Newa û Nefesa Şoreşekê: Koma Berxwedan
PolitikART
#Koma Berxwedan# ji bo muzîka Kurdî di nav çarçoveyeke dîrokî de teqabulî serdemekê dike. Serdemeke ku ji bo milletê Kurd têra xwe dijwar e. Lê ew di vê qonaxê de, di vê serdemê de asê nema û hêza xwe ya ragihandinî ew qas xurt emilandiye ku ji her deriz diçizire û tesîrê li me dike.
Muzîk, di têkoşînên milletan a ji bo azadî û rizgariyê de her tim bûye mezintirîn amûrê motîvasyonê. Lê belê dîtina muzîkê bes wekî amûrê motîvasyonê mezintirîn xefka giştî ye. Wekî hunerên din hemûyan, muzîk jî yek ji karîgertirîn amûrên polîtîk yên wan millet û civakan e ku li felata xwe digerin. Bindest, bi rêya muzîkê li aliyekî daxwazên xwe yên civakî, arezû û dîroka xwe vediguhezînin nifşên nû, li alîyê din jî karakter û taybetmendiyên bingehîn ên têkoşînê diyar dikin. Koma Berxwedanê jî di têkoşîna rizgariyê ya milletê Kurd de xwe da ber mîsyoneke wiha. Dema mirov behsa muzîka şoreşgerî û propagandayî bike, li ser navê muzîka Kurdî, bêguman serê pêşî, Koma Berxwedan tê. Helbet wê hunera xwe li gor rêûresmên muzîka Kurdî îcra kir, parast û bi pêş ve bir. Her çiqas di van salên dawî de sewta wan neyê bihîstin jî berhemên komê li dû xwe hiştî, hîna jî hestên şoreşgerî yên pirraniya civakê têr dikin. Koma Berxwedan ji bo muzîka Kurdî di nav çarçoveyeke dîrokî de teqabulî serdemekê dike. Serdemeke ku ji bo milletê Kurd têra xwe dijwar e. Lê ew di vê qonaxê de, di vê serdemê de asê nema û hêza xwe ya ragihandinî ew qas xurt emiland ku ji her derizînê diçizire û tesîrê li me dike. Ango hêj jî dema ruhê me ditengije em berê xwe didin Koma Berxwedanê. Ew hîna jî xwediyê vê valahiyê ye. Em, ew ciwanên ku ‘emrê me bi qasî emrê Koma Berxwedanê ye, me hewl da careke din vê serdemê bi bîra civakê bixin da ku Koma Berxwedan jî em jî ‘emirdirêjtir bin di vê têkoşînê de.[1]