ferzkirin. Serdest û saziyên ku li ser esasê zayenparasatî û cudekariyê hatiye avakirin her çiqasî ji hev cuda bin jî lê hedefgirtina jinan, înkarkirina wan û bêparhiştina wan ji mafên wan ên azadî û jiyanê, wan têne gel hev. Ev kirin me tînin pêşberî gelek pirsan?
- Ji ber çi desthilata rojava ya Lîbyayê ji rêwîtiya jinan a bi tenê xwe aciz e û xetereya ku jin bi tena serê xwe ji welat derkevin, çi ye?
- Hîcaba Jîna Emînî çawa bûye çavkaniya xetereyê li ser desthilata ewlehiyê ya Îranê, ku ji ber wê hîcabê wê qetil bikin?
- Gelo ziyanên ku holên ciwankariyê yên jinan digihîne desthilata mirin û terorê ya li Efganistanê çi ne?
- Ji ber çi li Lubnan, Misir, Urdin, Tirkiye û herêma Kurdistanê jin tên qetilkirin û çima hesabê nayê pirsîn?
Dibe ku ev hemû ji bo têrkirina ezeziyeta bavikslar be, an jî ji bo parastina desthilata zilam be. Helbet bêparhiştina jinê ji nasnameya wê, ji kesayeta wê, ji mafên wê yên bingehîn û hiştina wê wekî dilgirtina zilam, dîsa jî urf û adeletên kevinpersest ên paşverû ku li ser jinan hatine ferzkirin, her wiha sepandina têgehên şaş, gelek encamên neyînî bi xwe re anîn ku ji koletiya giştî û kêrtiyê re bû pîvan, ji derew, zor û diziya ku di civakê de belav buye û ji tevahî qirêjiyê û girêdanê bû pivan.
Ji tevahî jinan, tevgerên civakî û rêxistinên jinan ên hiqûqî tê xwestin ku têkoşîna îdeolojî geş bikin da ku ji niha û şonde di tevahî qadab de rengê jin xwe bide pêş. Divê were teqezkirin ku jina azad bi tenê xwe dikare guhertineke rasteqîn di civakê de pêk bîne û dikare rê li pêşiya guhertina demokratîk di civakê de veke. Belê jin bi tena xwe dikare derfeta pêşxistina xwe û mîsogerkirina tevahî mafên xwe di qadên giştî de mîsoger bike. Divê were diyarkirin ku nabe jin bi çi hincetî be ji tu qadî neyê dûrxistin û divê were teqezkirin ku beşdarbûna jinan pêwîst e. Têkoşîna li hemberî tundiya sîstematîk bi hevgirtina jinan a li hemberî pergala baviksalar û îdeolojiya wê ya desthilatdar dest pê dike. Bêyî hevgirtin û têkoşînê wê mafên jinan di bin xeterî û gefên desthilata zilam de bimînin.
(bb)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 726 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 12-09-2024
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 726 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.328 çirke!