Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,211
Wêne
  123,650
Pirtûk PDF
  22,057
Faylên peywendîdar
  125,238
Video
  2,185
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
32
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,817
Kurtelêkolîn 
6,788
Şehîdan 
4,525
Enfalkirî 
4,800
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   Hemû bi hev re 
272,746
Lêgerîna naverokê
Ubeydullah Muhammed Laçîn - Kemal Piling
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ubeydullah Muhammed Laçîn
Ubeydullah Muhammed Laçîn
Nav û paşnav: Ubeydullah Muhammed Laçîn
Nasnav: Kemal Piling
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dayik û bav: Gulê – Orhan
Dem û cihê şehadetê: #05-09-2021# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
KEMAL PILING
Hevrêyê me Kemal di malbateke bi eslê xwe ji Agiriyê ne li Stenbolê hatiye dinê. Ji ber vê yekê ji neçarî li dûrî Kurdistanê mezin bû. Ji ber ku malbata wî demeke dirêj li Stenbolê bû, ji çand û zimanê Kurdî dûr ma. Ji ber vê sedemê derfeta ku karibe tevahî cewhera xwe bijî nedît. Hevrêyê me dizanibû ku ew Kurd e, lê ji neçarî jiyaneke dûrî Kurdayetiyê jiya û di vê mijarê de nakokiya xwe ya yekem jiya. Dema fêm kir ku hem ji ber zexta dijmin û hem jî heta salên 1990’î gelek malbatên Kurd ji bo hebûna xwe ya fizîkî dewam bikin ji Kurdayetiyê reviyan û ev yek nakokiyên wî hîn zêdetir kirin. Bi demê re bandora têkoşîna me ji sînorên Kurdistanê derbas bû û li metropolên Tirkiyeyê belav bû. Gelê me ji bo xwedî li têkoşîna hebûnê derkevin serî rakirin û ciwanên Kurd weke lêhiyê herikîn nava refên gerîla, ev yek bala hevrêyê me Kemal kişand. Hevrêyê me ji bo heqîqeta ku gelê me rakir serhildanê û ciwanên Kurd ên jin û mêr ber bi çiyayan ve kişandin fêm bike, meraq û lêgerîna xwe ya di vî alî de kûr kir. Hevrêyê me dema ku rastiya têkoşîna me nas kir, bandora dijmin a li ser kesayeta xwe jî nas kir û weke ciwanekî Kurd li ser sedemên ku çima bi ziman, çand û nirxên xwe nejiyaye bêhtir kûr bû. Hevrêyê me nîqaşên ku bi hevalên xwe re meşand û bi xwendinê re rastiya dijmin hîn bêhtir fêm kir û berpirsyarên rastîn ên ku wî ji cewherê wî dûr xistine nas kir. Hevrêyê me Kemal wan salên ku ji cewhera xwe dûr ma qebûl nekir, xwest bibe xwedî jiyaneke bi rûmet û di wê baweriyê de bû ku ev yek di nava têkoşîna refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêkan e. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna çalakiyên ciwanên welatparêz, şoreşger gava yekemîn avêt nava jiyana bi rûmet. Di pêvajoya ku di nava çalakiyên ciwantiyê de bû hem polîtîkaya qirkirina dijmin a li ser gelê Kurd û hem jî berxwedana destanî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng tê meşandin serwext bû. Hevrêyê me serwext bû ku têkoşîna azadiyê di heman demê de têkoşîna wekhevî, azadî û jiyaneke mirovî ya li dijî modernîteya kapîtalîst a li ber têkçûnê ye, weke kesayetek sosyalîst bi dilsozî û bi coşeke mezin beşdar bû. Hevrêyê me Kemal di nava têkoşînê de tecrûbeyek bi dest xist û şehadeta hevrêyên me yên pêşengiya pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya di sala 2010’an de dest pê kir, bandoreke mezin li ser wî kir. Hevrêyê me ji jiyana têkoşînê û kesayeta şehîdên me yên ku giyanê xwe ji bo azadiya gelê me feda kirine bi bandor bû û gihişt wê baweriyê ku têkoşîna heqîqetê ancax bi vî rengî dikare were meşandin. Dizanibû ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Dersimê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Kemal yekemîn perwerdeya gerîlatiyê ji hevrêyên xwe yên li herêma Dersimê dît. Ji ber dijwariya şer di demeke kurt de di kesayeta