#Ziyaret# Wekî Mekanên Hafizeyê: Ziyareta Şêx Mahmûr
PolitikART Özel
Esra Aksoy
“Mekanên hafizeyê hem edebî hem nasnameyî hem jî netewî ne. Dema em li hafizeyê dinêrin dibînin ku ew ji naverokê bêhtir çarçove ne.”
Abîdeya Komkujiya Helepçeyê - Başûrê Kurdistanê/Helepçe
“Ji bo bîranîna windahî û şehîdên Helepçeyê ku di sala 1988an de ji hêla rejîma Beesê ve hatin kuştin û serwindakirin.”
Di van sedsalên dawî de, bi taybet ji sedsala 19. û 20. vir ve, li ser mijara hafizeyê gelek xebat hatine kirin û van xebatan jî rê li ber qada xebatên nû vekirine. Aşkera ye ku mijara hafizeyê bala gelek lêkolîneran dikişîne. Assmann sedema vê yekê wiha rave dike: Bi bikaranîna medyaya nû ya elektironîk tomara derveyî hafizayê êdî mimkun e û ev rewş jî qadeka hafizeya derveyîn ava dike, sedemeke din jî ev e; çanda îro li ser çanda doh ava bûye lewra daxwaza bibîranîn û fêmkirina paşerojê peyda bûye. Ya dawî û herî giring jî ew nifşa ku şehdetîya serdemekî kiriye êdî dimire û ev rewş jî xetereya tunebûna hafizaya zindî derdixe meydanê (Assmann, 2018, r.17-18). Li gor Nora jî sedema gelek xebatên li ser hafizeyê ew e ku êdî hafize ber bi tunebûnê ve diçe (Nora, 2022). Ev rewş bûye sedem ku pêwîstiya hafizayeke derveyîn çêbibe. Ji bo vê hafizeyê jî ligel demê, yek ji giringtirîn hêman jî mekan e, bi gotineke din mekanên hafizeyê. Ev mekan di navbera hafizeya takekes, hafizeya kolektîf û ya çandî de xwedî roleke giring in. Mekan, di navbera wan hafizeyan de wek hêmayeke girêdar e. Di navbera doh, îro û sibê de wezîfeya pireyekê dibîne. Mekan, parastgeha hafizeyê ye. Di çanda Kurdan de gelek mekanên hafizeyê hene. Yek ji wan mekanan jî ziyaret in. Ziyaretên aîdî kesekî ku ji aliyê civakê ve pîroz û xwedî keramet têne dîtin, bûne mekanên hafizeyê û ji bo însanan bûne wekî stargehan. Ziyaret jî wek mekanên din ên hafizeyê cihên bibîranîn, rîtuel û ji nû ve avakirina paşerojê ne. Ev jî bêhtir bi alîkariya çîrok û efsaneyên ku ziyaret di paşila xwe de dihewînin mimkun e. Ziyareta Şêx Mahmûr jî li herêma Torê mekaneke hafizayê ye. Bi efsaneyên ku di paşila xwe de dihewîne û zêwa ku her sal li ser tê lidarxistin mînakeke baş e. Di vê nivîsê de em dê wek mekaneka hafizeyê li ser ziyaretan û efsane û çîrokên ku bi wan re têkildar bisekinin û analîzekê wekî nimûne li ser ziyareta Şêx Mahmûr bikin.
Heger em mêjîyê însanî wek cihê hafizeya xwezayî qebûl bikin û cihê veşartin û parastina paşeroj, bîranîn û hafizeya takekesî rave bikin, ew cihên an jî mekanên ku di hundirê xwe de paşeroja civakê dihewînin û derveyî hafizeya xwezayî ne, em dikarin wan wek mekanên hafizeyê yên sunî an jî derveyîn bi nav bikin.
