Navê pirtûkê: Morfolojiya kurdî ya hemdem
Navê nivîskar: #Abdusamet yigit#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlin
Navê çapxaneyê: Soran
Sala çapê: 2015
MORFOLOJÎYA KURDÎYA HEMDEM
Ziman, weke heyîneka ku hebûna têkiliyê didêne, ku mirov li wê dihizirê, mirov wê ziman di çerçoveya têgîneka dîrokî ya ku bi wê re û bi jîyanê re pêşketîya jî fahm bike û werêne ser ziman. Her wusa, têgîna ziman, weke têgîneka ku mirov divê ku hûr û kûr li ser wê bisekinê û wê werêne ser ziman.
Ziman, dema ku em wê di hildina ku dest, em nikarin ji aliyekî wê ve ji têgîne zêhnê û heyîna wê dûr werênina ser ziman. Di vê çerçoveyê de divê ku mirov werêne ser ziman ku têgîna ziman, bi giringîya wê re weke têgîneka ku mirov divê ku wê hilde li dest û fahm bike ya.
Mirov, tişta ku di jîyanê de dît, mirov wê êdî wê salix bike û werêne ser ziman. Lê li vir,, dema ku mirov bahse gotina salixkirinê dike, mirov bahse çi dike?
Mirov di keve wê zanînê de ku mirov bahse hişarîya di derbarê rewşê de dike. Yanê, bi ´wêne kirina rewşê´ ku em di çerçoveya têgîna morfolojikî de hilde li dest, her wusa di vê çerçoveyê de wê weke aliyekî têgînî ê hişî û hişarî jî xwe bide dîyarkirin. Mirov, dema ku rewşê di mejiyê xwe de salix dike, mirov wê rewşê, baş fahm bike. Ankû, mirov wusa di xwe de zan dike.[1]