Du Qonaxên Muzîka Polîtîk a Kurdî
Darîn Doskî
Gelo em dikarin Hunergeha Welat wekî berdewama #Koma Berxwedan# pênase bikin ku di van salên dawî de wekî stêrkekê dibiriqe. Hunergeha Welat çima ewqas qîmet dît û çima ewqas derkete pêş û berbelav bû?
Hereketa Siyasî ya Kurdî, di salên 1970 û 1980’yî de li Tirkiye, Kurdistan û Ewrûpayê hêdî hêdî xwe bi rêk dixist. Di van salan de îmkan û amûrên Hereketa Siyasî ya Kurdî pir sînordar bûn ku xwe pê îfade bike û xwe bigehîne cemawer û girseya xwe. Televîzyon, radyo û rojnameyên Hereketa Kurdî tunebûn. Ji ber hindê, wekî amûreke propagandayê muzîk bûbû yek ji rê û rêbazên herî giring û tesîrdar. Hereketa Kurdî bi wesîleya muzîkê peyam û mesajên xwe rasterast digihandine girseyên xwe û rê li ber geşbûna hestên netewî xweş dikir. Ji salên 1980’yî ve, yek ji temsîlkarên herî giring bêguman Koma Berxwedan e. Bi stran û sirûdên xwe yên hêj jî popûler Koma Berxwedan xwe digihande wan cih û warên ku têkoşîna Hereketa Kurdî nedikarî xwe bigehînê yan jî li wan deran kêm dima. Hereketa Kurdî di heman demê de bi pêşengiya Koma Berxwedanê bizav û hereketeke hunerî jî da destpêkirin û bi vî awayî xwe gihande hemî quncikên Kurdistanê. Bi gotineke din, Koma Berxwedanê mizgîniya serdemeke nû dida ku Hereketa Kurdî hişyar dibe û bîr û hişmendiya netewî ya Kurdan hêdî hêdî di nav girseyan de belav dibe.
Çawa ku Hereketa Kurdî ku îdeolojiyeke nû û gotareke nû ya siyasî peşve dibir, ev yek ji bo Koma Berxwedanê jî di maneya muzîkal de teqabilî pêşvebirina şêwaz û zimanekî nû yê muzîkal dikir. Ji ber vê yekê zimanê muzîkal ê Koma Berxwedanê bi awayekî bivênevê xwe adapteyî vê îdeolojî û gotarê dikir.
Mecbûrî afirandinê bûn
Ji dawiya salên 1980’yî heta serê salên 2000’î li bajarên Kurdan şer û pevçûneke tund hebû û gundên Kurdan dihatin şewitandin û valakirin. Qismeke zêde ya nifûsa Kurdan ber bi metropolên Tirkiyeyê ve yan jî di serî de Ewrûpa, ber bi welatên dî ve dihatine koçberkirin. Koma Berxwedan ji aliyê wan penaberan û koçberan ve hate avakirin ku avakarên komê mîrasa xwe ya kulturî, serpêhatîyên xwe yên şexsî û li gel tesîra Hereketa Kurdî veguherandine praktîka hunerî.
Ev praktîka hunerî ya ku Şivan Perwer salên 1970 û 1980’yî bi awayekî şexsî û serketî kirî, Koma Berxwedanê hewl da bi awayekî kollektîf bike. Armanc û motîvasyona Koma Berxwedanê ew bû ku hereketeke nû ya siyasî derêxe pêş û hestên netewî yên Kurdî xurt û geş bike. Ji vî aliyê xwe ve, ji gelek komên wekî xwe cûdatir, xwe da ber barekî giran. Koma Berxwedan bi vê mîsyon û barê xwe yê giran di demeke gelekî kurt de meşhûr bû û bi demê re hunermendên berketî û behremend afirandin. Her wiha gelek stran û sirûdên şahkar li kelepora muzîka Kurdî zêde kirin.
