Tomarkirina Dîrokê di Navbera Niştîman û Mişextiyê de: Nirxandinek li Ser #Sînema# ya Îbrahîm Selman
Niştîman Elegez
Selman, di gelek şaxên hunerê de kar û barên giring ji bo hunera Kurdî kirine û bi taybet wî bi fîlmên xwe yên wekî Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê, Karwanekê Bêdeng û Nameyek Bo Baboy hewl daye li mişextiyê, li Ewrûpayê dengê dîroka nêzîk ya niştîmanê xwe, dengê Kurdistanê û rewşa millet û welatê xwe tomar bike û bigehîne cîhanê. Lewma belgefîlm û fîlmên wî yên honakî ji bo tomarkirina dîroka Kurdistanê giringiyeke xwe hene.
Wekî rewşenbîrên welatên Cîhana Sêyemîn, rewşenbîrên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê jî di van 50 salên dawî de ji ber guvaş û zordariyên siyasî, ayînî, civakî û aborî mecbûr man welatê xwe Kurdistanê biterikînin û berê xwe bidine welatên Dîasporayê. Herçend di van 50 salên dawî de rewşenbîrên Kurd berê xwe dabine welatên Ewrûpayê jî, ev mişextiya Kurdan ya di sedsala 20em de vedigere serê salên 1900î. Berev dawiya rûxîna împaratoriya Osmanî û destpêka avabûna komara nû ya Tirkiyeyê, di vê qonaxê de li gel tetbîqkirina Tehcira Ermenan (1915) hejmareka nifûsa Kurdên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê ji ber zilma Osmaniyan berê xwe dane Sovyetê û awareyî Sovyetê bûn.
Her ji ber sebebên siyasî, derbeyên eskerî û atmosfera şer û pevçûnan, ji destpêka salên 1980yî ve ji Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê hejmareke rewşenbîrên Kurd berê xwe dane dîasporayê û heta îro wekî milletên din ên cîhanê dîyasporayake Kurdan jî li Ewrûpayê pêk hat. Li Rohilat û Îranê Înqilaba Îslamî (1979), li Îraq û Başûr ji ber zilma rejîma Beasê û Enfal (1988) û operasyonên eskerî, li Tirkiye û Bakur derbeya 12ê Îlonê (1980) û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî zordariya rejîmê bûne sebeb ku Kurd ji welatê xwe mişext bibin û Ewrûpa û dîaspora wekî welatê xwe yê duyem û stargehekê bibînin. Vê diyasporaya berbehs, li gel hunermend û rewşenbîrên xwe li ser geşedana çand, ziman û hunera Kurdî karîgeriyeke berçav û berceste kirin. Formên edebî û hunerî yên wekî roman û sînemayê bi wesîleya îmkanên dewletên Ewrûpayê pêş ketin û dîyaspora heta destpêka salên 2000î bû mala huner û rewşenbîriya Kurdî.
Xaseten piştî salên 1990î, çi bi daxwaza xwe û çi jî ji ber zordestiyên polîtîk û îmkanên baştir ên Ewrûpayê, derhêner û hunermendên Kurd berê xwe dane van welatan û li van welatan berhemên xwe yên hunerî afirandin. Bi taybetî piştî mişextiya Yılmaz Güney bo Fransayê, gelek derhênerên Kurd li dîasporayê fîlmên Kurdî saz kirin. Derhênerên Kurd ên wekî Hinêr Selîm, Hîşam Zeman, Hüseyin Tabak, Mano Xelîl, Ekrem Heydo, Solîn Yûsiv, Mehdî Omêd, Ayşe Polat, Sehîm Omer Kalîfa, Rêber Doskî û berhemhêner û danerê şirketa fîlman a Mîtos Fîlmê Mehmet Aktaş li welatên muxtelif ên Ewrûpayê fîlmên Kurdî saz kirin û hîn jî berdewam dikin. Ji xeynî van derhênerên Kurd bêguman yek ji wan derhênerê Kurd ê pêşîn Îbrahîm Selman e ku li Ewrûpayê, li Hollandayê binecih bûye û di destpêka salên 1990î de dest bi sazkirian fîlmên Kurdî kiriye.
