Navê pirtûkê: Axlîma (Pêlên helbesta kurdî)
Navê nivîskar: #Mela Nûriyê Hesarî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Mîran
Sala çapê: 2024
Xwênerên hêja, di serî de, pêwîst e em hinekî li ser zanîna erûzê û giringiya wê bipeyivin. Ji bo pirtir armanc, xwestek, giringî û daxwazên vê pirtûkê li ber çavên we zelal bibin. Zanîna erûz, komek azîneyên ku terazû û pîvana rast nîşan dide, şihîna rast a helbesta Kurdî ji ya şaş tê zanîn. Ev e zanista ku bi lêkolîna azîneyên ku helbestvan ji bo bidestxistina pîvanên helbestî yên rast dişopîne re têkildar e. Ev yek bi pîvaneke rast tê kirin ku bi wan şihînên rast ên helbesta Kurdî ji yên nerast tên naskirin. [1]