Navê pirtûkê: Ji xunava Bîranînan
Navê Nivîskar: #Dilawerê Zengî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Pêla
Çapa yekemîn Qamişlo - 2017
Çapa duyemîn Qamişlo - 2021
Roja zayîna Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya di 11-10-2013 de kongirê damezrandinê li bajarê Qamişlo hate lidar xistin. Piştî danûsendineke dûr û dirêj di navbera YNKS û HNRK di 1-3-2014-an de, di riya kongirekî ragihandinê re- li navenda Sobartû tevlî Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûn û di 10-10-2014-an de kongirê yekê hate lidar xistin. Pireya nivîskarên herêma Cizîrê li dora vê Yekîtiyê civiyan û daxwaz û dîtinên xwe tê de dîtin. Li hemberî van nîrên pir dijwar ku di ser gel û welatê me re derbas dibin, (rêjîmeke hovane, Şer, kuştin, girtin, Perçebûnên tevgera siyasî, penaberî û buhabûn) avakirina dezgeheke rewşenbîrî û çalak ne karekî hêsan e. Hebûna Yekîtiyê, Kar û xebata wê li hundirê welêt e. Em li ser xaka xwe bi hêz û huner karê xwe dikin. Ez roja damezrandina Yekîtiyê pêwîstiyeke dîrokî, sinçî û mirovatiyê dibînim.
[1]