îbrahîm Selman şanoger, nivîskar, ekter û derhêner e. Ew li Duhokê, li Kurdistana Başûr ji dayik bûye û li zanîngeha Helebê beşa şanogeriyê xwendiye. Di salên 1970yî de ew mecbûr maye ji Kurdistanê derkeve û berê xwe bide Hollandayê. Ji zêdetirî 40 salan e li Ewrûpayê di nav karûbarên hunerî de ye. Selman, li gel şanogerî û ekteriya xwe hem romanên derbarê Kurdan de bi zimanê hollendî nivîsîne hem jî bi armanca gehandin êş û azara milletê Kurd û dîroka wan ya sînesoj bo cîhanê wî çendîn fîlmên belgeyî û çîrokî bi şêwazeke serbixwe, bi komediya reş saz kirine.
Armanca vê nivîsarê ew e ku behsa serhatiya hunerî ya derhêner û sînemakar Îbrahîm Selman bike. Selman, di gelek şaxên hunerê de kar û barên giring ji bo hunera Kurdî kirine û bi taybet wî bi fîlmên xwe yên wekî Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê, Karwanekê Bêdeng û Nameyek Bo Baboy hewl daye li mişextiyê, li Ewrûpayê dengê dîroka nêzîk ya niştîmanê xwe, dengê Kurdistanê û rewşa millet û welatê xwe tomar bike û bigehîne cîhanê. Lewma belgefîlm û fîlmên wî yên honakî ji bo tomarkirina dîroka Kurdistanê giringiyeke xwe hene.
Fîlma Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê çendîn taybetiyên xwe yên serekî hene ku ew qedrê fîlmê bilindtir dikin. Fîlm, bi tercîha hunerî û estetîkî ya derhênerî hem îmaj û dîmenên arşîvê tên nîşandan ku ev yek wekî belgeyeke dîrokî karîgeriyê li ser pêşkêşkirina heqîqeta Enfalê dike, hem jî vegêrana fîlmê ya bi şêwazeke komediya reş heqîqeta şilfîtazî ya komkujiya Enfalê ji konteksta wê dûr dixe û bi awa û şêwazeke dîtir temsîl dike.
Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê: Vegêrana karesatê bi şêwaza komediya reş
Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê (Three Profiles of Mountain Man Who Wishes He Were a Seal, 1991) yekem kurtefîlma Îbrahîm Selman e. Selman, bi vê kurtefîlma xwe ya têkel ya ji îmajên arşîvê û îmajên honakî/fîktîf fîlmeke docudramayî saz kiriye. Fîlm behsa sê rû û profîlên Kurdekî (Îbrahîm Selman) dike yê ku eger ew di navbera niştîman/welatê xwe û diyasporayê de bimîne ka dê çi bête serê wî kesî û qedereke çawa li pêşiya wî heye. Di fîlmê de profîla yekem ya karakterî ew e ku eger ew li Helebceyê bimîne dê ew bê kîmyabarankirin û bibe qurbanî. Profîla duyem jî ew e -ku ew dixwaze bibe şairek- eger ew ji welatê xwe mişext bibe ew dê li Ewrûpayê bê armanc û aware be û jiyana xwe pûç û betal bike. Profîla sêyem jî ew profîl e ku Kurdek naçar maye ji welatê xwe derkeve û li Ewrûpayê hewl dide cîhanê derbarê komelkujî û enfalkirina Kurdan de agahdar bike, lewma ev profîl her hewl dide xwe bigehîne sazî û dezgahên medenî û saziyên nevdewletî da ku xwe bigehînin hewara Kurdan ji ber zordestiya rejîma Beasê û kîmyabaranê.
