Nav û paşnav: Bariş Kartal
Nasnav: Yilmaz Dersim
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik û Bav: Fatma – Abdullah
Dem û cihê şehadetê: #18-08-2024#/Botan
YILMAZ DERSÎM
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku Rêberê me ji tunebûnê afirand û li dijî înkar, îmha û qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn ê xwedî dîrokeke destanî ye, bûye hêviya gelê me û hemû gelên bindest. Helwesta gelê me yê welatparêz tevî hemû êrîşên dewleta Tirk, îro bi bedelên mezin gihîştiye asta herî jor, her tim di serkeftina têkoşîna me de diyarker e. Hevrêyê me Yilmaz li navçeya Silopiya ya Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku hem ji eşîra Sipêrtî ye û hem jî ji derdora wî ya nêzîk gelek kes beşdar bûn, hişt ku hevrêyê me di temenekî biçûk de Partiya me nas bike. Hevrêyê me yê ku bi çand û exlaqê welatparêziyê mezin bû, weke kesayeteke polîtîk bi kurdbûna xwe haydar bû û girêdayî nirxên xwe bû. Şahidiya şerê li Kurdistanê qewimî kir û li erdnîgariya ku lê dijî zilma dijmin dît. Hevrêyê me yê ku di pergala perwerdehiya dewleta Tirk a ku navenda asîmîlasyonê ye û li ser esasê ji bilî Tirkî tunekirina hemû zimanên din hatiye avakirin, ji bo demeke kurt çû dibistanê û di dibistana seretayî de rastiya dijmin fêm kir. Ji ber ku nekarî zimanê xwe yê zikmakî biaxive vê yekê veguherand hêrsa li dijî sîstemê. Bi terikandina dibistanên mêtinger helwestek tûj nîşan da. Ji ber ku dizanibû jiyaneke bê ziman jiyaneke bê rûmet e, di her aliyê jiyanê de nêzîkatiyeke hestiyar ji zimanê dayikê re nîşan da. Hevrêyê me yê ku êşkence û zilma dijmin li ser gelê me yê Botanê dihat kirin dît, ji ber tevlîbûna derdora wî ya nava tevgera me bandoreke mezin li ser wî kir. Weke ciwanekî Kurd û bi rûmet hem rastiya sîstemê fêhm kir û hem jî bi saya şehîdên Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku Tevgera me da destpêkirin kete nava lêgerîn û lêpirsîneke kûr. Hevrêyê me yê ku heyranê gerîlayê ku di şer û pevçûnên bi dewleta Tirk re destanên lehengiyê nivîsandibû, beşdarî merasîma cenazeyên gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûn, bû û soz da ku wê tola şehîdan ji dijmin hilîne. Bi zanebûna encax bi tevlîbûna nava refên têkoşînê dikare bersiva şehîdan bide, tevgeriya.
Hevrêyê me Yilmaz di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad ên ku cihên pîroz ên gerîla ne û li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me piştî demeke kin li herêma Botanê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me Yilmaz ê ku ne xerîbê jiyana gerîla bû, şert û mercên dijwar ên çiyê dizanibû, di adaptekirina jiyanê de tu pirsgirêk nejiya. Hevrê Yilmaz ji hevaltiya gerîlayan bi bandor bû, bi baweriyeke mezin beşdarî perwerdeyê bû. Ji ber bi moral tevlî perwedeya bingehîn a gerîla bû di demeke kin de bi pêş ket. Di perwerdeyê de bi xwendina materyalên Partiyê di aliyê îdeolojîk de xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Yilmaz pêvajoya perwerdeyê bi awayekî serketî bi dawî kir, bû gerîlayekî jêhatî û di qadên pratîk de ezmûnek bi dest xist. Di gelek mijaran de bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş a di xebatên pratîk de alîkariya hevrêyên xwe kir. Bi disîplîneke mezin nêzî her karê Partiya me dibû û pêk dianî. Hevrêyê me yê ku bi girêdaneke kûr girêdayî şehîdan bû, aramanca wî ew bû ku layiqî şehîdan bibe û di mezinkirina têkoşînê û bûyîna fedaî de bi awayek çalak xebitî. Hevrê Yilmaz ku di perwerdeyeke xurt de derbas bû, weke gerîlayekî pispor ê xwedî îdeolojîk ji bo her wezîfeyê amade bû. Bi pisporbûna di gelek şaxên cuda de, armanc kir ku bibe diyarkerê pêvajoya dîrokî û destanî. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û bikaranîna her cure çekên qedexekirî û gazên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bû sedem ku hevrêyê me têkeve nava hewleke ku derbeyeke mezin li dijmin bide. Hevrêyê me Yilmaz ê ku berpirsyariyên dîrokî yên pêvajoyê dizanibû û di xeta fedaî de kêliyekê jî tawîz neda û soz da ku ew ê li ser xeta fedaî û şopa fedaiyan bibe milîtanekî Apoyî.
Hevrêyê me Yilmaz ji bo di şert û mercên herî dijwar de şoreşgeriyê bike bi israr xwe pêşniyarî Bakurê Kurdistanê kir. Hevrêyê me yê ku bi erka dîrokî ya ku dabû ser milê xwe dizanîbû û her kêliya xwe bi lêgerîna derbeyek mezin li dijmin bixe derbas kir. Di #18-08-2024#’an li herêma Kêla Memê di şerê bi dijmin re ji bo bi saxî nekeve destê dijmin heta guleya dawî şer kir û guleya dawî ji xwe re hişt û şehîd bû. Hevrêyê me Yilmaz di dîroka me ya têkoşînê de weke mînakeke berbiçav a ku milîtaniya fedaî ya Apoyî tu carî teslîm nabe û weke abîdeya berxwedanê cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşîna ku hevrêyê me Yilmaz ji me re hiştiye bigihînin serketinê û bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdan bejna xwe ditewînin.
[1]