Berê Kê Li Xweşîyê Ye û Berê Kê Li Tarîyê Ye ???
Ji ber rewşa sîyasî ya aloz, û tevlihevîya ku heye û bi berdewamî dibe li hemû herêmên bakur û Rojhilatê #Sûrîye# yê em nikarin li ser hemû xalên vê mjara berfireh û girêkdar rawestin, û hemû hûrbînîyan bînin zimên…Ji ber vê yekê ez ê di vê gotarê de hewl bidim ku ez çend pirsgirêkên vê dema dawî gotûbêj bikim.
Û di serê de jî rewşa sîyasî û rewşa hevalbendîyên sîyasî li gor mercên heyî
Niha gelo berê kê li xêrê ye, û berê kê hino hino li rojên tarî û nexweş in ???
Kî ji alîyên peywendîdar dixwaze çareserîyeke sîyasî ji qeyrana Sûrî re bibîne û kî dixwaza ji ya xwe danekeve û her û her bimîne nandoz û peyayê hêzên herêmî
Ez dixwazin berî her tiştî balê bikişînim ser du xalên girîng, yek jê ku kurd li Sûrîyeyê tenê mafên xwe dixwazin û di heman demê de jî naxwazin di rêya bidestxistina mafên xwe de mafên pêkhateyên din li welêt bin pê bikin.
Hêzên rikberîya Sûrîyeyê li ser xewnên Şoreşa Sûrî ya mirî dijîn û dixwazin armancên şoreşê di rêya binpêkirina mafên pêkhateyên din de pêk bînin. Jixwe nema ji kesî tê veşartin ku rikberîya sûrî ya sîyasî nema wekî berê ye, niha û ev serê demeke dûr û dirêj e ku parçe parçe ye, û ev parçebûn ji nakokîyên wan û hevalbendên wan tên. Ji ber ku her û her rikberîyeke sûrî ya serbixwe nebû, û her û her bi hêzên bîyanî ve girêdayî bûn. Lê rewşa rikberîya sûrî ya çekdar biçekî cuda ye. Wan niha dev ji şoreşê û armancên şoreşê berdane û bûne nandoz li vir û li wir. Tên kirîn û tên firotin. Hemû çekdarên ku niha li Serê Kanîyê û Girê Spî û deverên di wê navberê de ne nandoz in û ji bo pere, erd, mal û revandina jinên xelkê şer dikin. Û gelek ji wan hene qîma wan nema bi Sûrîyeyê tê, êdî serokkomarê Turkîyeyê Erdogan wan dike kerwan û ji dostê xwe yê lîbî re dişîne ku ji bo wî li dijî lîbîyên din şer bikin. Em vê yekê tenê wekî nandozî dikarin bi nav bikin. Helbet ev navlêkirin rast e, û ne dûrî rastîya ber çavan e. Em dibînin bê çawa çekdarên rikberîya sûrî bi hezaran berê xwe didin Lîbyayê û ji bo 2000 dolar şer dikin. Şoreş, welat, armancên şoreşê (azadî, serfirazî û rûmet) li dû xwe hiştin û bûn nandoz, û hin ji wan nema nandozîyê jî dikin, diçin Lîbyayê ji bo xatirê ku ji wir ve êdî berê xwe bidin welatekî ewropî û li welatekî ji wan welatan bibin penaberên sîyasî û mirovî
Erdogan çawa dike, dikeve şaştîyan de, û yek ji şaştîyên wî yên herî mezin ew e, ku niha ji xwe re li her derê dijmin çêkirine: Welatên erebî, welatên ewropî, Emerîka, Rûsya û hin welatên dîtir hemû ji reftarên Turkîyeyê ne dilxweş in, û hemû jî êdî dixwazin lingên Turkîyeyê di rêya Erdoganî re têkin xefk û davên asê de, û Turkîyeyê bikin wekî Îran, ku ne xerabtir be
Kurd niha baş dizanin bê berê wan li ku ye, ew niha li ser xaka xwe ne, berevanîyê di ber xwe û malên xwe de dikin, û ev yek ji wan tê xwestin û ne li dijî zagonên nêvdewletî ye, lê Turkîye û hevalbendên xwe ji kuştin, dizî, revandin û talanê pê ve tu tiştekî din nakin. Êdî kî wê ji niv re bawerîyê bi rikberîya sûrî bîne, wê kî wan êdî wekî ku niha çawa ne bipejirîne. Çareserî maye ku hêzên tarî ji holê rabin, ew yên ku niha di Idlib û derûdora wê de ji ber derbên dijminên xwe asê mane
[1]