Fîlm bi îmajên arşîvê yên dema enfalkirina Kurdan û bordûmana kîmyewî ya li ser Başûrê Kurdistanê dest pê dike û bi îmajên honakî yên li Ewrûpayê berdewam dike. Fîlma Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê çendîn taybetiyên xwe yên serekî hene ku ew qedrê fîlmê bilindtir dikin. Fîlm, bi tercîha hunerî û estetîkî ya derhênerî hem îmaj û dîmenên arşîvê tên nîşandan ku ev yek wekî belgeyeke dîrokî karîgeriyê li ser pêşkêşkirina heqîqeta Enfalê dike, hem jî vegêrana fîlmê ya bi şêwazeke komediya reş heqîqeta şilfîtazî ya komkujiya Enfalê ji konteksta wê dûr dixe û bi awa û şêwazeke dîtir temsîl dike. Ev tercîha hunerî ya vegêran û nîşandana derhênerî dibe wesîle ku karesat û bûyerên dîrokî yên mîna Enfalê bi rengekî cûdatir bêne yadkirin û temsîlkirin.
Derhênerî li gorî taybetmendiyên komediya reş karakterên fîlma xwe ava kirine. Îbrahîm Selman, li gorî halûruhiyet û mekanên karakter (Helebce û dîaspora) tê de, aliyên derûnî yên karakteran derxistine pêş ku gelek caran ev yek şîzofrenî ne. Ev yek wekî rexneyekê vedigere ser du aliyan: Bêdengiya civak, dewlet û rêxistinên medenî yên Ewrûpayê ku li hember Enfalê. Ya duyem jî bêdengî û piştevaniya cîhana îslamî ya ji bo enfalkirina Kurdan e. Lewma hem di vê fîlmê de hem jî di fîlma wî ya din ya Karwanekê Bêdeng de rexneyeke tûj li hember bawerî, dîn û îslamiyetê heye. Gelek caran sebebê enfalkirina Kurdan, bêdengkirin û bêzimankirina Kurdan wekî ereb, zimanê erebî û baweriya îslamiyetê hatiye nîşandan.
Herçiqas karesat yek ji babetên serekî ên edebiyat û sînemayê be jî, ew bi gelek şêwazên ciyawaz ên vegêranê hatiye behskirin. Di vê fîlma Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê de komkujiya Helebceyê û enfalkirina Kurdan li şûna bi awayekî rasterast û şilfîtazî bê vegêran, ew di nav komediyeke reş û mîzahekê de hatiye pêşkêşkirin ku ev yek dibe wesîle ku em bikaribin bûyerên dîrokî yên wekî Helebce û enfalê bi rengekî din bifikirin.
Karwanekê Bêdeng: Rexneyek li siyaseta Kurdî û birakujiyê
Karwanekê Bêdeng (A Silent Traveler) yek ji fîlmên Îbrahîm Selman e ku sala 1993yan hatiye berhemanîn. Karwanekê Bêdeng ne tenê fîlma ewil ya dirêj ya Îbrahîm Selman e, herwiha ew yek ji fîlmên pêşîn ên salên 1990î ya Kurdî ye ku li dîasporayê, li Yewnanistanê hatiye tomarkirin. Fîlma Karwanekê Bêdeng fîlmeke Kurdîziman e, behsa çîrokeke Kurdî ya dîroka nêzîk a Kurdan dike ku ji aliyê derhênerekî Kurd ê dîyasporîk ve hatiye derhênan. Çîroka fîlma Karwanekê Bêdeng xwe dispêre çîrokeka rastîn ya dîroka nêzîk a Kurdan ku şervanên azadiyê ji aliyê birayên xwe ve tûşî îxanetê dibin û tên kuştin: Li gundekî Başûrê Kurdistanê grûbeka pêşmergeyên bi serkirdetiya Mehmûd Yezidî (Suphi Sadık) dixwazin gundiyan ji leşkerên rejîma Beasê biparêzin û welatê xwe Kurdistanê ji bin dagirkeriyê bînine derê. Di nava vê koma pêşrmergeyan de pêşmergeyekî xayîn heye ku ji aliyê hikûmeta Beasê ve ji bo kuştina serkirdeyê pêşmergeyan hatiye wezîfedarkirin.
