NIVÎSEKE DER-FERMÎ
Şêrwan Yûsiv
“Li vî welatî, şehîdên sêwî hene, malbatên ku ji bilî roja şehadeta kur an jî keça xwe, kesek li dora xwe nedîtine, hene”
Li vî welatî hinek kes hene, ne malbateke wan heye, ne parêzerekî wan heye, ne partiyeke wan heye, ne dostekî wan di rêveberiyê de heye û ne jî wezîrekî wan heye. Ne xalekî wan heye, ne textorekî wan heye û ne jî dikarin herin nexweşxaneyekê.
Li vî welatî pênûs û qunciknivîsên ku di rojnameyên fermî de nayên weşandin hene. Kamereyên ku bi pey serok, sekreter… nakevin, hene.
Di fermiyeta vî welatî de, welatekî nefermî heye. Di fermiyeta vê şoreşê de şoreşeke nefermî heye.
Li vî welatî cografyayeke bêrsînor heye, dadmendiyeke li derveyî avahiyên dadger û qanûnên fermî heye, dadger û dadmendên nefermî hene. Aqilmendên nefermî hene. Di fermiyeta vî welatî de nefermiyeteke avaker heye.
Li vî welatî mamosteyên ku li şagirtan digerin û ji şagirtên xwe fêr dibin hene. Mamosteyên ku bêrîka wan vik î vala hene. Li vî welatî mamosteyên ku bêrîka wan bi şekiran dagirtî û li zarokên gund û taxan belav dikin hene.
Hinek kes li vî welatî hene bi şev û roj dixebitin, ne pereyekî ku wan zengîn bike qezenc dikin, ne spasiyeke ku dilê wan şa bike dibihîsin, ji bilî bayê vî welatê azad tiştekî nastînin!
Li vî welatî hinek kes hene ku , ne telefizyon hene wan vedixwînin ser ekranên xwe, ne jî siyasetmedar wan vedixwînin ser mase û diyalogên xwe.
Hinek nivîskar û rewşenbîr hene, ne Desteya Çandê xwedî li wan derdikeve, ne jî wan vedixwîne şevbuhêrk û pêşangehên xwe.
Li vî welatî kesên bi saet û deqeyan kar dikin hene, lê ne karmendên rêveberiyê û ne jî girêdayî saziyeke fermî yan jî serbixwe ne. Ji bîr dikin ku xwarinê bixwin û ji bîr dikin serşûştin û rihetî çi ye.
Rihetiya wan kar û xebat e. Serê wan bi xwe ye, lê şev û roja wan ji bo civakê ye.
Li vî welatî birînên ku nayên dermankirin, êşên ku nayên sekinandin, çavên ku ranazin, mejiyên ku diwestin, rêveberên ku ne li ser kursiyan û ne jî li pişt maseyan rûdinin, hene. Rêveberên ku rûnanin û pêşengtiyê dikin hene.
Li vî welatî kesên ku dikin û naxwin hene, kesên ku dikin û napirsin hene, kesên ku bi bersivên ji rêzê razî nabin û dipirsin hene.
Li vî welatî, şehîdên sêwî hene, malbatên ku ji bilî roja şehadeta kur an jî keça xwe, kesek li dora xwe nedîtine hene.
Şehîdên ku kesek naçe ser gora wan û şekirê cejnê li ser axa wan nahelîne û mûmekê di şeva cejnê de vênaxîne, hene.
Li vî welatî dengên ku nayên bihîstin hene, hunerên ku nayên dîtin hene, komînên li derveyî fermiyetê hene, dîroka ku li derveyî torên civakî û dezgehên ragihandinê tê nivîsandin, heye.
Li vî welatî kesên ne “Apocî” hene, ne wêneyê Ocalan li belkonên xwe xistine ku bala kolanê bikişînin ser xwe û ne jî li hundur malên xwe xistine, hene. Hinek kes hene Ocalan rojane dixwînin û pêk tînin.
Li vî welatî kesên ku ruhê şehîdên Kobanê yên bênav hilgirtine hene.
Li vî welatî niştimanperwer û fedekar hene![1]