Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,558
Wêne
  123,864
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,505
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Qudis, Şengal Û Kobanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kobanî
Kobanî
Qudis, Şengal Û #Kobanî#
Xakî Bîngol

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koçka Sipî daxuyanî da û got: “Amerîka, Qudsê wekî paytexta Îsrayîlê nas dike û em ê qunsulxaneya xwe ji Til Ebîbê veguhêzin Qudsê”.
Bi vê daxuyaniya Trump re, islamîstên polîtîk ên şovînîst li defa hawarê xist, xwe bilind kirin û li erdê xistin. (Di nava wan de, hejmareke gelekî girs ji Kurdan jî heye.)
Baş e, em ê bibêjin ku mafê islamîstên Tirk, Ereb û yên din heye ku Qudsê biparêzin; lê divê ku Kurd serê xwe têxin nava destên xwe û çend kêliyan bifikirin..!
Her kes dizane ku ji beriya Islamê, Qudis Kabe bû.
Li gorî ola Xiristyanan û pirtûka wan a pîroz “Încîl”, Hz. Îsa li Qudsê hatiye çarmîxkirin.
Rast e Qudis bajarekî Pîroz e!
Dîsa li gorî ola Cihûyan, Qudis bajarekî pîroz e û cara yekê ( Ji beriya Zayîna Hz.Îsa), Quds ji hêla Melik-Qiralê Îsrayîlê Dawûd ve hatiye avakirin.
Piştre ji hêla lawê Dawûd “Silêman” ve wekî Paytexta Qiraliyetê hatiye ragihandin û Dîwarê Baweriyê di nava bajêr de ava kiriye.
Mijara me ne tenê bajarê Qudsê ye, ez dixwazim durûtî û sextekariya islamîstên-polîtîk ên şovenîst li ber çavan raxim, û ka binihêrin çi qas bêujdan û bêîman in.
Şerê Selahedînê Eyûbî û Xaçperestan!
Her kes dizane ku Selahedînê Eyûbî kalebavê Kurdan e û di dîrokê de rola xwe lîstiye.
Di şerê Misilman û Xaçperestan de mora xwe li Qudsê xistiye.
Ji 20’ê Êlûna 1187’ê hetanî 2’yê Cotmehê (Yanî di nava 12 rojan de) bajêr ji destên Xaçperestan azad kiriye.
Li gel ew qas ked û hewldanên Selahedîn, bi sedên salan e ku Misilman li Rojhilata Navîn zilmeke bêhempa li ser Kurdan û welatê wan “Kurdistan” dimeşînin.
Di sedsala 20’ê de bi destên Misilmanan; li Mahabad , Agirî, Dêrsim, Koçgirî, Geliyê Zîlan û bi dehan deverên din, Kurd di binê Şûran re derbas bûn.
Dest û lingên serok û rêvebirên Kurdan li qeyd û zincîran xistin.
Kalebavên Kurd Şêx Se’îd, Seyid Riza û Qazî Mihemed ji hêla Misilmanan ve hatin bidarvekirin.
Di destpêka sedsala 21’ê de, qirkirina Kurdan hêj jî berdewam kir.
Wexta Kurd qala azadî û serxwebûna xwe dikin, bi heman dengî Misilmanên Rojhilata Navîn radibin ser xwe û li defa hawarê dixin û êrîşî cih û warên Kurdan dikin.
Ji beriya demeke ne gelekî dûr, Serokê Filestîniyan Mehmûd Ebas derket pêşiya medyayê û got: “Avabûna Kurdistana serbixwe, nayê qebûlkirin”!…
Şengal û Şêxan jî Pîroz in!
Em werin li ser mijara Şengal û Şêxanê.
Kesên ku rojê pêncwext nimêj dikin û qaşo dibên “Em Misilman in”, bi navê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’ê de êrîşî ser Şengalê kirin; jin, qîz û bûkên Kurdan birin û li mazatan ji xwe re firotin.