Mijara hafizayê her ku xebat û lêkolîn li ser zêde bûne, bûye mijareke navberdisîplînî. Di qadên wek derûnnasî,norolojî, dîroknasî, civaknasî, felsefe, edebiyat, folklor, çand û siyasetê de cî digre û bi awayekî giş digihin hev. Peyva hafizayê yan jî bîrê, ya ku di lîteraturê de derbas dibe di gelek zimanan de bi peyvên cuda tê bi kar anîn. Bi Yewnanî “mneme”; Latînî “memorîa”; Îngilîzî “memory”; Frensî “La memorie”; Erebî “hifz” Osmanî “hafiza”; Tirkî “bellek” û bi Kurdî jî “bîr”e. Di hemûyan de jî wateya wê veşartin û parastina tiştan, şexsan, mijaran û bûyeran a di hişî de ye. Ji van jî tesîra mihafezekirina ji derva, bibîranîna wan têkilîya wan a bi paşerojê ra wek wateyeke wê ya din dikare bê nirxandin. Bîr bi wateya xwe ya herî giştî bîranîna wan tiştan e ku mirov di hemû jiyana xwe da hîn dibe. (Tosun & Karadaş, 2022, r.47)
Heger em mêjîyê însanî wek cihê hafizeya xwezayî qebûl bikin û cihê veşartin û parastina paşeroj, bîranîn û hafizeya takekesî rave bikin, ew cihên an jî mekanên ku di hundirê xwe de paşeroja civakê dihewînin û derveyî hafizeya xwezayî ne, em dikarin wan wek mekanên hafizeyê yên sunî an jî derveyîn bi nav bikin. (Keskin, 2014, r.30) Mekanên hafizayê, ne ew tiştên ku tên bîra me ne, ew cihên ku hafizaya civakî di nava wan de dimeyê ye, ew der ne pêşeroj bi xwe ye,labaratuara pêşerojê ye. (Nora, 2022, r.13) yanî di vê rewşê de em dikarin rola mekanên hafizayê li ser avakirin, parastin, bibîranîn û ji nû de avakirina nasnameyê bibînin.
Serdema modern nû ye û ya herî nû her dem ji ya herî kevin alîkariyê dixwaze ev alîkarî jî di kodên mekanên hafizeyê de veşartiye. Hafize bi gelemperî bi mekanan derdikeve meydanê û hêmayên herî balkêş li gor îradeya sedsalan an jî însanan li van deran tên dîtin. Cejn, amblem, peyker,merasîmên bibîranînê, peyvên pesindayînê, ferheng, pirtûkên dersan, meydanên bajaran, muze…hwd hinek ji van in. (Nora, 2022, r.9)
Abideya Mafê Jiyanê - Parka Koşuyoluyê/Amed
“Ev abide di sala 2008an de hat avakirin û her roja şemiyê malbatên ku nasên xwe di kuştinên failî meçhûl de winda kirine an jî bêserûşûn bûne, li vê qadê kom dibin û daxwaza peydabûna windahiyan û cizakirina kujeran dikin.”
Li gorî Nora; di bin siya paşerojê de vuslata hafizeyê, destpêka wê tiştê ye ku ji zû de dest pê kiriye û dibe ku em ji ber vê sedemê evqas zêde li ser mijara hafizeyê disekinin. Êdî hafize tune ye. Koka hesta berdewamiyê di mekanê de ye. Ji ber ku êdî cihên hafizeyê tune ne, mekanên hafizeyê hene. Heger îro em hîn jî di hafizeya xwe de jîyaban, me ji bo parastina hafizeyê ava kirina mekanan pêwîst nedidît. (Nora, 2022, r.19-21) Civakên ku dixwazin xwe wek grubekî sexlem bikin ji bo sembola nasnameya xwe û bicihkirina bîranînên xwe mekanan diafirînin û wan mekanan heta dawîyê diparêzin. (Assmann, 2018, r.46)
Pêwîstîya hafizayê bi mekanan heye. Grup û mekan bi hev re jîyaneke sembolîk a hevpar ava dikin, grup ji mekanê dur bikeve jî, vê bihevrebûne û wan mekanên pîroz bi awayekî sembolîk ji nû de diafirîne. Mekanên hafizayê hem edebî hem nasnameyî hem jî netewî ne. Dema em li hafizayê dinêrin em dibînin ku ew ji naverokê wêdetir çerçove ne; qozekî her gav di dest de ye, yekîtiyeke stratejîyan e, ji hebûna xwe zêdetir bi şiklê bikaranîna xwe xwedî qedr û qîmetekî ye. (Nora, 2022, r.10) Ev jî nîşan dide ku gelek caran mekanên hafizayê dikare bi destên dewletê an jî grubên civakî ji bo amancê polîtîk jî bên bi kar anîn.