Şert û mercên giran ên salên 1980 û 1990’î yên ewil hemî muzîkjen mecbûrî afirandineke gelekî çalak dikir. Muzîkjenan xwe deyndarê gelê xwe û deyndarê têkoşîna netewî dizanîn û berhemên hunerî diafirandin û hewl didan piştevaniya Hereketa Kurdî bikin. Bi qasî îcrakirina muzîkê, piştevaniya Hereketa Kurdî jî giring bû û wan ev yek bi awayekî xwebexşane kirin. Van muzîkjen û hunermendan têra xwe berhem afirandin û çalak bûn. Esas, ji ber şert û mercên serdema xwe mecbûrî afirandinê bûn. Bi van kar û xebat û berhemên xwe tesîreke zêde li Kurdan kirin. Ji aliyê din ve ji ber ku şêwaz û dîskûrsa di muzîka wan da ji şer û pevçûnên salên 1980 û 1990’yî muteesîr bûye, zêdetir şêwaz û zimanekî propagandatîf hate bipêşvebirin.
Her album bi sedhezaran hat firotin
Di vê qonaxê de Koma Berxwedan li ser civaka Kurdan û guhdarên xwe fonksiyona katalîzorê pêk aniye yan ne, ku ev babeta minaqeşe û lêkolîneke din e, ji ber tesîra xebatên muzîkal (kaset û CD) yên endamên komê jî bêguman gihiştiye serketineke girseyî û cemawerî. Kasetên stranbêjên wekî Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Xelîl Xemgîn, Diyar, Seyîdxan, Beser Şahîn, Hozan Serhat, Şemdîn, Zozan, Kawa û Hekîm Sefkan bi sed hezaran dihatin firohtin û ev kes hunermendên herî afirîner ên dema xwe bûn. Bi gotineke din Koma Berxwedan koroyeke mezin bû ku ji şexsiyetên meşhûr pêk dihat û her yek ji wan di dewra xwe de girseyeke guhdarên xwe hebûn. Hetta xebatên albûmên şexsî yên hindek endamên komê ji Koma Berxwedan navdartir dibûn û zêdetir dihatine nasîn. Çunkî ber bi dawiya salên 1990’î ve û di destpêka salên 2000’î de komên muzîkê yên li seranserê cîhanê û pêkhateyên koral hêdî hêdî belav dibûn û xebatên şexsî yên muzîkê bêhtir derdiketin pêş. Ji ber vê yekê muzîka popûler a Kurdî, ji ber şert û mercên sosyo-polîtîk yên serdemê mecbûr dibû xwe adapteyî bazara muzîkê a cîhanê bike.
Di serê salên 2000’î de li gel xurtbûna Hereketa Kurdî, geşedanên teknolojîk û berbelavbûna înternetê ew şêwaza dîdaktîk a muzîkê hêdî hêdî kevn bû û êdî guhdarên xwe ji dest dan û kiryarên nû peyda nekirin. Her wiha mirov dikare bibêje ku civaka Kurdan ji vê şêweza muzîkê jî ter bûbû. Tercîh û daxwazên wan girseyên ku bi stran û sirûdeke Koma Berxwedanê diketine nav coş û heyecanekê, hêdî hêdî guherîn û meyl û meraqa wan girseyan ji bo şêweyên cûda yên muzîkê û dîskûrên sosyo-polîtîk ên serdema nû çêbû. Lewma di encama vê qonaxê de, tesîra muzîk û xebatên Koma Berxwedanê jî hêdî hêdî kêm bû. Esas, çawa ku şert û mercên polîtîk ên salen 1970 û 1980’yî Koma Berxwedan û muzîka wê afirand, bi heman awayî şert û mercên serdema nû jî ew himbêz nekirin û tesîra wan hêdî hêdî kêm kir.
