=KTML_Bold=Prensîbên Yekgirtina Neteweyî=KTML_End=
#Melevan Resûl#
Pîştî bidawîhatina li rêxistina terorîst “#DAIŞ# ” li Sûrî û Iraqê, êdî miletê Kurd hem ji hêla nevneteweyî ve û hem ji hêla herêmî ve, rû bi rûyê pêngaveke nû dibe; nemaze piştî avdayên hinek xalên nepen ên ajindatên zilhêzên navneteweyî zelal dibin û projeyên wan ji bo jinûveavakirina sîstemekê li ser koka berjewendiyên ekonomî û ciyosiyasî di nexşeya paşeroja Rojhilata Navîn de, xwe didin pêş.
Şervanên Kurd bi qehremanî û cangoriya xwe dîmenê vê tabloya nû dixemilînin. Anku têkçûna terora cîhanî li ser destên şervanên gelê Kurd, bala hemû çavdêran kişandiye ser xwe û navê “Kurd” bi dilsozî û qehremaniyê re hevseng bûye.
Gelo ma ev yek têra qonaxa têkoşîna neteweyî dike, yan jî ev bûye gava yekem ku derfeta tevlîbûna di nava sîstema cîhanî de ji bo me Kurdan hatiye vekirin?
Şervaniya di eniyên şer de, bi têrê nake ku doza me Kurdan ji metirsiyan qurtal bibe. Dabînkirina mafên neteweyê Kurd, ancex bi têkoşîn û şoreşeke çarpî dikare misoger bibe û di hêlên dîplomasî, rêxistinî, zanistî û ekonomî de dikare bi encamên erênî, serkeftinê bi dest xwe ve bîne.
Ezmûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi kêm û kasiyên xwe ve heta qonaxekê bi ser ketiye û ji sedî sed ji hêla berxwedanê ve; her kes şahidê qehremaniya şervanên me ye.
Heger hêza leşkerî ya Kurdî ne çalak bûya, tu carî navê miletê Kurd nedihat ser zimên û kêşeya neteweyî nediket hesabên dewletên cîhanî.
Hinek rêxistinên siyasî yên Kurdî heta wekî niha, miletê xwe dixapînin û hêviyên xwe bi serkeftina artêşa rikber a ku dijminahiya miletê Kurd dike ve, girê didin.
Li şûna ku dilê wan li ser bajar û miletê Kurd bitevize; berevajî vê yekê ew xwe ji Ereb û Misilmanên Sûrî re bêhtir xwedan dibînin. Baweriya xwe bi wan tînin û qedera xwe radestî aliyên şovenîst û tundrewên islamî dikin..
Ev çanda jixwenebaweriyê, diyardeyeke tirsnak e û metirsiya wê di neqşê dahatûya Sûrî de neyênî ye.
Tevgera siyasî ya Kurdî heta wekî îro nikariye gaveke praktîk biavêje, ne jî kariye çandarevê û sawa mirinê ji nava dilê Kurdan derxîne.
Anku siyaseteke Kurdî ya xweser, hîna nehatiye afirandin.
Ev hişmendiya lawaz di nava beşekî ji yên civaka Kurdî de hatiye çandin, ji lew re piraniya partiyên bêhelwest, viyana xwe radestî dijminên xwe kirine, bi çavên sêwîtiyê hîn bûne, girêdana bi dozê re û dilsoziya bi xakê re kêm maye.
Jinûveavakirina sîstemekê û çandina hişmendiyeke zanist û bi giyanê berevaniyê ve girêdayî, pêwîst e.
Di vê qonaxê de her kes bazaran li ser doza Kurdî dike. Mîkanîzma karê têkoşîna Kurdî ya klasîk ev xal derbas nekiriye û hînî nirxê neteweyî û alavên bicihanîna mafan nebûye.
Sazkirin û rêxistinkirina civakê, bi qasî şerê çekdarî girîng e.
Trafîka dîplomasî û pêwendiyên parastina berjewendiyên miletê Kurd, ew in sitûnê avakirinê.
Bila em rastiya tevgera Kurdî bi giştî veneşêrin. Xebata bi diruşm û siloganan qediyaye, îro li ser rûyê zemînê gavên pratîk pêwîst in.
Di mêjûya neteweyê Kurd de ev cara yekem e ku berê cîhanê li me ye. Derfeta zêrîn di destên me de ye. Bila em ne bi hêza xwe û ne jî bi sozên dijminan, neyên xapandin.
Di qonaxa şerê li Sûrî dibe de, tenê yek projeya çareseriya qeyranê Ji Bilî Projeya Kurdî xwe nedaye pêş, ji lew re dewletên dagîrker (Di serî de Tirkî û Îran) ji projeya Kurdî bifikar in û naxwazin ku bi ser bikeve.
Ya ji hemûyan girîngtir ew e ku deriyê lihevkirin û lihevhatina neteweyî di hundirê mala Kurdî de were vekirin û hesab were xwestin.
Nabe ku miletê Kurd bibe mêvanê Geneve û Astana.
Heger bi rastî hevgirtina neteweyî û rêxistina civakî û ekonomî ya Kurdî bi rêk û pêk bin, wê çaxê dê ji bêyî beşdarbûna Kurdan, tu wateya Geneve û Astanayê nemîne. Û bê guman dê doza me bi ser bikeve û bibe mînakek ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.[1]