Mekanên hafizayê ew cihên ku wext diqerîsin in. Ev mekan bi hebûna xwe nahêlin ku tişt bên jibîrkirin. Ji hêleke din jî bi veşartin û parastina fikrekî hêvîya civakî ya di warê berdewamîya civakî û bêdawîbûna civakî di nava xwe de vedihewîne. (Keskin, 2014, r.31)
Gelek caran meyla hafizeyê bi mekanîbûnê heye; ji bo ku bîranîn bên pîrozkirin mekan tên avakirin, bi vî awayî hafize bi mekanî ve tê girêdan. Kesên ku serdana van deran, yanî mekanên hafizeyê dikin, bi civaka xwe re, di nava paşerojekê de dicivin ku êdî ne aîdê wan e û tune bûye ku lê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. (Keskin, 2014, r.7) Dema ku li derekî mekaneke pîroz an jî xwedî kodên hafizeya kolektîf hebe, li wir bi awayekî resmî yan jî gayrîresmî çandeke bibîranîne jî heye. Çanda bibîranînê heger bi taybetî têkilîdanîna bi paşerojê re be û têkiliya bi paşerojê re ji hev veqetandina di navbera doh û îro de bê sazkirin, naxwe em dikarin bêjin “mirin” yekemin tecrûbeya wê ji hev veqetandinê ye û bibîranîna mirîyan yekemîn teşeya bibîranîna çandî ye. Bibîranîna mirîyan bi awayekî normal ragihandî ye lê di heman demê de teşeya rîtuelên bibîranînê ji ber dezgeh û kesên ku rîtuelê pêk tînin ve çandî ye. (Assmann, 2018, r.69)
Civak nasnameya xwe bi bîranîna miriyên xwe erê dikin û ev rewş jî dibe sedem ku ziyaret, gor û kevirên goran gelek caran bibin mekanên hafizeyê. Kesên ku ji aliyê civakê ve xwedî keramet û pîroz tên dîtîn û li hemberî wan rêz tê girtin, heta gelek caran wek serokên civaka xwe tên dîtin. Piştî ku dimirin jî di nava civakê de cihê xwe wenda nakin. Wek ku Halbwachs jî nîşan dike ew wek noxteyên nîşandanê ne ji bo civakê. Piştî mirina wî/ê kesî/ê gelek sal derbas bibin jî ew rêzgirtina civakê naguhere û bi efsane û çîrokên ku li ser wî/ê kesî/ê tên vegotin berbelav dibin û bi rîtuelên ku li ser ziyaretan tên lidarxistin berdewam dibin û nifş bi nifş vediguhêzin. Mekan heger pîroz be dîtîn vediguhere hafizayekî. Yek ji wan mekanên hafizayê jî “Ziyaret” in.
Mêkanên Hafizeyê yên Pîroz: Zîyaret
Ji serdemên arkaîk heya serdemên modern bibîranîna mirîyan xwedî cihekî giring e. Bibîranîna mirîyan kok û bingeha çanda bibîranînê ye. (Assmann, 2018, r.69) Tevgera herî xwezayî ya însanan e.Wek me li jor jî dîyar kir bibîranîna miriyan teşeya yekem ya bibîranîna çandî ye. Zîyaret jî di vî warî de yek ji wan mekanên hafizayê yên herî kevn in. Lê ev rewş ji bo hemû zîyaretan derbasdar nîne.
