Koço, gundekî girêdayî navçeya #Şengalê# ya girêdayî parêzgeha Nînowa ya Başûrê Kurdistanê ye. Piraniya rûniştvanên wê êzdî ne, di êrîşa DAIŞê, di roja (#03-08-2014# ) de, ev gund rastî êrîşa çekdarî hat, piştî ku jin û mêr ji hev cuda kirin, zêdetirî 423 mêr hatin gulebarankirin û bi sedan kes jî winda bûn.
Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî duhî dawî amarên taybet bi tawanên DAIŞê belav kir û diyar kir, heta niha 1293 Êzidî di êrîşên DAIŞê şehîd bûne, 2745 zarokên Êzidî sêwî mane, 6417 Êzidî hatine revandin, ji wê hejmarê jî 3550 kes hatine azadkirin. Herwiha nêzîkî 100 hezar Êzidî koçberî derveyî Iraqê bûne.
dayikên gundê Koco ji ber dûriya kesûkarên xwe dinalin, birînek li dilê wan e û bê derman e. Jineke gund jî çîroka revandina xwe ji aliyê DAIŞê ve bi bîr tîne û dibêje: “DAIŞê hemû kesûkarên me li ber çavên me kuştin û em revandin û birin Sûriyê û em ji hev dûr xistin.”
Berî jenosaydkirina gundê Koco, xelkê wî bi gundî hemû boneyên xwe yên civakî û olî bi coş û xweşî dikirin, lê ji 15/8/2014an ve û di şeveke tarî de, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Koco kirin, gund wêran kir û gundî jî kuştin û revandin.
Gundê Koco dikeve qubleta çiyayê Şingalê, berî hatina DAIŞê 1700 kes lê dijiyan. Piştî 12 rojan ji dorpêçê, DAIŞê roja 15ê Tebaxê êrîşî ser gund kir û xelkê gund jenosayid kir. Piştî rizgarkirina gund jî, 17 gorên bikomî hatin dîtin ku termê 400 kesî tê de bûn. Heta niha jî 525 kesên din jî winda ne.
Çavkanî: Kurdipediya - Wergera ji zimanê erebî
[1]