Çi Girîngiya Danûsitandina Li Gel Şamê Heye?
Perwer Mîdî
Li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê, di dawiya tîrmehê de şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demoqratîk (MSD) bi serokatiya Seroka Desteya Rêvebir a meclisa navborî “Ilham Ehmed”, ji bo danûsitandina li gel hikûmetê, seredana Şama paytext kir .
Çavên her kesî li derencamên pêşîn ên danûsitandinên di navbera şandeya MSDê û hikûmeta Şamê de ne .
Tevlî ku ev danûsitandin bi guman in jî, lê ji bilî lihevkirinê, tu bijardeyeke din ji bo çareseriyê tuneye. Ev yek jî di daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed der barê herêmên kurdî de diyar dibe; ji ber ku ji berî demekê Esed gotibû ku tenê du rê li pêşiya kurdan in: An divê em diyalogê bi hev re bikin, an jî şer.
Bê guman rêya tekane ji bo çareseriyê “danûsitandin” e. Lê heta niha jî hikûmeta Sûriyeyê tu proje ji bo bidawîkirina vê bobelatê nedaye ber xwe, her wiha welatên zilhêz ên mîna: Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Îranê jî li ser vekişandina hêzên xwe û milîsên biyanî ji herêmê, negihane rêkeftinekê.
Di dema îro de, hikûmeta Sûriyeyê bi bijardeya leşkerî nêzîkî aliyên dijberî xwe dibe. Herêm, di navbera Rûsya û komikên bi ser Îranê ve ji aliyekî ve û di navbera Amerîka û hevlabendên wê (HSD) û hêzên kurdî yên rojhilata Çemê Feratê ji aliyekê din ve, biparvekirî ye.
Hêzên kurdî zêdetir ji rêjeya 30% ji xaka Sûrî rizgar kiriye ku aniha ew deverên rizgarkirî li jêr kontrola wan in. Lê her kes dipirse: Gelo ev herêmên li jêr serweriya HSDê, di siberojê de, dê çarenûsa wan çi be, her wiha eger hat û rêkeftinek di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk hat , dê şeweyê birêvebirina herêmê çawa be ?
=KTML_Bold=Ji bo bidestxistina mafên gelê kurd, çi ji bo me girîng e:=KTML_End=
1- Danpêdaneke destûrî bi mafên netewî yên gelê kurd pêk were .
2- Zimanê kurdî li herêmên kurdî yê de sereke be .
3- Der barê herêmên Sûrî yên rizgarnekirî de, divê rizgarkirina Efrînê di serê lîsteyê de be.
4- Divê şêweyê birêvebirina Rojavayê Kurdistanê ji “Rêveberiya Xweser” ne kêmtir be .
5- Rakirina hemû projeyên nijadperestî sebaret bi bicihkirina erebên “xemer” û vegerandina mal û mulkan li xwediyên rasteqîn .
6- Dîtina çareseriyeke guncaw ji rewşa perwerdehiyê re li herêmên kurdî û bakurê Sûriyeyê .
7- Sererastkirina rewşa xwendekarên zanîngehên Sûrî yên ku ji ber rewşa şerê li Sûriyeyê ji xwendinê bi dûr ketine.
8- Bipêşxistina asta xizmetguzariyan li herêmên Rojavayê Kutdistanê .
9- Peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan, da ku xelk ji penaberiyê vegere ser mulk û malên xwe .
10- Lêborîneke giştî ji bo rewşa leşkerî li herêmên li jêr kontrola HSDê de.
[1]