Baş e, gelo em dikarin Hunergeha Welat wekî berdewama Koma Berxwedan pênase bikin ku di van salên dawî de wekî stêrkekê dibiriqe. Hunergeha Welat çima ewqas qîmet dît û çima ewqas derkete pêş û berbelav bû? Esas, guhdarên Koma Berxwedan û yên muzîka dîdaktîk û gelperwer a navend-ewrûpî ji vê şêwe muzîkê têr bûbûn. Lewma di afirandina muzîka polîtîk a Kurdî de lawaz bûbû û hejmara stran û berhemên ku çoş û peroşê bide girseyên mezin kêm bûn. Bi demê re di muzîka Kurdî de bêdengî û valahiyek pêk hat. Wekî her geşedanên civakî -ku huner, muzîk û edebiyata xwe diafirîne-, her guherîna civakî û siyasî ya hereketekê jî rê li ber guherîna muzîk û afirandinên kulturî vedike. Yanî geşedan û guherînên bizav û hereketên civakî û siyasî rasterast tesîrê li ser afirandinên kulturî jî dike. Liv û dînamîzma salên 1990’î çawa tesîr li ser muzîkê kiribe, bêdengiya îzafî ya salên 2000’î jî bi heman awayî tesîr li ser afirandina muzîkal kir.
Pira di navbera Koma Berxwedan û Hunergeha Welat de
Di van deh salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê geşedan û pêşveçûnên gelekî mezin pêk hatin ku temamê cîhanê şahidiya wan kir. Guherînên girseyî pêk hatin û di gelek waran da berxwedan çêbûn.
Tevahiya vê liv û dînamîzmê atmosfera xwe ya çandî û bi taybet muzîka xwe afirand. Ev deh sal e em şahidiya afirandina muzîkekê dikin ku ev muzîk li ruhê serdema me tê. Her wiha muzîka Hunergeha Welat bi şêwazeke nûxwaz tê afirandin ku -di serî de ciwan- xîtabî girseyên roja îro dike. Lê belê ev afirandina çandî dîsa jî ava xwe ji kaniya têkoşana siyasî, yanî ji Şoreşa Rojava vedixwe û vê afirandinê bi giştî çoş û tesîreke mezin li ser milletê Kurd kir.
Ji aliyê din ve, hêjayî gotinê ye ku Hunergeha Welat li hember rewşên neyînî û zor û zehmetiyên li pêşiya Hereketa Kurdî karî mij û morana bêhêvîtî û reşbîniya Kurdan belav bike. Haya Hunergeha Welat û endamên wê ji vê tabloya reşbîn hebû û li gorî pêdivîyên Kurdan ev xebat û berhemên hunerî afirandin. Yek ji endamên Hunergeha Welat Delîl Mîrsaz di hevpeyvîna xwe ya ANHA’yê de dibêje:“Rojava, parçeyekî piçûk ê Kurdistanê ye, lê belê nisbet bi parçeyên din ji aliyê hunera şoreşger ve gelekî li pêşiya parçeyên din e. Ji salên 1980’yî heta roja îro bi sedan stranên şoreşê hatine çêkirin. Niha jî bi dengê hunermendên Kurd ên Rojavayî em hewl didin ji nû ve pêşkêş bikin û li gorî rewşa xelkê herêmê em stranên nû tomar dikin.”
Hunergeha Welat ne tenê muzîka Kurdî, her wiha muzîka Ereb, Asûrî, Tirkmen û Çerkesên li Rojava jî tomar dike û bi bingeheke profesyonel a muzîkal van klîp û berhemên xwe pêşkêşî xizmeta xelkê dikin.
Xulase, haya Hunergeha Welat ji wê tesîr û karîgeriya Koma Berxwedanê ya berî bi salan hebû. Hunergeha Welat gehişte wê lûtkeya bilind ku îro bi rê û rêbazên nûxwaz, hevdem û afirînertir serkêşiya muzîka Kurdî ya popûler û polîtîk dike. Koma Berxwedan berî bi salan bi rêya kaset û CD’yan peyama xwe gihandibû guhdarên xwe. Îro jî Hunergeha Welat bi dîmen û dîtbariyeke serketî, bi têkeliya kostûm û dansên edetî û hevdem bi rêya klîpên sînematîk peyama xwe digehîne guhdarên xwe.[1]