Çima na, aqûbet li doktorayê be
#Aras Hiso#
Ez li vir qala rehên çand û hunera kurdî dikim ku ne tenê di qada civakîbûnê de asê man, vê yekê xwe her wiha berda meydaneke akademîk a xebatên zanîngehên Rojavayê Kurdistanê.
Di Zanîngeha #Kobanî# yê de mamostetiya Ziman û Wêjeya Kurdî dikim û di heman demê de mastera xwe ya Ziman û Wêjeya Kurdî dinivîsim. Li Rojavayê Kurdistanê bi gavavêtina her tişta yekemîn re, xewnên me yên bi salan ku li koşe û quncikan beravêtî mabûn, ji nû ve ruh û hêviyan didin. Ez li vir qala rehên çand û hunera kurdî dikim ku ne tenê di qada civakîbûnê de asê man, vê yekê xwe her wiha berda meydaneke akademîk a xebatên zanîngehên Rojavayê Kurdistanê. Di 24’ê Çileyê 2022’yan de gava ku cara yekemîn li ser navê Zanîngeha Kobaniyê bernameya mastera Ziman û Wêjeya Kurdî hate ragihandin, wê hingê mîna yekî ji xwe razî min li ser rûpela xwe wiha nivîsî Çima na, aqûbet li doktorayê be.
Helbet ev hestên kelecan û hêviyan in. Zarokên welatê min ku ji bilêvkirina tîpekê mehrûm bûbûn, îro jî li qada zanistî tevna geşkirina zimanê kurdî dirêsin. Wî çaxî min li dîrokê nihêrî û min dît ku salvegera heftemîn a serketin û rizgarkirina bajarê Kobaniyê bû ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Hingê min xwe bi xwe got, nexwe serketina Kobaniyê gelek serketinên dîtir jî bi xwe re anîne.
Bi qasî du salan me li Zanîngeha Kobaniyê di wê bernameya masterê de bi qasî sê qonaxan xwend, di vê bernameyê de ji warê xwendinê zêdetir me gelek doktor, mamoste û akademîsyenên cuda yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt nas kirin. Ez yeko yeko spasiya wan dikim, wan bi dersdayîn, tecrûbe û lêkoleriya xwe asoyekî nû li pêşiya me vekir. Me ji her mamosteyekê/î stîlek, rengek, zanînek û tecrûbeyek girt da ku em jî karibin heta ji destê me tê di qada ziman û wêjeya kurdî de bixebitin.
Ez vê serketina xwe diyarî keça xwe Siyayê dikim, her wiya diyarî wan keç û xortên li esmanan dikim ên ku bi saya wan em li ser erdê ne.
Mastereke li ser romanên Helîm Yûsiv
Masternameya min di bin serenava Warê Karakteran Di romanên Helîm Yûsiv de ye, bi alîkarî û tecrûbeyên serpereştê tezê Dr. Haşim Ehmedzade, heta ji min hat, min karîbû li ser vegotin, leheng û karakterên bi dûrbîneke fireh li ser romanên kurdî (kurmancî) de bixebitim û bi taybetî li ser şeş romanên Helîm Yûsiv. Di vê çarçoveyê de min dixwest nas bikim ka bê li meydana romannivîsiya bi kurdî de, bi çarçoveyeke teorîk û paratîk leheng û karakter çawa hatine avakirin û hewl bidim vê yekê bi rêya hinek çemkan kêmanî û lawaziyên di vê meydanê de nas bikim û binirxînim. Bi alîkariya serpereştê min û hinek nas, dost û hevalên min, min karibû vê teza xwe ber bi dawiyê ve bînim û yeko yeko malavahiya wan dikim.
Di maweya xwendina vê bernameyê de helbet gelek kêmaniyên metodî hebûn, çi di warê rêzkirina qonaxên dersan de û çi jî di warê lawaziya dersên online de, lê kela canê me di warê ziman û wêjeyê de rê li ber van kêmaniyan digirt, û li aliyekî din jî ji ber ku ev dewreya yekemîn bû, helbet ew ê ji rêveberiya zanîngehê re bibe tecrûbeya serketinên ji dewreyên dîtir re.
Bi kurtî, ez bi kelecan li bendê me ku ev pisporî li vir ranaweste û xwe berde warê xwendinên doktorayê jî û rê li ber derfet û serketinên mezintir veke. Ez spasiya herî mezin ji Zanîngeha Kobaniyê re pêşkêş dikim ku derfeteke wiha xweşik ji zarokên Rojavayê Kurdistanê re çêkir. Ez hêvî dikim ku derfetên wiha layîqî mamoste û zarokên vî welatî werin xurtkirin û geşkirin.
Ez vê serketina xwe diyarî keça xwe Siyayê dikim, her wiya diyarî wan keç û xortên li esmanan dikim ên ku bi saya wan em li ser erdê ne.
[1]