Dengbêjiya #Şakiro# : Sê Qonax û Sê Hoste
Ömer Güneş & Îbrahim Şahin
Şakiro ligel şert û mercên dema xwe, feyza xwe ji dengbêjên berî xwe digire. Bo dengbêjiya Şakiro sê qonaxên girîng hene ku dengbêjiya wî ji sînoran derbas dike îro. Ev her sê qonax jî bi sê dengbêjên gewre tên binavkirin: Bedîhê Çavşûşe, Mihemedê Xilxile û Reso.
Dengbêj Şakiro, wekî piraniya dengbêj û hunermendên Kurd, tevahiya emrê wî jî bi trajediyên Kurdan derbas bûye. Nexasim vê yekê bandoreke diyar û xurt li ser jiyan û dengbêjiya wî jî kir. Ev mîrateyek bû ku ji dengbêjên berî xwe standî û neqlî nifşên li dû xwe kirî.
Dema ku Dengbêj Şakiro tê dinê, salek ji ser Tevkujiya Geliyê Zîlan û têkçûna Serhildana Agiriyê re derbas bûye. Li ser erdnîgariya Kurdan dagirkirinek leşkerî pêk hatiye û hê jî didome. Li hember Komara Tirkiyeyê di bin pêşengiya Seyîdxan û Elîcan de berxwedanek nû lê wek berdewama Agirî didomiya. Hêviya Kurdan tenê li ser vê berxwedana Seyîdan û Berazan mabû. Hemî mafên Kurd û Kurdistanê ji destên wan hatibûn hildan, li ser serê gel desthilatdariyeke hişk û otorîter şûrê xwe qehîm dikir. Ji destpêka Serhildana Koçgîrî, serhildanên berdewam Azadî, Agirî heta Terteleya Dêrsimê forma civaka Kurd ya eşîrî jî qels dibû û di demeke kin de ji holê rabû. Civaka Kurd ji hêza xwe ketibû û her ku diçû qelstir dibû.
Di wê heyamê de trajediyên Kurdan, ku ji hêla dewletê ve hatine kirin, bi awayên vegotinan, çîrokan, şînan, kilamên dengbêjan li seranserê Kurdistanê belav bûne. Li hêlekê serhildan û berxwedanên Kurdan û di encama van de jî kuştin, sirgûnkirin, hepiskirina giregir û pêşengên Kurdan qewimîne, li hêla din jî bi hostetiyeke wêjekarî, civaknasî û dîrokzanî ev qewam bi awazên dengbêjan li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê di şêweya lehengî, şînî û trajediyên hevpar ên neteweyekê de hatine strandin û belav bûne. Tevahiya dengbêjên şair li ser lehengî, şîn û trajediyên hevpar di avakirina hiş û bîreke civakî de roleke mezin wergirtine. Dengbêj Şakiro yek ji van dengbêjan e. Meriv dikare dengbêjiya Şakiro di sê qonaxan de binirxîne.
Şakiro ligel şert û mercên dema xwe, feyza xwe ji dengbêjên berî xwe digire. Bo dengbêjiya Şakiro sê qonaxên girîng hene ku dengbêjiya wî ji sînoran derbas dike îro. Ev her sê qonax jî bi sê dengbêjên gewre tên binavkirin: Bedîhê Çavşûşe, Mihemedê Xilxile û Reso.
Qonaxa yekem: gundê Cemalvêrdî û şagirtiya Bedîhê Çavşûşe
Dengbêj Şakiro di heyam û rewşa civakî ya bi vî awayî de zarokatiya xwe li gundê Cemalvêrdî, ku li ser navçeya Dutaxê ye, derbas dike. Cemalvêrdî di hêla dengbêjiyê de gelek tê naskirin lewra dengbêjê binavûdeng Evdalê Zeynikê ji vî gundî ye. Ev gund li palgeha Çiyayê Qertewînê ye û hemî asogeha gaz û bêlanê Serhedê ji vir xuya ye. Piştî Evdalê Zeynikê di Cemalvêrdî de dengbêjek din navdar dibe: Bedîhê Çavşûşe. Bedihê Çavşûşe li ser tradîsyona Evdalê Zeynikê dengbêjiya xwe didomîne.