Ziyaret sembolîk in ji ber ku ew dibin navenda baweriyekê û wê baweriyê sembolîze dikin. Aliyê ziyaretan ê derûnî gelekî xurt e, ji ber ku însan ji bo dermanê derdê xwe an jî bi hêviya çêbûna mirazê xwe, ziyaretên kesayetên qedirbind û pîroz wek pireyeke di navbera xwe û Xwedê de dibînin. Giringtirîn fonksiyona ziyaretan jî parastin, veşartin û veguhestina nirx û çandê ye ku bi awayekî berbiçav hesta nasnameya hevpar û aîdiyeta civakî didin însanan.
“Medreseya Sor -Têda Tirba Melayê Cizîrî” Şirnex/Cizîr
-Di nava salê da gelek caran hem Kurdên bawermend hem ehlê xwende hem jî Kurdên geştyar diçin serdana Tirba Melayê Cizîrî.-
Ji bo em ziyaretekî wekî mekaneke hafizeyê bi nav bikin lazim e xwedî hin taybetiyan be. Ew ziyaret lazim e aîdî kesekî/e di nav civaka xwe de xwedî nirx û qîmet be. Bi gelemperî em dibînin ku ziyaretên serokên dewletan an jî civakan, leşkerên ku ji bo bawerî an jî felata civakê şehîd ketine (di çanda Kurdên misliman de em dikarin bêjin ashabe jî) derwêş, alim, şêx…hwd çend mînak ji mekanên hafizeyê ne. Ji bo ew kesên ku di civakê de xwedî qedr û qîmet in ji aliyê nifşên pêşerojê ve neyên jibîrkirin îhtîmal heye ku ji aliyê civakê ve bi awayekî xwezayî hin efsane an jî çîrok li ser zîyareta wî/ê hatibin vegotin û rîtuel hatibin kirin. Ev efsane û çîrokên ku tên vegotin dibe ku bûne mezintirîn sedem ku ziyaret ber bi mekanên hafizeyê veguherin. Ji ber ku ew cihên ku wek pîroz tên dîtin bi gelemperî di paşila xwe de gelek efsane û çîrokan vedihewînin û em dibînin ku bi awayekî rûtîn rîtuel li ser van ziyaretan tên kirin. Gelek caran ji bo ziyaretekê tenê gelek efsane an jî çîrok tên vegotin û rîtuel li ser navê wî/ê kesê/a pîroz tên lidarxistin. Em dikarin li her derê Kurdistanê rastî van efsane û çîrokên bi vî awayî bên. Bi vî avayî ev ziyarêt dibin mekanên hafizeyê, nifş bi nifş vediguhêzin û dibin parçeyek ji hafizeya kolektîf. Wek mekaneke hafizeyê ziyaret xwedî hin taybetîyan in; taybetîyên maddî- ekonomîk, sembolîk, derûnî û fonksîyonî hinek ji wan nin. Dema ku zêw an jî rîtuelên serdan û bibîranînan tên kirin, ji bo debara wan însanên derdorê dibin rêyeke debarê, ev aliyê wan ê aborî ye. Dîsa, ziyaret sembolîk in ji ber ku ew dibin navenda baweriyekê û wê baweriyê sembolîze dikin. Aliyê ziyaretan ê derûnî gelekî xurt e, ji ber ku însan ji bo dermanê derdê xwe an jî bi hêviya çêbûna mirazê xwe, ziyaretên kesayetên qedirbind û pîroz wek pireyeke di navbera xwe û Xwedê de dibînin û dema diçine serdanê ji hêla derûnî ve xwe rehet hîs dikin. Fonksiyona wan ya herî berbiçav parastin, veşartin û veguhestina nirx û çandê ye, bi awayekî berbiçav hesta nasnameya hevpar û aîdiyeta civakê didin însanan.
Zîyaretên ku bûne parastgeh û stargeh ji bo însanan bûne çavkanîya efsane û çîrokan jî. Ev efsane û çîrok ji bo pêkhatina çanda bibîranîna miriyan wek hemayên girêdar in. Her ku çîrok û efsane tên gotin ziyaret jî cihê xwe saxlem dikin û ji aliyê civakê ve wate û peywira wan jî diguhere û hinek têgehên şênber ji hêla civakê ve li wan tên barkirin.