Bi hezaran mirovên bêguneh kuştin û bi hezaran jin û zarok ji tî û birçînan li der û dora çiyayê pîroz, li Şengalê mirin.
Gelo çend Misilman piştî nimêja Înê derketin kolanan û komkujiya li ser Şengalê şermezar kirin? Rast e, Qudis di dîrokê de hetanî niha 23 caran hatiye dagîrkirin, 52 caran li ser Qudsê êrîş pêk hatiye, 44 caran jî ketiye destên desthilatdarên cûrbicûr û dîsa hatiye azadkirin.
Li ser Şengal, Şêxan û Laleşa pîroz jî heftê û çend ferman hatine kirin û gelê Êzdî di komkujiyan re derbas bûye.
Lewma jî, divê her kes zanibe ku ji bona Misilman û Cihûyan “Qudis” çi qas pîroz e, ji bona Kurdên Êzdî jî Şengal, Şêxan û Laleşa Nûranî ew qas pîroz in!
Kobanê ji Qudsê Pîroztir e!
Di 13’ê Êlûna 2014’ê de, DAIŞ’ê êrîşî ser Kobanê kir.
Her çi qas bajêr bi tevahî rûxiya jî, lê bi berxwedaneke bêhempa û bi dilekî hevbar, Kurdan bajêr ji destên berberiya islamîstan parast û DAIŞ li Kobanê têk çû. Girê Miştenûrê û kolanên bajêr, bi xwîna keç û xortên çeleng hatin avdan. Bi hezaran zarok sêwî man. Keç û jinên Kurd bedena xwe bi bumbe û dînamîtan pêça û xwe feda kirin. Lewma jî divê ku Kobanê ji bona Kurdan pîroz be, ne jî Qudis!.
Kerkûk û Sûrên Amedê!
Dîsa rewşa Kerkûkê li holê ye.
Hîna duh bû çeteyên Ereb û çeteyên Heşda Şabî yên Faris hatin û ji 30% ji xaka Kurdistanê dagîr kirin.
Cîhana Misilman û ya nemisilman, tev de bêdeng man û temaşe kirin.
Dîsa çend roj berê, li kampa penaberan a Mexmûrê teqîn çêbû û bi dehan Kurd şehîd bûn.
Jixwe em qala bajarên ku li Bakurê Kurdistanê bi destên kujerên Tirk ên Misilman hatin rûxandin û bi hezaran şêniyên van bajaran ên ku ji cih û warên xwe der bûn, nekin!
Îcar Qudis çi qas ji Misilman, Cihû û Xiristyanan re pîroz e; divê ku Şengal, Şêxan, Mexmûr, Sûrên Amedê, Kerkûk û Kobanê jî ew qas ji bo Kurdan pîroz bin.
Aniha pirsa min ji Misilmanên Kurd û yên ne Kurd re ev e: Kîjan Xwedayî Qudis daye avakirin û kîjan Xwedayî Şengal û Şêxan dane avakirin?
Kîjan Xwedayî Meke daye avakirin û kîjan Xwedayî Kobanê daye avakirin? Kîjan Xwedayî ez xuliqandime, kîjan Xwedayî tu xuliqandî?
Eger heman Xwedayî ez û tu xuliqandibin, eger heman Xweda Şengal û Qudis dabin avakirin, çima hûn ji bona Qudsê xwe li erdê dixin, li defa hawarê dixin, piştî nimêja Înê mîna hespê ku tewla xwe qetandibe derdikevin kolanan û hîrehîr bi we dikeve; çima hûn ji Şengal, Kerkûk û Kobanê re bêdeng û kor in?
Ma gelo ez munafiq im, an hûn?
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 313 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 23-09-2024
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-02-2018 (7 Sal)
Bajêr: Kubanê
Bajêr: Şingal
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 313 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.609 çirke!