Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,156
Wêne
  124,410
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Kurdistan Piştî Referandoma Serxwebûnê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdistan Piştî Referandoma Serxwebûnê
Kurdistan Piştî Referandoma Serxwebûnê
Kurdistan Piştî Referandoma #Serxwebûn# ê
Dawûd Çîçek

Piştî referandoma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku di 25’ê meha Îlonê de bi rê ve çû, Kurd û Kurdistan ketin qonaxeke nû.
Em dikarin bibêjin werçerxaneke nû ye.
Ew hêviyên gelê Kurd ên bi salan, têk çûn.
Di heman demê de, careke din dîroka Kurdan xwe dubare kir, diyar bû ku “îradeya gelan, berxwedan, şoreş, mafê çarenivîsî û mafê mirovan” hemû derew in…û tiştekî wiha tûne, belku ew hemû di destên welatên mezin û xwedî biryar de ne. Ew bixwazin, te dikin wezîr û bixwazin, te dikin rezîl.
Rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ji ya perçeyên din cûdatir e, çunkî li vî welatî mafê gelê Kurd wekû federalî li destûra vî welatî parastiye û mafê gelê Kurd di wê çarçoveyê de tê nasîn. Û ya duyan, her gaveke cuda bê avêtin, divê di rêya Perlemana Herêma Kurdistanê û piştre Perlemana Iraqê de be. Û ya sêyem jî divê nerîna Amerîka, welatên cîran û Civata Navdewletî ber çavan were girtin.
Yekem tişt ew e ku parlemana Kurdistanê ew du sal bûn ku hatibû daxistin û hikûmeta herêmê ji kar ketibû.
Her wiha şêwirnekirina bi perlemana Iraqê re, nerazîbûna welatên cîran (Tirkiye –Îran) û ya herî zêde jî xwestekên Amerîka û Birîtanya da ku referandom bo demeke din were taloqkirin, lê serkirdatiya Herêma Kurdistanê îsrar li ser encamdana referandomê kir û got “Em hesabê ji tu kesî re nakin û biryar biryara gelê Kurd e” û xwest piştî referandomê bi xurtî biçe ser maseya guftûgoyê li gel hikûmeta Iraqê.
Ya duyem, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di nava nakokiyên dijwar de jiyan dikir, bi taybet pirsa posta Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî ku dema wê postê bi dawî hatibû. Ya din jî daxistina perlemanê û pirsgirêkên aborî li herêmê, ku fermanberên wê ev nêzîkî 2 salan e tenê ribek ji muçeyê xwe werdigrin. Pirsgirêka gendeliyê jî, dam û dezgehên herêmê pûç kirine û xelk ji rewşa herêmê neraziye, lê dîsa sererayî wê yekê 93% ji xelkê, ji serbixwebûnê re, gotin erê.
A sêyan, kesî çaverê nedikir ku artêşa Iraqê bi tank û topên Amerîkî û li ber çavên hêzên Hevpeymana Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, roja 16’ê Cotmehê wisa êrîşî Kerkûk û navçeyên din ên nakokdar bike. Lê berevajî wê; Amerîka got em li gel yekbûna axa Iraqê ne. Her wisa hemiyan got ku ji beriya aniha me Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê agahdar kiriye ku referandomê nekin û me gerantiyên mezin bo bidestxistina mafên gelê Kurd jî dane wan. Û ev yek, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî piştrast kir û got”Mixabin Kurdan guhdarî me nekir “( Wekî bibêje:hûn li me guhdarî nekin evê halê we be).
Ya çaran, hikûmeta Iraqê dibêje ku ez destûra hevbeş a Kurd şirîkê wê ne, cî bi cî dikim. Û li gor destûrê divê dosyayên serwerî (Petrol, derwazeyên sînorî û balafirxaneyên herêmê) û hemû dahtên herêmê radestî Bexdadê bibin, wê çaxê dê Bexdad budceya 17% bide Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Iraqê dibêje ku Herêma Kurdistanê destûr binpê kiriye û zêdegavî kirine… bi vî rengî hikûmeta Iraqê tola xwe dike û ew tiştên ku heta niha nedikarî bikirana, bi hinceta dewletbûn û serxwebûnê dixwaze wan destkeftên heyî jî ji Kurdan bigire.
Sedema sereke ku hêla hikûmeta Ebadî cesaret bike ku êrîşî yekrêziya Kurdan bike, pertûbelaviya wan e, ku êdî xelkê herêmê ji ber hejarî, bêmûçeyî û kêmxizmetî dinaliya. Ji ber wê jî gelê Kurd serkirde û aliyên siyasî ceza kir, deng dernexist, pişta wan negirt û bêdeng ma.
Piştî bûyînên vê dawiyê yên li Başûrê Kurdistanê, em dibînin ku rêjîma Sûrî û hevpeymanên wê, zimanê wan dirêj bûye û behsa wan destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin, ku bi xwîna hezaran ji şervanên Kurd hatine bidestxistin û dibêjin ew ê Kerkûkê li Qamişlo dubare bikin.
Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, ji Herêma Kurdistanê û Iraqê cudatir e. Li Iraqê sîstemeke federalî heye ku bi rizamendiya Herêmê û Iraqê hatiye avakirin. Li Sûryayê tiştekî Kurdan di destûra wî welatî de tune ye.
Kurd taze li Rojava daxwaza federaliyê dikin.
Divê Kurd li gel Rûsya û Amerîkayê di danûstandinan de bin, ji gotina wan dernekevin û bikarin bi diyalog û goftûgoyê pirsa Kurd çareser bikin.
Her wisa divê baş bizaninku navenda çareserkirina pirsgirêkê jî, Dîmeşq e, ne Tehran û ne jî Enqerê ye.
Hêvî dikim hemî partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê rûdanên Başûrê Kurdistanê baş bixwînin, da ku waneyke baş jê derxînin û xizmeta gelê xwe bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 540 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-11-2024
Gotarên Girêdayî: 13
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-12-2017 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 540 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!