xwe de guherînên girîng çêkir. Hevrêyê me yê ku taktîk û şêwazê şerê gerîla rasterast di nava şer de fêr bû, bi vê re tecrûbeya ku bi salan bi dest bixista di nava çend mehan de bi dest xist. Bi perwerdehiya ku dît û parvekirinên bi hevalên xwe re rastiya gel, welatê me Kurdistan ku di nava dewletên dagirker de kirine çar parçe û ji hevrêyên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûne hîn bû ku heman sîstema qirkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Ji ber vê yekê hêrsa hevrêyê me ya li hemberî dijmin zêdetir bû, ji bo vê yekê veguherîne çalakiyê xwe pêşniyar kir. Hevrêyê me Kemal 2 salan li herêma Dersimê pratîk kir, li vir bingeha tecrubeyên girîng ên ku jiyana wî ya gerîlatiyê avakir, bi dest xist.
Hevrêyê me yê ku di sala 2013’an de li ser banga Rêbertiya me di nava komên vekişînê de cih girt û dema gihişt herêma Cûdî bi israr xwest li wir bimîne. Hevrêyê me digot ku dijmin li hemberî pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin ne samîmî ye, ji bo vê jî xwest li Bakurê Kurdistanê bimîne û demekê beşdarî xebatên li herêma Cûdî bû. Piştî êrîşên dewleta Tirk ên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê li ser Kobanê dest pê kirin, ji bo parastina gelê me derbasî Kobanê bû. Demeke kin li vir ma û mil bi mil li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me yê di pevçûnê de bi giranî birîndar bû, piştî tedawiyê vegeriya herêma Cûdî. Hevrêyê me piştre hem ji bo perwerdehiya berfireh û hem jî tedawiya xwe bidomîne çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û li wir tevlî perwerdeya bîrdozî bû. Hevrêyê me di perwerdehiyê de li ser parêzname û dahûrandinên Rêber Apo pêvajoya lêhûrbûnê derbas kir û di kesayeta xwe de têkoşîna guhertina vegera li cewhera da destpêkirin. Armanca wî ew bû ku di felsefeya Apoyî de kûr bibe û xwe bi her alî de dahûrîne. Hevrêyê me yê ku bi wêrekî li xwe vegeriya, di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me Kemal weke şoreşgerekî sosyalîst hem di warê çînayetî û hem jî di warê netewî de bi erkên xwe dizanibû, bi îdia û biryardariyeke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku bi hêza ku ji perwerdeyê wergirtibû xwest erka xwe ya dewreyê bi cih bîne, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebitî. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar hemû xebatên ku tê de cih girtibû bi serketî bi encam kir. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetek sade, dilpak û durust e, di xeta milîtaniya Apoyî de bi helwesta xwe ya zelal bawerî da hevrêyên xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku di hin xebatên stratejîk de cih girt, baweriya ku pê dihat vala dernexist. Hevrêyê me yê ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, tolhildana ji dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê me komkujî pêk aniye kir armanca xwe ya sereke. Lêhûrbûna xwe ya di vê mijarê de bi hevrêyên xwe re parve kir û diyar kir ku ew li her derê amadeye ku bi erka xwe pêk bîne. Ji ber di xebatên dimeşand de serketî bû û rewşa wî ya tenduristiyê, li ser pêşniyara hevrêyên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên xwe dewam kir.[1]
Ev babet 341 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/ - 28-09-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 09-05-2021
Cihê jidayikbûnê: Stembol
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Tirkiya
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 23-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 28-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 341 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!