Rîtuel û efsane wateya rastiyê rave dikin. Rêzgirtina li hemberî wan, parastina wan û veguhestina wan pergala cîhan û nasnameya civakî diparêze. (Assmann, 2018, r.65) Rîtuel û efsaneyên ku li wan mekanên hafizeyê tên gotin û tên lidarxistin, di pêkhatina nasnameya hevpar a civakê de xwedî cihekî giring in. Ji ber ku civak bi bîranîna miriyên xwe nasnameya xwe erê dike. (Assmann, 2018, r.71) Bibîranîn bi xwe re rîtuelê tîne, rîtuel bi xwe re duberakirine û dubarekirin jî berdewamiyê tînê berdewamî veguhestinê veguhestin jî hafizeya kolektîf ava dike.
Tirba Ehmedê Xanî - Bazîd/Agirî
“Di nava salê da gelek caran hem Kurdên bawermend hem ehlê xwende hem jî Kurdên geştyar diçin serdana Tirba Ehmedê Xanî.”
Ziyaretên ku bûne parastgeh û stargeh ji bo însanan bûne çavkanîya efsane û çîrokan jî. Ev efsane û çîrok ji bo pêkhatina çanda bibîranîna miriyan wek hemayên girêdar in. Her ku çîrok û efsane tên gotin ziyaret jî cihê xwe saxlem dikin û ji aliyê civakê ve wate û peywira wan jî diguhere û hinek têgehên şênber ji hêla civakê ve li wan tên barkirin. Rêzgirtin, xwe spartin, şîfaxwestin, tirs, cihên mirazan… hwd. hin ji van têgehan in. Bi efsane û çîrokan gelek caran em dibînin ku pêywîra wan cihan diguherê û dibin cihê bawerîyekî. Di nav çanda Kurdan de zîyaretên kesên pîroz mekanên giring ên hafizayê ne. Gelek caran em dibînin ku rîtuel li ser wan tên kirin. Yek ji wan rîtuelan jî Zêw in. Zêw, ew merasîmên ku her sal di heman demê de û li ser heman cihî, ji bo bibîranîna şêx, mişayîx, ashabe an jî derwêşan tê lidarxistin in. Her çiqasî aniha bi muzîk û govend neyên pîrozkirin jî di serdemên berê de wek festîvalan bi muzîk, govend û seyranan dihatin pîrozkirin. Zêw ji bo pêkhatin û xurtkirina hafizaya kollektîf rîtuelên giring in , ji ber ku her sal bi aweyekî bi rêk û pêk di heman demê de li heman cihî tên li dar xistin ew cihên ku zêw li wan deran tên pîrozkirin mekanên hafizayê ne. Heger em mînakinan bidin jî zîyareta Şêx Mahmûr, Seblal, Şêx Şivan, Şêx Mominê, Şêx Hesen, Pîrê Mirada, Bagulîyo…hwd hinek ji van zîyaretanin ku hem di paşila xwe de gelek efsane û çîrokan vedihewînin hem jî her sal Zêwa wan tê li dar xistin.
Gelek efsane û çîrok li ser ziyaretan tên vegotin. Carinan ev efsane di çarçoveya tirs û xofê de, carinan ji bo şîfabexşiyê, carinan jî bi daxwaza rehm û bereketê hatine vegotin. Bo mînak em dikarin ziyareta Şêx Mahmûr wek mînak bidin. Hema bêje em dikarin li ser vê mînakê hemû cureyên efsaneyan bibînin.
