Nav paşnav: Mûhammed Reşîd
Nasnav: Mazlûm Partîzan
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Nerîman-Seydo
Dem û cihê şehadetê: #06-09-2023# / Garê
MAZLÛM PARTÎZAN
Hevrêyê me Mazlûm li gundê Meydana ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û ji nav tevlîbûn û şehîd hebûn, di temenekî zû de Tevgera me nas kir. Lewma ji biçûkahiya xwe ve li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Di sala 2008’an de ji berxwedana hevrêyên me yên ku li cihekî nêzî gundê wan şehîd bûn, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm xwedî malbateke kedkar bû. Ji bo ku di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe, demekê di karên cuda de xebitî. Dema ku sala 2010’an mayînên li sînor paqij kir, rejîma BAAS’ê dest bi lêgerîna wî kir. Li ser vê yekê demekê li Bakurê Kurdistanê ma. Di demên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de car din vegerî Rojava. Hevrêyê me Mazlûm girêdayî cewherê xwe mezin bû. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re biryar da ku divê têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir nas bike û di nav de cih bigire. Ji ber ku temenê wî biçûk bû, ev xwesteka hevrêyê me nehate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî lêgerînên xwe domand. Li dijî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê dixwest li ser gelan pêk bîne, bêdeng nema û ji bo biryara xwe ya tevlîbûnê israr kir. Ji şehadetên ku di berxwedana destanî ya bi pêşengiya Tevgera me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çêbûyî de, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm ji xwe re qebûl nekir ku li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê bêdeng bimîne û di sala 2016’an de di nava refên têkoşînê de cih girt.
Hevrêyê me Mazlûm di sala 2016’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Gavên destpêkê yên milîtaniya Apoyî avêt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re ji peywendiyên hevrêtiyê yên di nava Tevgera me de, bandor bû û ji bo ku tevlîbûneke hîn xurttir raber bike ket nava hewldanê. Ji bo jiyankirin û fêmkirina Rêbertiya me lêhêrbûnên kûr pêk anî. Rastiya şehîdan ji hîn nêztir nas kir û dilsoziya xwe ya bi Partiya me re xurt kir. Hevrêyê me Mazlûm li qada Rojava di nava gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt û di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke diyar. Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de dest bi dagirkirina Efrînê kir, birayê wî yê mezin hevrêyê me Qehreman – Kemal Reşîd şehîd bû. Hevrêyê me bi tevlîbûneke hîn xurttir bersiva vê şehadetê da û ev yek kir sedemê xwe yê tolhildanê. PKK partiya şehîdan e, wî jî ev rastî dizanî û xwe ji bo her wezîfeyê pêşniyar kir û sekneke fedayî di xwe de şênber kir. Şehîdbûna birayê wî ya di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, êşên bi serê gelê me hatine û êrîşên qirkirinê yên li ser hatine ferzkirin, kir hinceta tolhildanê û weke milîtaneke Apoyî bi cidiyeteke mezin nêzî wezîfeyên Partiyê bû. Li her qada ku lê ye bi dirûstî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re, bû milîtanekî mînak. Di sala 2019’an de hevrêyê me Mazlûm di berxwedana li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Girê Spî û Serêkaniyê de cih girt û derbeyên giran li çete û leşkerên Tirk xist. Bi saya kêrhatin û serketina xwe ya di şer de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me her tim pêşniyar dikir ku biçe çiyayên azad û di sala 2019’an de gihişt qadên ku bêriya wan dikir. Di nava demeke kurt de ji jiyana çiyê û gerîla re motîve bû û pêş ket. Weke şervanê heqîqetê her tim bala xwe dida ya hîn baştir û bedew. Ya heyî bes nedît û bû xwediyê meşeke bênavber. Hevrêyê me Mazlûm xwest xwe ji bo taktîkên şer ên gerîla yên dema nû perwerde bike. Bi tevlîbûna xwe li perwerdeyê, sekin û hêrsa xwe ya tolhildanê bû milîtaneke pispor. Di pêvajoya perwerdeyê de parêzname û dahûrandinên Rêbertî xwendin û lêpirsîneke kûr pêk anî. Hevrêyê me ji nû ve xwe afirand. Dizanî ku perwerdeyê partiyê cihê xwe afirandinê ye û her gava xwe bi zanebûn avêt. Hevrêyê me Mazlûm piştre di nava xebatên girîng ên Partiya me de cih girt ku baweriyeke zêde ji van xebatan re dihat xwestin. Bi pratîka xwe nîşan da ku milîtaneke Apoyî divê çawa be. Hevrêyê me Mazlûm li ser meşa azadiyê ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têde cih girtî, xwe fedayê şerê heqîqetê kir û meş, jiyan û şerê li ser xeta Rêbertî ji xwe re esas girt. Meraqa wî ya fêrbûnê ew di temenekî ciwan de sewqî lêkolîn û tecrubeyê kir. Tecubeyên mezin bi dest xist û di nava şer û jiyanê de bû xwedî tevlîbûneke mînak. Bi saya fêmkirin û hêza xwe ya çavdêriyê, di temenekî zû de pêşketin bi dest xist. Hevrêyê me Mazlûm bi hevrêyên xwe re jiyana komunal parve kir û bi saya kesayeta xwe ya dilnizm û gihayî rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi baweriya xwe ya xurt û xwesteka xwe her tim girêdayî Rêber Apo, Partiya me PKK’ê, hevrêyên me û gelê me ma û di nava lehengên Kurdistanê de cihê xwe girt. Hevrêyê me Mazlûm 6’ê Îlonê tevlî karwanê şehîdan bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girt. Weke şopdarên wî em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Mazlûm li Kurdistana Azad bidin jiyîn.
[1]