Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,064
Wêne
  123,206
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,344
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
EFRÎN
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn
Efrîn
#EFRÎN#
#Fêrgîn Melîk Aykoç#

Her çendî hin dibêjin keştiya Nûh li Agiriyê, hin jî dibêjin li Cûdîyê deniye; lê na, li gor riwekên xwezayê, ne li Cûdî, ne jî li Agirîyê darên zeytûnan tune ne. Li vê herêmê tenê li Efrînê darên zeytûnê hene û wê demê jî hebûn. Heta tê gotin ku welatê “Zeytûnê” Efrîn e û zeytûn ji wir li hawîrdorê Deryaya Sipî belav bûye.
Ji ber vê egerê jî mirov dikane bibeje: Wê kevokê ew guliyê zeytûnê ji çiyayên li dora Efrînê aniye, gihandiye Nûh. Ev kevoka bi guliyê dara zeytûnê vegeriyaye îro sembola aşîtiyê ye. Xwînxwarên Enqerê xwestin vê biwêja pîroz ji aliyekê ve dejenere bikin û bavêjin, li aliyê din di bin siya guliyê dara zeytûnê de mirov û cîhanê bixapînin. Lewre karê wan sextekarî, xapandin û dejenerekirin e.
Çima Efrîn?
Yek: Efrîn di warê leşkerî de devereke jeostratejîk e, her wiha wekî gulmisteke bihêz a keleha berxwedan û azadiyê di zikê sînorê Tirkiyê de rûniştî ye.
Di warê leşkerî de ev dever di destê kî de be, dikane hem deverên Ezaz û Carablusê, hem jî Idlibê, Heleb, Entab û hetanî Amanosayê bigire bin kontrola xwe. Ji ber vê egera jeostratejîk jî, Tirkiye ji zû ve li firsendeke dagîrkirina Efrînê digere. Ev xewna wan ji roja Komara Tirk hatiye damezrandin ve heye. Bi destûra Rûsyayê di wê baweriyê de ne ku ji bo wan keys lê hatiye.
Du: Derfetên ku kurd bikanin ji Çiyayê Kurmênc û Idlibê bigihin Deryaya Sipî heye. Bidestxistina vê xet û karîdorê ji bo kurd û Kurdistanê dibe yekem pencere ku li cîhanê vedibe, li gel wê Neft û gaza Kurdistanê dikane rasterast di ser vir re biherike Deryaya Spî. Ev ne li berjewendiyên Tirkiye tê, ne jî li gor berjewendiyên Rûsyayê ye. Lewra Rûsya dixwaze tenê neft û gaza xwe derbesî Ewrupayê bike, rekabetê naxwaze. Ji vê yekê Rûsyayê di serî de rê da Tirkiyê ku bikeve Cerablus û Ezazê. Tirkiye li gel wê xewna xwe, dixwaze pêşî li aboriya Kurdistana Rojava bigire û tenê bi serûma xwe ve girêbide.
Ji ber vê jî Erdogan gelek caran got: “Me bi girtina Cerablusê hetanî Babê qinçerek di sînga wan de lêxist! Divê PYDê ji çemê Feratê derbas nebe!” Ango aramanca bingehîn birrîna rêya Deryaya Sipî ye.
Ya sêyan: Efrîn di warê aboriyê de cihekî pir dewlemend e, dikane bi milyonan mirov xwedî bike. Baş tê zanîn ku di aboriya Rojava de roleke bingehîn dilîze. Dagîrkerên tirk dixwezin vê çavkaniyê jî li ser Rojava bibirin ku bikane muhtacê xwe bike, wekî Başûr bi serûma xwe ve girêbide û armancên xwe pêk bîne.
Ya çaran: Efrîn kurd e, keleha kurdayetiyê ye, ji roja ku serhildan li Rojava û Sûryayê dest pê kiriye ve, Efrîn bi dest xwe re azad bû. Hestê kurdayetî li wir kemilî. Dagîrkerên Tirk demografiya gelek navçe u bajarên Kurdistana Bakur guherîne. Dixwaze vir dagîr bike, li gor berjewendî û siberoja xwe demografiya Efrînê biguhere ku bi tevahî rêya Deryaya Spî were birîn.
Ji ber egerên tên zanîn bi kêmasiyan ve jî dagirtî be, li vir pergaleke rêvebirî, aborî û dadî ya di forma dewletekê de rûniştiye, bi salan e, istîkrarekî li vir heye.
Loma ji bo hemî gelên Suryayê mînakeke gelekî balkêş û kêşîner e. Ev jî dagîrkerên Tirk û Şamê ditirsîne. Tirsa Şamê rasterast tirsa berjewendiyên Rûsî ye jî.
Ya Pêncan: Rastiyek heye; berjewendî, armanc û stratejiya Rûsya û Amerîka jî di vê mijarê de roleke bingehîn dilîze. Rûsya dixwaze rêvebiriya Esed bi ser bikeve. Kurd jî di bin kontrola wê de bin, kengê xwest wan bi kar bîne. Hewl dide ku kurdan bi êrîş û geflêxwarinên Tirkiyê muhtacî rêveberiya Esed bike. Vê jî bi aşîkarî dike. Mînak; di vê êrîşa tirkan de rasterast ji kurdan dixwaze ku ew Efrîn û Dêra Zorê teslîmî Esed bikin. Ji ber ku kurdan ev nepejirand, rûsan jî rê da tirkan.
