=KTML_Bold=Têkçûna Aliyekî Kurdî… Ji Aliyê Din re Nabe Serkeftin=KTML_End=
Mihemed Zekî Mihemed
Ev çend sal in ku bajarê zeytûn û aştyê ”#EFRÎN# ” dorpêçkirî ye û di bin gef û çavsoriya Holakoyê sedsala bîst û yekan (Erdogan) de dijî.
Efrîna ku ev heft sal in ji koçber û mişextên têvel re yên ku ji ber sitem, zor, talankirin û wêrankirina ku li bajarên Sûriyeyê qewmiye reviyane, bûye penageheke biewle. Şêniyên Efrîna dilsoz û dilfireh dergehên xwe ji wan re vekirin, bi aştî û biratî pariyê nên bi hev re parve dikirin. Ev yek jî bê cudahî û quretî di navbera ol, netewe û bawriyan de dibû. Ev yek bi kîndar û zikreşên dijminê kurdînî, demoqrasî û hezkirinê ne xweş bû. Ji lew re ji destpêka meha çile ve hikûmeta AKPê bi serkêşiya Erdoganê sergerm û zorbaz, propogendaya êrîşa xwe li dij Efrînê ragihand, ew jî bi piştgîriya dezgehên ragihandinê, oldar û mizgeftan… bi behaneya parastina ewlehiya Tirkiyê ya neteweyî.
Di dîroka 20-1-2018 de êrîşa hovane û dijminane dest pê kir. Bê ku Tirkiye cudahiyê bixe di navbera jin, zarok, kal û kaviran de, bi hemî rengên çekên giran ji balafir, tang û topan û bi hevkariya komikên çekdar ên rikberiya Sûrî, Efrîn bumbebaran kir.
Ji her kesî re diyar bû ku ev leystikên AKPê bi mebesta qelskirin û lêxistina berzbûna kurdan e, her wiha ji bo dûzkirina rê li pêşiya projeya firehkirina dagirkirina bakurê Sûrî ye; ta ku rê li pêşiya hêz û desthilatdariya islama siyasî ya hovane ku ketiye tengasiyê veke, nemaze piştî têkçûna wê li deverên Cizîr, Reqa û Dêra Zorê. Îcar bi xurtî diyar dibe ku daxwaza bingehîn: Vegerandina Xîlafta Osmanî ye.
Bi dirêjahiya du mehan xelkê Efrînê li kêleka şervanên kud (YPG, YPJ û QSDê) bi mêranî û wêrekî li hemberî vê êrîşa hovane rawestiya û efsaneyên qehremanî û xwegorîkirinê xêz kirin.
Ta roja 18’ê Avdarê, ango Roja Reş, ku hêzên dagirker derbasî hundirê bajarê Efrînê bûn, êdî ji nû ve xelk koçber, mişxte û li çolan derbider bû. Hêzên tarî jî di nava bajêr de dest bi dizî û talankirinê kirin. Tevahiya evan bûyeran li pêş çavên civata navdewletî û rêxistinên mafên mirovan rû da, bêyî ku mijgulên wan bijenin.
Gelo piştî vê çi pêwîst e?
Ji her kesî re hat diyarkirin ku rast e navnîşana vî şerî li dij PKK û hevalbendên wê li Sûriyeyê bû, lê di naveroka xwe de şerê li dij hebûna kurd û kurdayetiyê bû; bi aramenca guhertina demografiya herêmên kurdî.
A xuya û berçav jî ew bû ku cîhan hemî di kuştina kurdan de yekhelwest e. Vêca ya girîng û pêwîst ew e ku hemî partî û çarçoveyên siyasî yên kurd hewcedarê lêvegreke rexneyî ne, da ku ew lêveger li ser kul û êşan raweste, derman û hetwanan jê re peyda bike, xwedî li yekrêziya kurdî li ser bingeha yekbûna hestên neteweyî û berjewndiyên gelê kurd derkeve û bizane ku tirk dijminê gelê kurd ê yekem e.
Ya herî girîng û pêwîs ew e em bizanin ku têkçûna aliyekî kurdî ne serkeftina aliyê din e.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]