Komelgeha Til Qeseb
Komelgeha Til Qeseb dikeve bakurê rojavayê bajarê #Şingal#ê. Temamê akincî û rûniştvanên wê komelgehê Êzidî ne û 9 hoz û eşîretên Êzidiyan li komelgeha Til Qesebê akincî ne, ku ew jî waha ne: Merhirkan, Heskan, Hebab, Elî Sorka, Cêlkî, Qitoya, Feqîr, Kiza, Dîlkan in.
Herwaha gelek cîhên pîroz ên ola Êzidiyan dikevin komelgeha Til Qeseb û salane hejmarekî zêde ya ziyaretkar û serdanker qesda wan cîhên pîroz dikin. Bi taybet jî ew serdan di mehên Nîsan û Gulanê de pêktên. Ji ber ku ew meh mehên tewafa Êzidiyan in. Xelk ji hemû gundên Êzidiyan qesda tewafa pîroz dikin û her kesek ji mirûv, xizm û heval û nêzîkên xwe duayan dikin. Rûniştvan û akinciyên komelgeha Til Qeseb di sala 2010ê de û berî hatina rêxistina terorîst a DAIŞê hejmara wan nêzîkî 18 hezar kesan bûn, lê li gel hatina DAIŞê, bi dest wê rêxistina terorîst bi sedan kes hatin kuştin û hatin bêserûşûn kirin, enfal kirin. Herwaha gelek malbat koçberî bajarên wek Duhok, Hewlêr, Silêmanî û welatên Ewrupayê bûn. 900 kes ji komelgeha Til Qeseb bi destê rêxistina terorîst a DAIŞê bûn qurbanî, ku ji wan jî 420 kes zelam û 480 kes jî jin bûn. Herwaha 126 zelam û 64 jin jî hatin enfal kirin. Derveyî wan jî 108 zelam û 101 jin jî bêserûşûn bûne, ku ji wê hejmarê bi giştî 186 zelam û 315 jin ji dest wê rêxistina terorîst hatine rizgarkirin. Gelek ji wan kesên rizgarbûyî naha li Ewrupayê niştecîh û akincî bûne. Li komelgeha Til Qeseb naha gelek xizmetguzariyên serekî kêm in an jî her nîn in, xizmetên wek av, elektrîk, rêyên hatûçûnê de kêmasî gelek hene. Di destpêka salên 2019ê û 2020ê gelek malbat vegeriyan ser mal û cîhên xiwe û hêdî hêdî xizmetguzarî baştir dibin û jiyana wan birêve diçe. [1]