Karwanekê Bêdeng dikare wekî yek ji fîlmên ewil ên Kurdî yên salên 1990î bête destnîşankirin. Fîlm, bi îmajên çiyayên bilind ên Kurdistanê yên berfîn dest pê dike û paşê vegêr (narrator) behsa qeder û çarenûsa Kurdan dike ku ew li seranserê cîhanê belav bûne. Vegêr -ku ew di heman demê de derhênerê fîlmê Îbrahîm Selman e- di nava fîlmê de behsa serhatî û qonaxa çêkirina vê fîlmê dike. Bi vî rengî dibe yek ji wan fîlmên dîdaktîk ku armanc û mebesta hebûna xwe aşkera û beyan dike.
Wekî fîlmên dî yên derhênerî yên wekî Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî û Namek bo Baboy di vê fîlmê de jî gelek reng û şopên otobiyografîk ên derhênerî hene ku ev yek ji bo têgehiştina fîlmê alîkariya me dike. Bo nimûne, çîroka vê fîlmê -ku derhênerî fîlm bo babê xwe pêşkêş kiriye- xwe dispêre çîroka babê derhênerî ku ew jî di wextê xwe de pêşmerge bûye û hatiye kuştin û bûye qurbaniyê şerê birakujiyê.
Derhêner Selman, bi awayekî aşkere û zelal rewşa Kurdistanê ya heyî wekî koloniyeke di bin postalên dijminî de nîşan dide û gelek caran bi diyalogên dîdaktîk destnîşan dike ku divê Kurdistan bê rizgarkirin. Lewma, ji bo vê armanc û motîvasyona derhênerî hindek referans bo dîroka nêzik a Kurdî hene. Di sehneya rasthatina Silo (Abdulkadir Yusuf) û koma pêşmergeyan da, serkirdeyê pêşmergeyan Mehmud Yezidî ji Silo navê kurê wî dipirse ku ew jî dibêje Simko ye. Bi wesîleya navê Simko ku referansek e ji bo Simkoyê Şikakî, dîrok nêzîk a Kurdî li gel îro tê miqaseyekirin ku Simko (Walid Hadji) behsa du xeletiyên Simkoyê Şikakî yên wekî xapîna bi hikûmeta Îranê û şerkirina dijî pêkhateyên ayînî yên wekî Cihû û Filleyên li Kurdistanê rexne dike. Derhêner, bi vê miqayesekirinê Kurdistanê wekî beheştekê îdealîze dike û wê wekî cihê pêkvejiyana hemî ayîn û dîn û mezheban pênase dike. Lê belê îro ji ber zulma dagirkeriyê ev xweşî û aramî jî nemaye.
Xulase, wekî gelek fîlmên dî yên Kurdî yên van sal bîst salên dawî, Karwanekê Bêdeng jî behsa yek ji trajedî û malwêraniya Kurdan ya bindestiyê ya li Başûrê Kurdistanê dike. Lê belê, Karwanekê Bêdeng di heman demê de fîlmeke wisa ye ku rexneyê li siyaset û bêtifaqiya Kurdan û birakujiya wan digire û rewşa Kurdan ya heyî ji ber bêtifaqî û alîgiriya serdestan ya wekî karakterê Moho (Umet Ali) pêk tê.
Aliyê din ê giring ê vê belgefîlmê ew e ku ev belgefîlm behsa serencama dîroka nêzîk û polîtîk, şoreş û raperînên Kurdî dike û dîrokê wekî belgeyekê dîtbarî tomar dike. Di berdewamiya vê dîroka şoreş û berxwedanê de bi hezaran çîrokên şexsî hene ku êdî ew bûne xelekek ji çîroka kolektîf ya Kurdan. Lewma, nediyarî û peydanebûna gora Selman Zawîteyî, nîşaneya wê dîrokê ye ku Kurdistan wekî goristana qurbaniyên bêgor hatiye temsîlkirin.
Namek Bo Baboy: Kurdistan wekî goristana qurbaniyên bêgor
Namek Bo Baboy (A Letter to My Dad), mîna fîlmên pêştir ên derhênerî yên wekî Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê û Karwanekê Bêdeng reng û şopên otobiyografîk dihewîne ku fîlm li ser çîroka malbata derhênerî bi xwe hatiye raçandin.
