Kobanê yan Efrîn
Ibrahîm Adam
Ji dema ku Turkiyê êrîşa serbazî li dijî #Efrîn# ê daye destpêkirin ve, gelek kes behsa wê yekê dikin ku Efrîn dê ji aliyê berevaniyê ve bibe #Kobanî# ya duyem.
Lê di navbera herdu şeran de, hejmarek ji guhertinên serbazî hene ku beşek ji wan di berjewendiya hêzên kurdî de ye û beşê din jî ne di berjewendiya wan de ye.
Di şerê Kobanê yê sala 2014’ê de, YPG û YPJ nû hatibûn damezrandin û tenê carekê şer li dijî Cebhet El-Nûsra li Serê Kaniyê kiribû.
Lê li Efrînê nêzîkî 5 salan bi ser damezrandina YPG derbas bû û çend caran şer li dijî grûpên opozisyonê kiriye; her çi qas ew şer ne şerên fermî jî bûn, lê ezmûna YPG û YPJ zêde kir.
Li Kobanê çekên sivik bi YPGê re bûn, pêşmergeyan bi çekên giran pişevaniya wan kir; lê li Efrînê tu piştvaniya bi çekên giran tune ye û bi tenê çekên sivik û mûşekên dijtank bi wan re heye.
Li Kobanê balafirên Hevpeymanê DAIŞ bombebaran dikir û paşê YPG ber bi pêş ve diçû; lê niha li Efrînê balafirên şer ên Turkiyê YPG topbaran dikin.
Li Kobanê meydana şer deşt bû û ew jî di berjewendiya YPGê de, ji ber ku balafirên Hevpeymanê kesya xwe ji nîşanên DAIŞê dianî; li Efrînê meydana şer çiyayî ye, li vir jî di berjewendiya YPGê de ye, çunkî dema balafir wan bombebaran dike, çiya ji aliyê serbazî ve bi kurdan re dibe alîkar.
Li Kobanê welatî ji ber DAIŞê ber bi Turkiyê ve reviyan, li Efrînê heya niha welatî derneketine.
Di dema êrîşa DAIŞê di sala 2014’ê de pêgeha kurdan li ser asta navdewletî biçûk bû û wek bajarekî Sûrî lê dihat nerîn; lê aniha hem li Sûryayê, hem jî li ser asta navdewletî kurd bûne xwedî pêgeha siyasî.
Di dema êrîşa DAIŞê de Kobanê bi temamî ji aliyê wê rêxistinê ve hatibû dorpêçkirin; aniha di dema êrîşa Turkiyê li ser Efrînê de jî, ew bajar ji hemû aliyan ve di nav dorpêça Tirkî, girûpên opozisyonê û rêjîma Sûrî de ye.
Di herdu êrîşan de; li Kobanê û li Efrînê jî hikûmeta Sûrî bê helwest bû, tevlî ku Şamê di çend hilkeftan de ragihand ku ew piştgiriya YPGê dike.
Em ê li benda bidawîhatina şerê Efrînê û encamên wê bin, gelo dîsa dê hikûmet bibêje min piştevaniya kurdan kiriye yan na?
Ji ber ku şikestin bê dê û bav e, lê hezar dê û bav ji serkeftinê re hene.
[1]