=KTML_Bold=Serê Me li Kevir Ketiye!=KTML_End=
#Ezîz Xemcivîn#
Welatê me di aloziyeke dijwar re dibihure, çi dema ku miletê me digihêje asteke ronak û çavên cîhanê li ser vedibin, tirseke mezin di dilê dijminên me de peyda dike û di plan û têkçûna ewê ronahiyê de diramin, hewildanên xwe dikin, bi dijminên xwe re li hev tên, civînên du-sê-çarqolî pêk tînin û pehîna xwe li kêşeya kurdan didin.
Beramber wê, kurd çi dikin? Pirseke girîng e, eger em ketwar, rêyalêt û wêrek bin û berê xwe ji dil bidin têkçûnên xwe, em ê çareseriyekê ji malkambaxiya xwe re bibînin; lê em her dem mîna zirelokan serê xwe di nava axê de vedişêrin û paşiya xwe bilind dikin..
Rojekê yan carekê me nedîtiye yan me nebihîstiye jî ku serpereştekî me li pêş miletê xwe gotiye: “Min ev kar kir û têk çûm, ez şaş bûm.” Ne çi kes ji me jî wisa dibêje. Ma kê ew serpereşt û serok çêkirine, gelo ne dîsa nezaniya me, an korbûna me ye? Miletê ku hejmara partiyên wî ji hejmara helbestvanên wî bêhtir be, çi hêvî di serkeftina wî de nîne.
Di van çend salan de şikestineke giştî li her çar parçeyên Kurdistanê çêbû, kêşeya kurdî bi kêmî pêncî salan bi paş ve ket û miletê me dîsa ew tehlî di xweziyên xwe de noşand. Bila em bi dûrbîna xwexapandinê li mijarê nenêrin, rewş xwe şîrove dike; tevgera kurd û Kurdistanê têk çû û diyar bû ku em ne di asta qonaxê de ne û ne jî em dikarin an wêrek in ku rastiya xwe şîrove an rexne bikin.
Heta em têbigihên ku kêşeya me bi destên me tête firoştin û bi destên me têk diçe, ewê hingê em ê zanibin ku yê serê wî li kevir ketiye ez im.
Der barê Rojavayê Kurdistanê û bobelata ku hatiye bi serê milet de ji kuştin, koçberî, dagirkirin û hwd… sedemên wê pir in û di kurtegotarekê de şîrove nabe û ne têrê dike, lê mirov dikare bi kurtî bibêje û bi taybetî rewşa Efrînê di metirsiyeke mezin de ye. Efrîn xelekek ji xelekên têkçûna tevgerê bû, her çi qas em rastiyê veşêrin jî, lê rastî mîna giya ye û tu caran di bin keviran de namîne.
Dijmin xurt e, devbixwîn e û hêzdar e, ev rastiyek e; lê ka li hember evê hêzê em çi dikin? Bila em ne tenê comerdên xwîna sor bin, bila em comerdên hişmendiyê bin, ji xwe re jîr bin, ne ku dijminên hevûdin bin.
Bi qasî dijwariya rewşê em ne serwext in, em ne hezkerên hev in; em dijminên serê xwe ne, mîna kew in, rojên me hemû bi nakokiyan dibihurin. Her dem jî em nabêjin ku em têk çûne, her dem em xwe serkeftî dibînin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]