Namek Bo Baboy, behsa çîroka takekesî ya derhênerê fîlmê ya Îbrahîm Selman bi xwe dike. Îbrahim Selman ji Amsterdam, ji Hollandeyê vedigere Kurdistanê ku bi hêviya gora babê xwe yê wenda peyda bike û di heman demê de nameyeke evînî ji bo babê xwe dixwîne di sertaserê belgefîlmê de. Îbrahîm piştî wefata babê xwe behsa guherînên li gundê xwe û li Kurdistanê dike ka halê gundê wan ê lê jidayîkbûyî û rewşa niha ya bêdesthelat ya Kudistanê çawa ye.
Belgefîlma Namek Bo Baboy du xalên serekî yên giring hene ku yek ji bo çîroka şexsî ya derhênerê filmê ye û ya din jî ji bo dîroka nêzîka ya Kurdî ye. Wekî şêwaz û temayên zorrîneya belgefîlmên Kurdî, Nameyek bo Baboy jî peywendiyeke rasterast li gel dîroka nêzîk a Kurdî durist dike ku ev yek zêdetir dîroka têkoşîn û şoreşa Kurdan ya van 50-60 salên dawî ye. Ev belgefîlm bersiveke şexsî ye ji bo derhêner Îbrahîm Selman ku ew di destpêka fîlmê de şîret û nesîheteke babê xwe neqil dike da ku ew dîroka Kurdan binivîse û xizmetê ji bo milletê xwe bike. Lewma, aliyê şexsî yê vê belgefîlmê dikeve li dû pirsyara babê derhêner Selmanî ka te ji bo dîroka milletê xwe çi kiriye? Lewma pişkeka mezin ya belgefîlmê li ser karûbarên hunerî yên derhênerî hûr dibe û nîşan dide ka wî ji bo milletê xwe li Ewrûpayê çi kiriye. Lewma ev belgefîlm dikare bibe bîrdanka siyasî û têkoşîna Kurdan li Kurdistanê. Aliyê din ê giring ê vê belgefîlmê ew e ku ev belgefîlm behsa serencama dîroka nêzîk û polîtîk, şoreş û raperînên Kurdî dike û dîrokê wekî belgeyekê dîtbarî tomar dike. Di berdewamiya vê dîroka şoreş û berxwedanê de bi hezaran çîrokên şexsî hene ku êdî ew bûne xelekek ji çîroka kolektîf ya Kurdan. Lewma, nediyarî û peydanebûna gora Selman Zawîteyî, nîşaneya wê dîrokê ye ku Kurdistan wekî goristana qurbaniyên bêgor hatiye temsîlkirin.
Wekî encam, Îbrahîm Selman, yek ji wan derhênerê ewil ê salên 1990î ye ku dest bi çêkirina fîlmên Kurdî kiriye. Hem bi şîret û wesîyeta babetê xwe hem bi wesîleya pêkhatin, kamilbûn û komfor/rehetiya vegêrana çîrokan bi rêya fîlman, ew dest bi çêkirina fîlman dike. Selman bi her sê fîlmên xwe yên wekî Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî, Karwanekê Bêdeng û Namek Bo Baboy endîşeyeke netewî û millî xwestiye hunera wî ji bo hişyarbûna milletê Kurd xizmetê bike. Lewma di fîlma wî ya ewil Sê Rûyên Zelamekî Çiyayî de wê xemê dixwe ku alem û cîhanê bi enfalkirina Kurdan hişyar bibe. Di fîlma xwe Karwanekê Bêdeng de ew birakujiya di nav Kurdan û bêtifaqiya wan rexne dike. Di Namek Bo Baboy de jî behsa serencama hunera xwe ya 40 salan û rewşa Kurdistanê ya niha dagirkirî dike. Selman, bi van fîlmên xwe yên berbehs tevî ku li mişextiyê, li Ewrûpayê bûye, di navbera welatê xwe û mişextiya xwe de xwestiye dîroka Kurdan tomar bike. Her ji ber vê motîvasyona wî di fîlmên wî de gelek zanyarî û malûmat hene derbarê dîroka Kurdan a nêzîk de.
[1]