Nav û paşnav: Mîne Sevjîn Alçîçek
Nasnav: Asya Alî
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Navê dayik û bav: Behîce- Fazil
Dem û cihê şehadetê: #23-10-2024# /Enqere
ASYA ALÎ
Meşa azadiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve bi fedaîtî ji bo azadiya gelê me destpê kir, bi tevlîkirina bi hezaran milîtanên fedayî re veguherî karwanê azadiyê. Ev meşa ku xwe gihand her mal, gund û bajar mezintir bû û veguherî artêşbûyînê, sînorên Kurdistanê derbas kir û bi gihandina tevahiya mirovahiya pêşverû re îro bi gerdûnî bû. Li dijî rejîma qirkirin, mêtingeriyê û her cure paşverûtiyê, bi deh hezaran milîtanên bi wêrek, bi sed hezaran sempatîzan û bi milyonan mirov hene ku dilê wan ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê lêdide. Bê guman fedayiyên ku di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr bûne, xwe bi temamî fedayê têkoşînê kirine û dema pêwîst kir derbeyên giran li mejiyê mêtingeriyê xistine, pêşengtiya vê meşa azadiyê kirin. Ev kevneşopiya fedaîbûnê ku bi şehîda me ya destpêkê ya çalakiya fedaî hevrê Zîlan-Zeynep Kınaci re dest pê kir, roj bi roj mezin bû û sazî bû û veguherî Tabûra Nemiran.
Hevrêya me Asya ku yek ji nûnerên dawî yên vê kevneşopiya fedayîtiyê ye û erka xwe yên şoreşgerî di her demê de li dijî êrîşên ser gelê me bi cih anî, li Îzmîrê weke ferdekî malbatekê yê bi eslê xwe ji Colemêrgî ku ji eşîra Ertûşî ya kevnare ye ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Her çend di destpêkê de ji ber êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin zehmetî kişandibe jî, her tim di ferqa vê yekê de bû hewl da li ser nirxên Kurdbûnê bijî. Hevrêya me Asya dema têkoşîna me ya azadiyê ku bi fedakarî û berdêlên mezin li derveyî sînorên Kurdistanê pêş ket û xwe gihand gelê me yên li metropolan partiya me PKK û Rêber Apo nas kir, di nava Tevgera me de îfadeya xurtbûna hest û ramanê dît. Hevrêya me ya ku lêgerîn û nakokiyên wê li hemberî jiyanê hebûn, ti carî ji bo xwe jiyaneke jirêzê qebûl nekir. Ji bo wê eger jiyanek dê hebaya diviya azad bûya. Bi taybetî mirin, êşkence û destavêtinên ku jin di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin qebûl nedikir. Jiyaneke jin a bê hêvî, bê nasname û hebûn nepejirand. Her tim rêya rizgariyê digeriya. Piştî xwendina analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê, hevrêya me Asya ku bersiva nakokiyan dît û pê bawer bû ku jiyana alternatîf dikare were avakirin, têgihişt ku ev yek bi têkoşîneke bêhempa pêkane. Hevrêya me fêhm kir ku di serdema sîstema kapîtalîst de jiyana bi wate bi çûk tê dîtin û hemû têkiliyên civakî li ser esasê berjewendiyên madî tên avakirin, têkoşîna vê dayîn berdêlên mezin dixwaze. Van rastiyan hemû girt ber çavan û li ser vê esasê dest bi têkoşînê kir.
Hevrêya me Asya ku ewil di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, di rojên xwe yên destpêkê yên têkoşînê de bi afirandina bingeha tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî re hewl da coş û kelecana xwe timî mezin bike. Bi wê zanebûnê tevdigeriya ku van kêliyên ku herî zêde xwe nêzî azadiyê hîs dikir, rêgezên sereke yên bidestxistina azadiya dawî bûn. Hevrêya me Asya di dema xebatên ciwanan de bû wesîle ku gelek ciwan ji pençên qirkirinê yên dijmin rizgar bik û veguherîne ser cewhera wan a rast. Hevrêya me bi vê sekna xwe karî şopên kûr li ser her hevrêyek ku naskiriye çêke. Hevrêya me Asya li dijî kuştina jinan a ku rojane pêk tê fikirî ku divê hîn bêhtir têbikoşe û li ser vî esasî derxisti zanabûnê ku divê pêşî di şexsê xwe de fikra azadiyê kûr bike.