Wek mekaneka hafizayê zîyareta Şêx Mahmûr
Ziyareta Şêx Mahmûr li navçeya bajarê Mêrdînê ya bi navê Kerboranê dikeve gundê Kerbenê. Ev ziyaret ji bo herêmê mekaneke hafizeyê ye. Bi efsaneyên ku li ser tên gotin û zêwa ku her sal di heman cihî û heman rojê de li ser tê kirin ji bo hafizaya kolektîf ya civakê xwedî cihekî giring e. Hem mirovên herêmê hem jî yên derdorê ji bo hemû derd, nexweşî, daxwaz û ricayên xwe, ji bo hawara xwe bigihînine Xwedê, xwe diavêjine ber perdeya Şêx Mahmûr. Li gor ku gelek kesan beyan kir, her însanê ku xwe avêtiyê ber perdeya wî, ji nexweşî û belayan rizgar bûne û şifaya xwe dîtine û daxwazên wan bi cih bûne. Ji ber vê yekê jî însanên herêmê zarokên xwe dikin koçekên wî û her sal zêwa wî li dar dixin û qurbanan ji bo wî serjê dikin. Hinek efsaneyên ku di paşila vê zîyaretê de ne, ev in;
Efsaneya Hatina Wî ya Gund (Efsaneya Kêlikê Şêx Mahmûr):
“Şêx Mehmûr zilamekî qenc e. Dibê zemanekî, dibê ji xwe me ne dîtiye, lê malêk hebû digon mala Şêxoyê Fatê, eslê xwe ‘İmarî bûn. Dibê îdî kalikê wa çû hicê li wa da maye. Dibê çûye devê dikana yekî ereb.(Yê ereb) Gotiye ti kî yî? Gotiye: wella ez ehlê Tirkî me û ez ji hacîya ma me ala ezdota me. Gotiye roja înê yek ji wî rexê Tirkî ve tê vê dê xûtbê, li vir be ku axir ku hat ezê şanî te dim. Îdî dibê ku hat, dibê ha ev e. Wî çû axir go ji xûtbê wa derketin, destê xwe avêta cilê wî (cilê Şêx Mehmûr). Dibê ma xêr e, derdê te çi ye? Dibê ezî ji Tirkîyê me û ez ji haciya mame û e nikarim herme mal e. Bê gotiyê here nanekî xwe bêna ji firnê. Û hatiye. Gotiye çavê xwe bigre û gotiye Bismillah, îdî em dibên Kêlikê Şêx Mehmûr heme di neqêba me û ‘İmara de ye, hê jî ew kêlikê li wir e. Dibê li wir mêzandiye ku wê li wir e ew û camêr. Îdî hate vir, mal xwe anî bû sofîyê wî.” (E. S.)
Efsaneya Derheqê Zarokên Wî de:
“Sê kure wî hene. Haşem e û Mistefa ye û Şêx Alî ye. Em sê bav niha li vê dê hene. Dibê Mistefa kurê mezin bû, meznatî da kur û dibên Şêxanî dabû Şêx Alî û dibê ‘ilm dabû Haşem. Heqqeten vêga ev Haşemkê me hemî wilo ‘alimin, qur’anxwenin. Dibê Sosin jî hebû keça Şêx Mehmûr bû. Ev pismamê me hene, dibê yê Sosinê ne.” (E. S.)
Efsaneya Çireya Şêx Mehmûr:
“Çireya hicrika Şêx Mehmûr hebû. Bi Xwedê min bi çavê xwe jî dîtiye ku çireya wî vêdiket. Wa salê hanêkê, wilo qulike ha halo (her du destên xwe didê ber hev û şiklê qûlikekê çêdike) a di meqbera wî de bû. Daîm çira wî vê diket. Havîna wan vê diket. Xwedê di tirba wî de wilo dengê erbanê jî dihat.” (E. S.)
Efsaneya Bayê Kurr:
“Dibê xebero Şêx Mehmûr destilmêj girtiye, dibê wextê ku destilmêj girt dibê qeşa bi zendikê destê wî ve çê bûye. Dibê di’a kir go: Ya rebbî vî bayê kurr deyne. Gerçek nayê, yanî heqqê Xwûdê, ha vêga jî ku ti hatî vê diryana me û ku diçê Derêca û werê cem me, heta bi wê sinirê me ye. Tê dibê ha ev der e sinirê wan û ji vir ve jî ‘eynî wilo. Ti herê neqêbêna me û Bêrkevan wilo, ha ti ser devê vê lata he (lateke, wek zinarekî ye ku li pêşya gund dimîne nîşan dide) em dibên Îzar, Îzar heme di pişt wir de ye, bibê gum, gum, gum wilo berf, halo sayî ye berf ji wa da û wî rexê me ve tê. Lê ki Kerben ebbeden, halo eme li ber tavikê ne. Berf e li ‘erdê sitane lê ebbeden hiç em ji bayê kurr aciz nabin. Bayê kurr nayê vê hêla.” (E. S.)
