#Newroza# Nejibîrbûyî
Zerdeşt OMERÎ
Fotoğraf: Sadık Güleç
Rojekê dîsa piştî dersan dema em gihane hev û me ji xwe ra behs dikir, hevalekî me ew çîroka go vê taliyê gelekî deng vedaye got. Hevalê me digot apê min wisa gotiye, lê çi qas rast çi qas derew ez nizanim.
Serê salên 1990î bûn. Tam nayê bîra min, an sala 1990î bû an jî 1991ê bû. Em li gundekî serê çiyê bi têgehên nû re rû bi rû dihatin. Peyva Newrozê jî yek ji wan têgehan bû ku êdî li cem me bi wateyeke nû dihate bikaranîn. Wateya wê ya nû, wateyeke nêzî serhildanê bû. Di wê salê de, gerîla hatin û gotin dê îsal Newroz li her deverê were pîrozkirin. Helbet em li navsera çiyayekî ne, ne ceyran ne tiştekî din. Radyoyeke me heye, heke pîl hebin û bikişîne em li xeberên BBCyê guhdar dikin. Heke em bişens bin, mezin carinan bandan jî datînin ser û em lê guhdar dikin. Çûnûhatina gerîlayan di heman demê de wezîfeya qasidê xeberên nû jî dibîne. Em hinekî jî bi saya wan ji cîhan û derdorê agahdar dibin.
Helbet ez piçûk im, li dibistaneke leylî dixwînim. Dawiya hefteyan em têne malê. Heke ez bi şens bim, wê dawiya hefteyê dê gerîla werin û ev dê ji bo min têra axaftina hefteyekê bike li dibistanê. Lewra li dibistanê em ew hevalên ku gerîla an jî bi navê xwe yê din heval tên gund û malên wan, ji hev ra behsa wan dikin. Heta carinan heman hevalên nas diçine wan gundên ku wan em nas dikin û ev ji bo me dibe serfirazî. Û helbet ev sirreke mezin e di navbera me û hevalên me de. Li her derê hewayeke serhildanê jî heye. Gerîla li dewletê dixe, gelê li bajaran serhildanan li dar dixe. Newroz jî nêzîk dibe. Êdî dê wê salê Newroz li her derê bihata pîrozkirin. Hevalan wisa ji me re gotibû. Her gund dê li gundê xwe Newrozê pîroz bike. Her wiha ji bo vê, ji gel hatibû xwestin ku her kes keleşkofekê jî bikire. Bi qasî hişê min ê zaroktiyê tîne bîra min, hevalan gotibûn divê roja Newrozê êvarî bi wan keleşkofan guleyan berdin û Newrozê pîroz bikin.
Welhasil ha wilo roja Newrozê hat. Êvarî em derketine ser banî û ji her deverê çiyê ve guleyên sor difirin. Em zarok jî li bendê ne ku bavê min an birayê min ê mezin jî keleşkofê derxîne û pê guleyan berde ku em jî li dibistanê bêjin me Newroz pîroz kiriye.
Welhasil ha wilo roja Newrozê hat. Êvarî em derketine ser banî û ji her deverê çiyê ve guleyên sor difirin. Em zarok jî li bendê ne ku bavê min an birayê min ê mezin jî keleşkofê derxîne û pê guleyan berde ku em jî li dibistanê bêjin me Newroz pîroz kiriye. Lê me tenê li guleyên ku ji gundê derdorê dihatin berdan temaşe kir. Tu nabê bavê min biryara partiyê neanîbû cih. Roja dinê gerîla hatin gotin ma we Newroz pîroz kir? Bavê min rewşa xwe ji wan re got, wan jî deng nekirin. Tenê hinekî qala dîroka Newrozê kirin, qala pêwistiya pîrozkirina wê kirin û paşê çûn. Lê guleyên ku şeva Newrozê hatibûn berdan li her derê deng dabûn. Her wiha li bajaran jî dewletê êrîşî girseyên gel kiribû.
Amed, 1993.
Roja duşemê dema em çûn dibistanê, em heval gihane hev û me behsa pîrozkirina Newrozê kir. Hemû hevalên min gotin wan keleşkofên xwe derxistine û Newroz pîroz kirine. Lê ez bi tenê di nav wan de wisa stûxwar mabûm. Lewra yê me ne keleşkof hebû ne jî me Newroz pîroz kiribû. Werhasil behsa Newrozê dirêj bû, hefteyekê me ji xwe ra behs dikir, behsa guleyên sor, dengê keleşkofan... Serhildan û coşa gel ya mezin.
Rojekê dîsa piştî dersan dema em gihane hev û me ji xwe ra behs dikir, hevalekî me ew çîroka go vê taliyê gelekî deng vedaye got. Hevalê me digot apê min wisa gotiye, lê çi qas rast çi qas derew ez nizanim. Tenê tişta ku dizanim, ew çîroka ku ji zaroktiya xwe ve dizanim û di van demên dawî li gelek deveran rastî hatime ku herkes li gorî xwe û bajarê xwe diguncivînê qet ji bîra min neçûye. Li gorî hevalê me, apê wî yê ku du çêlekên wî hene, li ser gotina hevalan, diçe wan difiroşê û keleşkofekê dikire. Dema radihêje keleşkofê tê malê, dibêjê; “De va ye min her du çêlekên xwe firotin û li ser gotina hevalan min keleşkof kirî. Vêca ku Apo jî dev ji vî karê Kurdîtiyê berdê, ez dev jê bernadim.”
Vê anektoda xweş ku hevalê me ji me re gotî ji bo me hem cihê kêfxweşî hem jî cihê kenê bû. Helbet piştî wê em ew koma hevalan beşdarî gelek Newrozan bûn. Lê dikarim bêjim, coş û kelecana wê Newroza ewil ku xwedî xwe û wateyeke nû bû ji bo em zarokan tiştekî din bû. Dema di nav bîranînên zaroktiyê de diçûm têm, gelek caran li wê bîranînê diwerqilim û bişirîneke piçûk li ser rûyê min vedide.
[1]