Hevrêya me ya ku fikirî divê ew êdî lêhûrbûnên ku di ronahiya analîzên Rêber Apo de kiriye, ji bo azadiya hemû jinan bixe pratîkê, li ser vê bingehê tevlî xebatên azadiya jinê bû. Hevrêya me dema di nava vî karî de bû, hewl da pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bike û hişmendiya azadiya jinan pêş bixe. Li ser vê bingehê bi şêwaza xwe ya encamgir serketinên girîng bi dest xist. Ji aliyekî ve hevrêya me Asya bi xebateke bi vî rengî ya civakî û demokratîk pêşengî ji gelê me re dikir û li aliyê din jî di nava sîstemê de perwerdeya xwe dewam kir. Hevrêya me ku li Zanîngeha Colemêrgê Bernameya Komputerê xwend, piştî ku ji vê beşê mezûn bû, ji bo li ser piyan bisekine û azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixe, di gelek karan de xebitî.
Hevrêya me Asya armanc kir ku gelê Kurd ê hatî bindestkirin bi xebatên civakî û siyasetê bigihîne azadiya wê. Ji bo vê jî dayîna her cure berdêl girt ber çavan û xebatên di qada siyaseta demokratîk de meşand. Di salên 2014 û 2015'an de li hawireke ku bombe lê hatin teqandin û bi sedan mirovên me ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ve di mîtîngên gelê Kurd ên welatparêz de hatin qetilkirin jî, bi biryardariyeke mezin di siyaseta demokratîk de israr kir. Hemû hewldanên hevrêya me Asya ji aliyê rejîma faşîst ve hatin astengkirin, rastî zexteke giran hat, di salên 2012, 2014 û 2015'an de hat binçavkirin. Bi îdîaya xerakirina yekitî û yekbûna welat doz hatin vekirin û cezayê bi dehan sal hatin dayîn. Ji ber vê pêşî li têkoşîn û xebatên siyaseta civakî hatin girtin. Dema ku rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê êrîşeke topyekûn li dijî gelê Kurd da destpêkirin, hevrêya me Asya berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Asya derfeta wê hebû ku li Îzmîrê bi rehetî ku yek ji bajarên bijare yên Tirkiyê ye bijî û bêyî ku zehmetî bijî di aliyê aborî de jî jiyana xwe bi rêve bibe, lê ew ji bo azadiya gelê me, van derfetan hemû daye aliyek. Hevrêya me Asya ya ku xwedî hişmendî, rewşenbîrî û gelek ji jiyanê hez dikir, tevlî nav refên PKK ku Rêber Apo bi giyanekî mezin, evîna azadî û bîrdoziyê xemilandî bû.
Hevrêya me Asya ku diyar kir ku tevlîbûna nava refên gerîla bû gava destpêkê ya bidestxistina azadiyê, piştî perwerdeya destpêkê ya wergirtî, li Zapê tevlî kar bû. Hevrêya me ku bi saya zanabûn û tecrûbeya xwe ya berê ya îdeolojîk û rêxistinî ya di jiyana partiyê de di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand û xwest di taktîkên şerê gerîla de bi lez xwe bi pêş bixe. Hevrêya me bi taybetî di pêvajoya ku êrîşên qirkirinê li dijî gelê me û Tevgera me giran bibû de, fikirî divê teqez bersiva van êrîşan were dayîn û li ser vê bingehê ked û hewldaneke mezin nîşan daye. Hevrêyêa me ku bi israr pêşniyar dikir ku biçe qadên ku şer lê giran bûye, di sala 2016'an derbasî herêma Cîlo bû. Di vê pêvajoyê de ku weke sala fedaiyan û berxwedanên destanwarî hate pênasekirin, bû xwedî têkoşîneke bêeman a li dijî dijmin. Hevrêya me Asya ku şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe kir, van şehadetan ji bo xwe kir wesîleya têkoşîneke xurtir. Di nirxandineke xwe de diyar dike ku di lêhûrbûna xwe ya li herêma Cîloyê xwe hîn zêdetir nêzî fedaîbûnê hîs kiriye. Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Cîlo, hevrêya me ku dixwest di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe kûr bike, piştre li akademiyên leşkerî perwerde dît. Hevrêya me ku ev perwerde weke gavên xwegihandina fedaîbûnê nirxand, ji bo xwe avakirinê roj bi roj têkoşiya. Hevrêya me Asya ku di rojên destpêkê yên têkoşînê de jî ji bo xwe hedef û rêyek diyar kir, di nava refên gerîla de lêgerîna xwe hê bêhtir bi kûrahî dewam kir. Piştî ku perwerdeyên ku distand bi serketî bi dawî kir, vê carê bi xwe hevrêyên xwe perwerde kir û ji bo bibin gerîlayên pispor rola xwe lîst.