Efsaneya Hejîrê:
“Dibê xebero mêhvane wî (Şêx Hesen) hatin, dibê îdî Sofîkekî wî hebû, ew hejîr jî di nav mişayîx de bû lê niha qelaya, îdî gota sofî go hera hejîrna werêne. Dibê sofî çû (vebêjer dikene) a’lebe sitane, çêleye, go hejîra ha wilo reş dike. Dibê axir hinek kirne selika xwe de anîn ji mêhvên re. Go, sofî were bixwe, sofî neçû, ji xwe re hinek hiştibûn. Dibê hinek ji xwe re hiştin. Dibê îdî rabûn go sofî ew xewna te betal e. Çû sofî çû go dareke hişk û hola. Yanî hejîr jî wilo bû. Ew hejîr min dîbû Xwedê Wekala Ellah Şahîd lê wa qelaha ye.” (E. S.)
Efsaneya Aşêva Birincê (Avîya Şêx Mahmûr):
“Go Şêx Mehmûr holo weke me însan bû. Go îdî qey Xwûdê dabûyê de. Go rabû Şê Mehmûr li Nêwertê aşêfa birinc dikir û go Şê Hesen, te dî zêwa wî jî heye dibên zêwa Şê Hesen, û ew jî hata, heke hate gorişma wî, hat go ê aşêfê dike. Go: Kuro ti aşêfê bi destê xwe dike? Go: A. Go: Naxwe ti ji çi re şêx î? Rabû gote Şêx Hesen, go: ka êdî bêje Bisimllah Rehmane Rehîm aşêvê ji nav derkeve. Go (Şêx Hesen) sê caran got ji nav derket, ya çara hew derket. Go wî heft cara gote aşêfê go ji nav derkeve û bikeve nav de, ji nav derkeve. Go mêzê îdî sirrê wî ji yê wî bêhtir bûn. “(M. Ş.)
Efsaneya Rima Şêx Mahmûr:
“Carê heyama berê qitlixe zahf bû, baran nedihat, toximê ku davêtine ‘erdê şîn nedida. Ji boyî wilo insan zahf mehçûb diman û insan diçûne liqatê, diçûne îş, diçûne dora Sûrî, ‘Iraqê wa diçûn paleyîya wa dikirin heta di(du) ‘elb dexil didane wa. Diçûne siqatê ji xwe re yanî. Îdî Rebbe min wilo hîkmetek da va insanê vî gundî, wextê ku baran nedihat û insan dimane sekinî, dexla wa dima li ‘erdê şîn nedida,’ekkaseyekî (rim) Şêx Mehmûr hebû. Dikirina nava birkeke ku wilo peşkek av jî tê de hebane dikirnê de. Rebbe ‘alemê wilo dikir go bûlût(ewr) digehane hevdu, baran dihat hettah ta nederandibane baran nedisekinî. Digotin ‘ekkase weke ku tu bêje weke mizraqeqî bû, bê serê wî tûj bû î dirêj bû weke di metra bû, yaziya erebî qur’anê li serê bû. Wextê ku va insanan ji birkê di derand baran hew dihat, ew bûlût daxilmişdibûn (belavdibûn) baran hew dihat. Va gundê dora wî gundî jî dihatin digotin; ji boyî Xwedê bidne me jî rojekî, em bibin bi izna we. Go birin, henek kotîniyetî (neytxerab) derketin û ew ‘ekkase winda bû.” (H. A.)