Dema Dengbêj Şakiro 7-8 salî, hema bêje her êvar li Cemalvêrdî dîwana dengbêjan tê lidarxistin. Şakiro jî her êvar diçe dîwanê û ji Bedîhê Çavşûşe û dengbêjên din ên mêhvan kilamên dengbêjiyê fêr dibe, ruh û zimanê xwe bi edebiyata dengbêjiyê dadigire û dixemilîne.
Di nava rojê de jî Şakiro wextê xwe bi piranî li cem Bedîhê Çavşûşe derbas dike, çi di tûrê dengbêjiya wî de hebe jê werdigire. Di dîwana dengbêjiyê de di bin çavdêriya Bedîhê Çavşûşe de di temenê zarokatiyê de carinan pê kilam didan gotin.
Qonaxa duyem: Şagirtiya Mihemedê Xilxile û serdana dengbêjên dema xwe
Dengbêj Şakiro dema dibe 18-19 salî bavê wî mala xwe bar dike, diçe Qereyaziyê. Şakiro jî dest bi serdana dengbêjên navdar ên Serhedê dike. Ji ber ku derfet çêdibe, Şakiro bi qasî sal an salek û nîv bi têkûzî her hefte diçe ba Mihemedê Xilxile û jê hin kilamên sereke, yên bi navên Osman Nûrî Paşa, Dewrêşê Evdî, fêr dibe. Dibe şagirtekî esasî yê Mihemedê Xilxile. Bi nasîn û şagirtiya Mihemedê Xilxile re Şakiro gerdûn û xizîneya dengbêjên mezin keşif dike û biryar dide ku ji bo dengbêjiya xwe biperisîne serdana dengbêjên navdar dike. Li gor saloxdayînên teqez Şakiro van dengbêjên navdar ên wê demê ziyaret dike: Ferzê, Sidîqê Resûla, Reso, Filîtê Axtepe, Feqiyê Qisqapanê, Evselamê Koşkê, Siloyê Gulê, Hecî Sîno. Dema me malbatên van dengbêjan ziyaret kirin (2017-2018), hemiyan pesend dikirin ku Şakiro bi dehan caran serdana dengbêjê mala wan kiriye. Van dengbêjên navborî ku her yek xwedî terzeke xweser e, li ser Şakiro bandorek mezin hîştine. Dîsa ji ber ku ev dengbêjên navborî di Yekemîn Şerê Cîhanê de ji Serhedê koçber bûne û çûne bajarên wekî Êlih, Amed, Mêrdîn û Ruhayê, bûne şarezayên dengbêjiya wan herêm û bajaran jî. Weke mînak em bidin, Siloyê Gulê ku nêzîkê deh salan li herêma Ruhayê maye û dûv re vegeriyaye Serhedê, di terza wî de şaxa dengbêjiya deşta Heranê gelek xuya ye.
Lê belê di zarokatî û nûcîwaniya Şakiro de, li Serhedê piştî Evdalê Zeynikê, Dengbêj Ferzê bi şairtî û afirîneriya xwe ya meqaman û Mistefayê Xelê Heyran jî bi şairtiya xwe û afirandina kilamên serhildanî derdikevin pêş. Dengbêj Şakiro jî ji hemî dengbêjan lê bi taybetî ji kilamên her du hosteyan têr û tijî sûd werdigire. Bi dehan carî serdana Feqiyê Qizqapanê (bi gotina malbata Feqî herî kêm bîst car) dike û jê di gel ûsil û esasa dengbêjiyê, qalib û metaforên edebiyata medreseyê jî fêr dibe.
