Nav û Paşnav: Kader Duman
Nasnav: Sorxwîn Çiya
Cihê Jidayikbûnê: #Qers#
Navê Dayik – Bav: Perîşan – Gaffar
Cih û Dîroka Şehadetê: #29-07-2018# / Metîna
SORXWÎN ÇIYA
Hevrêya me Sorxwîn li navenda Dîgor a Qersê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di dîroka me ya têkoşînê de Serhed bi berxwedan û tevlîbûnên xwe yên saf û dirûst tê zanîn. Hevrêya me ya ji ewladên biwêrek a Serhedê ji ber tevlîbûnên ji derdora wê ya nêz û şerê li Kurdistanê, Partiya me di temenekî zû de nas kir. Hevrêya me Sorxwîn bi çanda Serhedê ya qedîm û zanebûna Kurdîtiyê mezin bû û weke keseke ku rastiya dijmin jiyan kirî, hîna di salên zarokatiyê de li hemberî dijmin bû xwedî hêrs. Di sala 1993’yan de li Dîgorê dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê me komkujî pêk anî. Hevrêya me bi guhdarkirina çîroka vê komkujiyê, mezin bû. Xeyala wê ya zarokatiyê bû tevlîbûna nava refên gerîla. Hevrêya me ji têkoşîna gelê me ya li hemberî zilma dijmin, bandor bû û tevî temenê xwe yê ciwan lêpirsînên kûr jiyan kir. Hevrêya me li dijî dibistanên ku hêlîna asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a qirker, xwest cewherê xwe biparêze û heta dibistana navîn xwend û piştre dibistan terikand. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk weke jineke Kurd lêgerînên xwe kûrtir kir. Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê tê meşandin û encamên wê, her tim bûne çavkaniya hêzê ya hevrê Sorxwîn. Hevrêya me dît ku partiya me PKK jiyaneke nû diafirîne û li dijî êrîşên dijmin xwest ji lêgerînên xwe yên wijdanî re bersiv bibîne. Hevrêya me Sorxwîn xwest Tevgera me ji hîn nêztir fêm bike û di nava xebatan de cih bigire. Hingî ku xwend têkoşîna me hîn baştir fêm kir. Lê belê di lêgerînên xwe de bersiveke têrker nedît û li rêyên tevlîbûna nava refên gerîla geriya. Weke jineke berxwedêr û serhildêr a Serhedê, bawer kir ku divê teqez bersiva kiryarên dijmin bê dayîn. Di pêvajoya ku Tevgera me pêngava ‘Êdî Bes e’ dayî destpêkirin, ev pêngav li Kurdistanê belav bûyî û gelê me li dijî sîstemê têkoşîneke xurt dimeşîne de biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Di ferqê de bû ku bersiva herî baş a ji polîtîkayên qirkirinê re bê dayîn, tevlîbûna nava refên azadiyê ye. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Sorxwîn di sala 2007’an de tevlî nava refên gerîla bû û jiyana gerîla weke warê jiyana azad nirxand. Ji ber ku gihişt xeyalên xwe yên zarokatiyê, kêfxweş bû. Hevrêya me xwedî îdîa bû ku ji bo gelê xwe têbikoşe û li ser xeta jina azad weke gerîlayeke jin a serket bimeşe. Piştî li Bakurê Kurdistanê mayî demek kurt, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla û tarzê jiyana komunal pir bandor bû. Hevrêya me bû heyranê xwezaya Kurdistanê û weke jineke azad hewl da xwe bigihîne heqîqeta jiyana li çiyê. Hevrêya me Sorxwîn bi dersên wergirtî tiştên di dîroka têkoşîna me qewimîne hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêde kir. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêya me têkildarî her hûrgiliya di nava jiyanê de baldar bû û bi ya heyî bes nedibû, derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûyî bixe pratîkê. Hevrêya me her kêliya jiyanê weke perwerdeyekê nirxand, dahûrandinên Rêbertî yên têkildarî jina azad xwend û têkildarî vê yekê ji hevrêyên xwe re jî bû alîkar. Li her qada ku lê ye, hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me timî xwe li hemberî şehîdên me yên ku di têkoşîna me de destan nivîsandine û ji bo avakirina jiyana azad canê xwe dane, deyndar hîs dikir. Bi îdîaya bûyîna layiqê şehîdan beşdarî her xebatê bû û bû xwedî pratîkek serketî. Weke gerîlayeke jin ji bo pêkanîna azadiya jinê, berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe û di ferqa vê yekê de bû. Ji bo pêdiviyên vê yekê bi cih bîne, armanc kir ku xwe timî di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe. Hevrêya me Sorxwîn di her xebata ku têde cih girtî de, bi fedekariya xwe dihate naskirin. Li dijî nêzîkatiyên desthilatdariya mêr, têkoşîneke bênavber meşand. Di vî warî de ji bo têkoşîna xwe hîn mezintir bike, beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hevrêya me di pêvajoya akademiyê de lêhêrbûnên kûr jiyan kir û di warê îdeolojîk de kûr bû. Di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û zanebûna xwe ya azadiyê xurt kir. Ji bo hêmanên azadiya jinê di her kêliya jiyanê de bixe pratîkê, ked da.
Hevrêya me Sorxwîn li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî destkeftiyên gelê me, ji bo parastina gelê me pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê dijwar e. Bû yek ji gerîlayên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di çalakiyên serketî de cih girt û hêza îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Hevrêya me di mijarên leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî de jî timî xwe pêş xist û bi sekna xwe bû şervaneke YJA Starê ya mînak. Piştî ku bi rengekî serketî wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih anî, car din berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Hevrêya me xwest li qadên Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike û tola dîrokê bistîne. Ji ber hin sedeman neçar ma ku vê xeyala xwe taloq bike. Berê hevrêya me timî li qadên Bakur bû, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên ku dijmin dixwest li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, xwe amade kir. Bi saya hevrêtiya xwe ya xurt û samîmî û pratîka xwe ya serketî, li her qadê berpirsyarî girtin ser xwe.
Milîtana PKK-PAJK’ê ya mînak hevrêya me Sorxwîn #29-07-2018# li herêma Metînayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû. Bi hevrêtiya xwe ya dilnizm, kûr û xurt navê xwe bi rengekî ku neyê jêbirin, di dîroka têkoşîna me de nivîsand. Weke şopdarên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya hevrê Sorxwîn timî bilind bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
[1]