Divê mijara rekabetê di navbera Amerîka û Rûsyayê de neyê jibîrkirin. Rûsya dixwaze Tirkiyê ji NATOyê dûr bixe û bigire bin kontrola xwe. Ew mijara Sarûxên Rûsî ji bo Tirkiyê vê dîtinê piştrast dike. Bi taybetî piştî xistina balafira şer a Rûsyayê; li vir Rûsya bi boneya balafira xwe ya şer, Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe baş bi kar tîne. Dema ku mirov mijara Astena û Sochiyê baş binirxîne, vê rastiyê bi zelalî dibîne. Amerîka hêj ne amade ye ku Tirkiyê ji destê xwe berde. Loma carinan aliyên xwe yên dostanî nîşanî wê didin. Herdu alî jî dizanin ku tirk di pirsgirêka kurdan de pir dilzîz in. Jixwe dema Tirkiyê bi Ingilîz, Fransa, Elmanya, Amerîka û heta bi Sovyetê re têkilî danî, bi zelalî ji wan re got: “Ez her şert û şirûtên we dipejirînim û li gor berjewendiyên we tevdigerim. Lê divê hûn jî di mijara kurdan de li gor daxwazên me tevbigerin.”
Tirkiye bi salan bi vê têkiliya xwe, pêşî li azadiya kurdan girt. Ew qedexeya hin partî, sazî, al û remzên kurd ên li Elmaya û hin welatên Ewrupî berhemên vê peymana bi dizî ye.
Cîgirê Erdogan “Kurtulmuş” bi zelalî got ku wan pêşî li encamên referandomê girtiye. Yanî têkiliyên xwe yên bi welatên NATOyê re bi kar anîne.
Divê mirov vê jî bibêje; li gor hin pêşveçûnan wer xuya dike ku êdî pêvajoya Astenayê qediyaye, tu rolekê wê nemaye. Rûsya dixwaze wek bikaranîneke dawiyê bi destê Tirkiyê hêzên ewlekariya Rojava (Xweseriya Bakûrê Suriyê) melûl bike û ber bi armanca xwe ve bikişîne. Bi gotineke zelal wê piştî vê êrişa Tirkiyê tu roleke Tirkiyê nemîne.
Pêdiviya Amerîkayê hêj jî bi Tirkiyê heye. Gelek baregehên wê yên leşkerî wek Encerlîkê li Tirkiyê hene. Tirkiye hêj jî endama NATOyê ye. Yanî Amerîka di vê rewşê de Tirkiyê ji destê xwe bernade. Lê pêdiviyên Amerîkayê êdî bi polîtîka Erdogan nemaye. Li aliyê din jî êdî Erdogan ji bo cîhanê bûye talûkeyeke mezin, terorê dişîne van welatan. Mînak; têkiliyên sîxuriya wî ya li welatên Ewrupî, terorîstên ku komkujiyên li Ewrupayê pêk anîne, tev de li ser Enqerayê re çûne. Erdogan di vî warî de gelek caran li xwe mikur hatiye. Cîhan vê dibîne. Êdî dixwazin Erdogan ji piyasa polîtîkayê rakin. Wer xuya ye, bi zanistî ew kişandin nava şerê ser Efrînê. Ew dij helwestên wan ên gelek nerm vê nîşanî me dide. Bê guman Erdogan jî hewl dide vê ji bo xwe bi kar bîne.
Divê mirov hinekî rola Ewrupayê jî veke. Baş tê zanîn ku piştî Erdogan çû Parîsê û hat, her wiha Wezîrê wî yê Karên Derve jî ji seredana Elmanyayê vegiriya, Erdogan rêjeya ragihandina dagîrkirina Efrînê di her xwepêşandan û civînên partiya xwe de wek ferman ragihand. Ev tê wê wateyê ku wan ji Ewrupayê jî destûr wergirtiye. Yekîtiya Ewrupî ya di rêveberiya Elmanyaye de, ji bo rekabeta bi Amerîka û Rûsyayê re hate demezrandin; serê wê jî Elmanya dikişîne. Elmaya ji şerê cîhanê û vir de, xwedana daxwazên kolonî bidestxistinê ye. Elmanyayê berî şerê cîhanê yê yekem hewl da ku bi rêya Tirkiyê xwe bigihîne nefta Kurdistanê. Li gel wê, li ser Îranê re di bin navê lêkolînên zanistî de Oskar Mann tevlî desteyekê şand Kurdistana Rojhilat, li wer li dij Ingîlîzan şazdeh hezar mîlîs organîze kirin, lê bi ser neket. Di vê parvekirina dema me de jî dîsa bi rêya Tirkiyê bi PDKê re têkilî danî, heta alîkariya leşkerî jî da. Lê bi êrîşên hêzên Iraqî û Îranê re deverên herî girîng ji destên rêvebiriya Başûr hatin derxistin. Bêdengiya Amerîkayê, ji alîyekî ve ji ber vê têkiliya Elmanyayê jî bû. Elmanya niha dîsa hewl dide ku vê rêveberiya Erdogan li pê bigire û bi alîkariya wî di nava vê parvekirina Rojhilata Navîn de bibe xwedî gotin. Mirov dikane bibêje Elmanya dîsa li mehîna kulek siwar bûye.
Bi dîtina min; divê mirov mijara Efrînê di vê çarçoveyê de bibîne û binirxîne, da ku bikane van êrîşên dawiyê û lîstikên li ser me û welatê me tên lîstin, dek û dolabên bi bêbextî tên gerandin, hêj baştir têbigihîje.
Gotarên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 727 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 23-09-2024
Gotarên Girêdayî: 64
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-02-2018 (7 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 727 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!