Lê belê hevrêya me fikirî ku divê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên tecrîda giran a li ser Rêbertiya me tên meşandin, êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me û êrîşên li ser qadên gerîla tê meşandin xurtir bike û li ser vê esasê gihişt wê qenatê ku ev yek ancax bi şêwazekî fedaî dikare pêkan be. Li ser vê bingehê hevrêya me ya ku derbasî nava xebatên Hêzên Taybet bû, bi perwerdeya destpêkê ya li vir wergirtî re derfet dît ku xwe baştir nas bike. Hevrêya me her ku xwe nas kir kesayeta xwe li gorî pîvanên azadiyê teşe kir, êşên guhertinê yên jiya weke gavên destpêkê yên xwegihandina azadiyê bi nav kir. Di wê zanabûnê de bû ku ev êşên guhertinê tenê dema bigihije azadiyê wê bi dawî bibe. Her wiha vê pêvajoyê, weke dema herî bi coş û kelecan a jiyana xwe bi nav kir. Hevrêya me Asya ku perwerdeya bingehîn bi awayekî serketî û azweriyek mezin qedand, piştre di gelek xebatên girîng û stratejîk de cihê xwe girt. Hevrêya me ya ku fikirî divê di nava her xebatê de bersivê bide pêvajoya şerê dijwar, bi şev û roj ked da û di avakirina nirxên girîng de rol lîst. Hevrêya me Asya ku mîna her milîtanekî fedaî li ser çalakiya fedaî lêhûrbûna xwe dewam dikir, fikirî ku divê di encama van lêhûrbûnan de derbe li dilê dijmin bixe. Ji bo vê jî lêhûrbûnên xwe bi awayekî zelal li gel hevrêyên xwe parve kir û pêşniyara çalakiya fedaî kir. Hevrêya me Asya di rapora ku vê pêşniyara xwe dike de wisa dibêje, “Divê mirov bizane ku beyî avakirina îrade û baweriya gel, Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser nakeve. Eger em gel tevlî şoreşê nekin, em nikarib Rêbertî hembêz bikin. Ev yek tenê bi serê xwe, sedema min a jiyan û şerkirinê ye. Li ser vê bingehê ji bo ku ez bigihêjim asta ku hevrêyên fedaî xwe gihandine û misyona xwe bi layîqî bi cih bînim, dixwazim di nava Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan de cih bigirim.
Bi sekna xwe ya di pivanên azadiya jinê de, di pêvajoyê de weke milîtaneke fedaî ya Apoyî di ferqa wezîfeyên xwe de bû û bi kelecan û coşa ku ji vê zanebûnê hatî avakirin, lêhêrbûnên xwe yên ji bo çalakiya fedaî hîn kûrtir kir. Hevrêya me Asya ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku çalakiya ku ew ê pêk bîne divê li dijî êrîşên dijmin bersivek be û sekneke ku azadiya gelê me misoger bike biafirîne. Li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe xurtir kir.
Hevrêya me Asya ku li hemberî tesîsên TUSAŞ’ê li gel hevrêyê me Rojger Hêlîn çalakiyeke fedaî pêk anî ku TUSAŞ yek ji baregeheke sereke ya qirkirina li dijî gelê me ya di 23’yê Cotmeha 2024’an e. Hevrêya me Asya bû yek ji nûnera dawî ya Apoyî ya bi cewher û gotina xwe fedaîbûyî. Di salvegera şehadeta fermandara me ya nemir Bêrîtan-Gulnaz Karataş de bi awayê herî profesyonel, hosteyî û cesareteke mezin li ber xwe da û kete baregeha dijmin û çalakiya xweya fedaiyane pêk anî û bi vê çalakiyê navê nû yê lûtkeya milîtaniya fedaî ya Tevgera Jinên Azad û YJA Starê bû Asya Alî.[1]