Dîroka #Zimanê Kurdî# 2
Dîroka Kurdî di diyardeyek reş de, îro xwe dubare dike
Biradostê Mîtanî
Tîpên Kurdî yên latînîî.
X(2) a dawî.
Ji ber ku beşê herî mezin ji #gelê kurd# di BAKURÊ KURDISTANÊ de ye û ew nêzîkî çanda latînî ye, ew bi tîpên LATÎNÎ dinivîsîne, yên ku mîr CELADET BEDIRXAN bi arîkariya rohlatnasê FERENSÎ ROCÊR LISKO afirandine ji (31) tîpî û cara yekemîn #15-05-1932# (z) pê kovara Hawarê hat nivîsandin. Lewra ew roj bû CEJNA ZIMANÊ KURDÎ.
-Girngiya tîpên Pêlewanî:
Dîroka tîpên Kurdî yên resen ê ku îro em ji wan re dibêjin Soranî bihtirî (5000) sal e bi taybet ji dema tîpên me yê Pêlewanî ve yên dîroka wan bihtir zelal dibe û dirûne wek bingih ji tîpên Soranî (Kurdî) ,Farisî û Erebî re ji bihtir (2000) sal e. Wan miletan ew tîp birin û pê nivîsandin, lê mixabin me gelê Kurd bi gelmperî me ser guhên xwe re avêt û me tîpên seydayê Celadet yên berya (90) salekî kirin bingeh. Me xwe ji rayên xwe û ji gencîna çanda xwe ya kevnar qut kir ,lewra me zirarek mezin gihande kesayeta xwe ya netewî .
Ji aliyê axaftinê ve Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Ewrupî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene.
Zaravên sereke ev in :
1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava ye) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî) 3- kurmancikî yanî Dimilkî yanî Zazakî 4- Hewramî 5- Kelhorî 6- Lorî.Hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .
Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî di axivin li kurdistanê. Lê ew hijmar mestir di cîhanê de ye. Ji sedemên nejadperestî û sitemkariyê, ew zimanê ku xwedê çêkiriye û Rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 28 ê ye di nav zimanê cîhanê de û bi zengîniya peyvan ê siyem e di cihanê de .Ew zimanê giring û xwert kete bin siha metirsiyê de , ku were asmîlasyonkirin ,yanî helandin. Lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.
Di dawî de weke ronakbîr Ebdullah Ocelan gotî zimanê me, bedena me ye em li bedena xwe xwedî derkevin ,lewra divê em di zimanê xwe de bijîn û wî biparêzin. ji ber ku em weke netewa KURD pê tên parastin .Lewra ji me tê xwestin ku em bi erkê xwe rabin di aliyê axaftin û nivîsandina bi wî , di hemû deran de, bi taybet di milên xwe de .Ji ber ew dibistana yekem e û wilo em guh bidin perwerda Fermî di dibistanan de jî , ji bona ku ew hêvî û xewnên salên bûrî bicih werin û va bi cih tên,ji ber zimanê me pêş dikeve wek xwendin û rêzmanî, mîna zimanên hemû miltan. Lewre divê em jêre xwe biwestînin bi dilsozî. Çimkî va roja azadiya gelê me hat û geya dibin keviran de namîne û nema ,ji ber ku va perwerdeya me li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji R(1) yê seretayî ta zanîngiha bi zimanê me yê Kurdî ye û di babet û rêzmaniya xwe de pêş dikeve û bi hêvî ne ku li parçên din jî ew serkeftin pêk were û bi saya tekoşerên me wê li wir jî ,ew serkeftin pêk werin.
Dîsa Cejna Zimanê Kurdî pîroz be û ya serkeftin û azadiya me be.[1]