Bîrnebûn û Berxwedana Efrîniyan
Serkeft Hisên
Dayîkên Efrînî: Em dikarin bêyî zarokên xwe bijîn, lê em nikarin bêyî Efrînê û darên zeytûnan bijîn
Kantona Şehbayê li bakurê parêzgeha Helebê ya Sûriyê dikeve û ji aliyê îdarî ve girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Heta sala 2016 û 2017an Kantona Şehbayê di bin destê çeteyên DAIŞê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de bû. Piştre ji aliyê şervanên QSD, YPG û YPJyê ve hate rizgarkirin. Ji ber şerê giran ku bi salan berdewam kir, piraniya jêrxaneya kantonê rûxiya û deverên niştecihbûnê zirar û ziyaneke mezin dîtin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çileya sala 2018an de jî bi 73 balafirên şer û teknîka pêşketî êrîşeke dagirkeriyê li dijî Kantona Efrînê ku ji sedî 95ê niştecihên wê Kurd in da destpêkirin. Piştî berxwedana 58 rojan ku ji aliyê gel û şervanan ve hate meşandin, herêma Efrînê di 18'ê adara sala 2018'an de hate dagirkirin. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, piraniya xelkê wê bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûn. Şehbaya ku berê ji ber şerê DAIŞê û çeteyên Tirkiyê wêran bibû, şert û mercên wê yên jiyanê ji bo koçberên Efrînî zehmet bûn.
Koçberên Efrînî di heyameke kurt de, bi alîkariya Rêveberiya Xweser li kantona Şehbayê sîstema xwe ya komînan ava kirin û pergala xwe ya jiyanê li gorî şert û mercên koçberiyê bi rêxistin kirin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê jî 5 kampên koçberiyê yên bi navên Efrîn, Veger, Berxwedan, Serdem û Şehbayê ava kirin.
Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, piraniya xelkê wê bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûn. Şehbaya ku berê ji ber şerê DAIŞê û çeteyên Tirkiyê wêran bibû, şert û mercên wê yên jiyanê ji bo koçberên Efrînî zehmet bûn.
Rêveberiya Xweser bêyî alîkariya rêxistinên mirovî, bi derfetên xwe yên sînordar û berdest ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan ên sereke, xebatan dimeşîne. Lê li aliyekî din firqeya 4an a ser bi Hikûmeta Şamê ve, piştî civînên Astanayê Kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar kes tê de dijîn û piraniya wan koçberên Efrînî ne, xistiye bin dorpêçeke giran. Hikûmeta Şamê rê nade ku pêdiviyên jiyanê yên sereke wekî derman, keresteyên xwarinê, sotemenî, amûrên perwerdeyê, pêdiviyên sereke yên jiyanê û her wekî din, bigihêjin destê hewcedaran.
Vê dorpêça giran bandoreke pir neyînî li jiyana koçberan kiriye, ji ber ku dema xelk ji Efrînê koçber bû, mal û milkên xwe li şûna xwe hiştin û bi tena serê xwe hatin Şehbayê. Wekî nimûne dema ku kesek li wê herêmê nexweş bikeve û biçe nexweşxaneyê bike, rastî gelek zehmetiyan tê. Ji ber ku derman li nexweşxaneyê bi xwe kêm in û li dermangehên derve bi nirxên buha jî nayêne peydakirin. Ev rewş nexweşan neçar dike ku ji bo peydakirina dermanan biçin Helebê, lê li wir jî bendên kontrolê yên hikûmetê wan asteng dikin.
Gava mirov bala xwe bide vê rewşê, mirov dibîne ku planeke berfireh li dijî koçberên Efrînî hatiye danîn. Niha koçberên Efrînî ku li Şehbayê dimînin, tevî hemû şert û mercan bi hêviya vegera li Efrînê li ber xwe didin. Lewre armanca sereke ya dorpêç û êrîşan derxistina gelê Efrînê ji kantona Şehbayê ye.
Ev bi tenê nimûneyek e, bêguman em tev rewşa koçberiyê dizanin, pêdiviya koçberan û zarokên wan bi gelek pêwîstî û keresteyan heye. Her wiha divê çadirên wan jî bêne guhertin, lê dorpêça Hikûmeta Şamê kiriye ku jiyan ji hemû aliyan ve li kantonê felc bibe. Tevî dorpêçê û rêlibergirtina derbaskirina hewcedariyên sereke, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jî, rojane kantona Şehbayê û derdora kampên koçberên Efrînî topbaran û bombebaran dike. Heta niha di encama wan êrîşan û vê dorpêçê de bi dehan koçberan jiyana xwe ji dest daye.
Gava mirov bala xwe bide vê rewşê, mirov dibîne ku planeke berfireh li dijî koçberên Efrînî hatiye danîn. Niha koçberên Efrînî ku li Şehbayê dimînin, tevî hemû şert û mercan bi hêviya vegera li Efrînê li ber xwe didin. Lewre armanca sereke ya dorpêç û êrîşan derxistina gelê Efrînê ji kantona Şehbayê ye.
Bêguman bi vê yekê dixwazin vegera li Efrînê ji bîra Efrîniyan derxînin û doza wan a rewa binixumînin. Bi taybetî piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk demografiya herêmê bi dijwarî diguherîne, şêniyên herêmê ji malên wan derdixîne û malbatên çeteyan li cih û warê şêniyên resen bi cih dike. Her wiha di van demên dawî de xelkê ji ber şerê li Xezayê koçber bûne tîne li şûna Efrîniyan bi cih dike.
Bi giştî ji bo çimisandina hêviyên vegerê, her tişta ji destê wan tê dikin, lê bêguman li vir pêwîst e em balê bikişînin li ser berxwedan û sekna gel. Bi rastî gel li hember van planan berxwedaneke topyekûn û bêhempa dimeşîne. Gelê Efrînê, piştî derketina tevgera azadiyê, dîrok û rastiya xwe basştir nas kir û hêj bi wî rihî tevdigere. Di dema berxwedana serdemê ya 58 rojan de dayîkên Efrînî digotin Em dikarin bêyî zarokên xwe bijîn, lê em nikarin bêyî Efrînê û darên zeytûnan bijîn. Hîna ew li ser wê soza xwe ne û ji bo vegera li Efrînê berxwedan kirine bingehê jiyana xwe.
[1]