Ziyareta Şêx Mahmûr, Mêrdîn/Kerboran/Kerben
Efsaneyên Dara Şêx Mahmûr:
“Ev dar (vebêjer darê nîşan dide) dara Şêx mehmûr e. Keraneta wê jî ew e, şîrê ku nemeyê darikî ji wê nakê dikine nav şîrê xwe yê germkirî de, bi emrê Xwedê Te’ala ew şîr dibê mast.”
“Ji boyî zaroka ku şîrê wê î xirabûyî be, yanî diya wê nikaribe bebaka xwe şîr bidê, piçikî ji benîştê wê hem ji şêkir re hem bi bedena xwe ve, bi singa xwe ve bikê, ew zarok ji şîr divebê, ew zarok hew şîr dixwazê.”
“Di çiqil ji vê darê hişk bûne, wextê ko çiqilê wê hişk bûne, nîvê gund bar kirîye, nîvî maye. Di alîya bûye. Insanekî gotiye darê wê hişk e, darekî wê birîyê gotiye, dikevê rê de. Melakekî wextê ji vê derê birîye û çûye qeza kiriye, ew û birayê xwe herdûka rehmet kiriya.
“Axa vî mişayîxî jî ji bo însanên ko zarokên wan çênebê derman e. Gelek insan tên, ji dewleta insan xwe davêjine ber perda Şêx Mehmûr, bi izna Xwedê Te’ala, Xwedê Te’ala ewladên salih didê wa.” (H. A.)
Gelek caran em dibinîn ku di nava mêkanên hafizeyê de hin amûr fonksîyona wî mekanî sembolîze dikin. Bo mînak dema em diçin ziyareta kesekî/e pîroz em dibînin ku li wir qumaşekî kesk heye (Keska Seyyîdan jî tê gotin) ku her kî qetek ji vî qumaşî bi destê xwe ve an jî bi derek xwe ve bike wê bê parastin. Wek me di efsaneya derbarê Şêx Mahmûr de jî dît, carinan tasikek ku li meydanê tune ye, rimek, yan jî dareke temen dirêj bi rêya efsane û çîrokan nifş bi nifş vediguhêze, wê hafizeya kollektif diparêze û wek sembol cihê xwe digirin.
Mekanên hafizeyê ew hafizeyên derveyîn an jî sûnî ne ku derveyî hafizeya xwezayî ne. Ji serdemên arkakîk heya serdemên modern hafizeya mirovan her dem di meyla mekanîbûne de ye. Civak ji bo paşeroja xwe ji bîr neke û hafizeya xwe biparêzê mekanên hafizeyê ava dikin. Ev mekan cihên giring in, ji ber ku hafizaya kolektîf hem diparezin, hem vedişêrin hem jî ji bo nifşên pêşerojê vediguhêzin. Meydanên bajaran, peyker, arşîv, muze, amblem, gor, goristan, kevirên goran hwd. hinek ji van in. Ziyaret jî mekaneke hafizeyê ye û di nava gelek civakan de ziyaret vê rolê dilîzin. Ziyaretên ku ji bo hafizeya kolektîf mekanên hafizeyê yên giring in bi efsane û çîrokên ku di paşila xwe de dihewînin hêza xwe ya fonksîyonî xurttir dikin û bi vegotina efsane û çîrokan û lidarxistina rîtuel û serdanan fonksîyonên wek parastin, veşartin, bibîranîn û veguhestinê pêk tînin û wextî disekinînin.
*** Ji ber rêgeza nepeniyê navê beşdaran hatiye kurtkirin.
ÇAVKANÎ
Assmann, J. (2018). Kültürel Hafıza . İstanbul: Ayrıntı.
Keskin, N. (2014, 3). Kentlerde Yeni Bellek Mekânları: Kent Müzeleri. Cyprus International University, Folklor/ Edebiyat, 20(79), 25-39.
Nora, P. (2022). Hafıza Mekanları. Ankara: Doğubatı.
Tosun , T., & Karadaş, C. (2022). Di Bin Sîya Bîra Civakî da Klama Asyayê û Serpêhatîyên Ferzende Beg. The Journîal of Mesopotamian Studens(7), 043-066.
[1]