Qonaxa Sêyem: di navbera terza xweser û keşifkirina Reso de
Dengbêj Şakiro di sala 1959 an 1960î de tevî malbata bavê xwe koçî bajarê Edeneyê dike, şeş salan li wir dimîne û di 1966an de vedigere bajarê Mûşê. Wê demê jî êdî Dengbêj Reso li çarnikalê Kurdistanê binavûdeng bûye, bûye hîm û pîvanê dengbêjiyê û di tradîsyona Evdalê Zeynikê û Ferzê de şaxeke nû vekiriye. Şakiro hema piştî vegera ji Edeneyê li kûrahiya dengbêjiya wî diwarqile û ferq dike ku dengbêjiya Reso weke çiyayeke serê wî li ezman e. Êdî ji nêzîk ve Reso dişopîne, bi vegotina Dengbêj Zahiro, du kasetên Reso her tim di bêrîka Şakiro de ne, her êvar berê razanê ku fersend dibîne li wan guhdar dike. Şagirtiya Bedîhê Çavşûşe û Mihemedê Xilxile, sûdwergirtina ji dengbêjên din, şopîneriya tradîsyona Evdalê Zeynikê û Ferzê, Şakiro dikemilîne û di dengbêjiya wî de terzeke xweser dide afirandin. Şakiro ji van salan û pêve li her deverên Bakûr digere, dîwanên dengbêjiyê li dar dixe, bi dengbêjên weke Evdilhadî, Mehmûdê Hesê, Huseyno, Huseynê Farê, Sebrîko re distirê. Şakiro xwediyê terza xwe, xwedî dengeke taybet e êdî. Kasetên 1966an didin nîşan ku bi dengê xwe yê gumreh û taybet, bi honakiya çîrokên kilaman êdî di nav dengbêjan de bêhempa ye. Lê keşifkirina Reso dibe sedem ku Şakiro dengbêjiya xwe bi tevahî di ber çavan re derbas bike. Terza xweser û sûdwergirtina ji Reso bi hev re di nav dengbêjiya wî de diherikin. Heta dawiya temenê wî jî ev rewş didome.
Dengbêj Şakiro bi taybetî li ser cureyên evîniyê gerdûneke têgehên pirbarekirî û teyîsandî pêşkêşê me dike. Di tekstên kilamên Şakiro de qalib û formên vegotina hemû herêmên kurmancîaxêv xuya ne. Kurmanciyeke paqij, fireh, metaforîk, xwezayî û teyîsandî ye. Lêhûrbûneke xurt li ser hunera Şakiro, dê derxîne holê ku xwedî lîteratureke kûr û hûr e.
Encam: Lîteratureke berfireh, psîkanalîzma evînên têrkeser
Venêrîneke bi giştî li ser lîteratura Dengbêj Şakiro dibe sedema gelek analîzan. Nêzîkî sê sed kilamên ku Şakiro strane û hatine tomarkirin hene. Tişta herî zêde bala meriv dikişîne ew e ku Şakiro bi taybetî li ser cureyên evîniyê weke mirovên ku li ser pirsgirêkên di binhişê xwe de belawela û neçareserkirî, bi peyvên bijarte pirbare bike, bi gotin û têgehên cihêrengî vebêje, ew jî gerdûneke têgehên pirbarekirî û teyîsandî pêşkêşê me dike. Ev gerdûneke têgehên pirbarekirî li ser hestên hemû ast û heyamên evîniyê, hestên kertên ku tê de asoya evîndaran diguhere, kertên ku tê de jiyana evîndaran heta hetayê ji realîzekirinê dûr dixe û li ser ewrên xeyalî diteyîsîne, tên berpêşkirin. Geşî, jiyanî û nepeniya evînan û evîndaran bi hev re der dibin an her yek cihokekê de hiherikin. Şakiro li ser her cihoka evîniyê têgeh afirandine û pirbare dike.
Di tekstên kilamên Şakiro de qalib û formên vegotina hemû herêmên kurmacîaxêv xuya ne. Kurmanciyeke paqij, fireh, metaforîk, xwezayî û teyîsandî ye. Ji cureyên folklor û wêjeya devkî qalib û metaforên çandî veguhastine bîra dengbêjiyê û mayînde kirine. Şakiro her ku li ser edebiyata dengbêjiyê ponijiye, ji bîra kurmancîyê bi gotin û têgehan bîra civakî ron kiriye. [1]