REWŞA BAŞÛR
Dildar Şeko
Bûyerên ku di van rojên bûrî de li #Başûrê Kurdistanê# rûdan, Neteweya Kurd ji kevçîka dil de birîndar kir.
Hêvî û bendewariya sedsalan derizand. Her wisa dost û alîgirên gelê Kurd jî şaş û matmayî hiştin.
Gelo rûdana ku bû sedema têkçûna danhev û amadekariyên 28 salan çi bû?
Ji bo têgehiştina vê têkçûnê heger em hinekî rabûriya xwe ya nêzîk di çav re derbas bikin, dibe ku em bikarin vê derencama nerênî şîrove bikin.
Helbet sedem gelek in!.
Lê du sedem hene ku di têkçûna berxwedana neteweya me de berdewam roleke sereke û karîger lîstine:
1-Nebûna hevahengiya siyasî
2-Hebûna berjewendiya taybet
Ev her du sedemên bêyom di jiyana neteweya Kurd a 212 salan de berdewam hatine dîtin, û berdewam bûne sedemê têkçûn û wêrankariya civaka me.
Şoreşa Êlûnê, ya ku di sala 1961’ê de li hemberî Iraqeke lawaz bi xurtî dest pê kir, heta bi Adara 1975’ê, ango 14 salan domand. Ev şoreş xwedî hêzeke leşkerî û xwedî piştgiriya cemawerekî berfireh bû.
Ji her deverên Kurdistanê, hemî şêweyên alîkariyê ji bo vê şoreşê dihate kirin.
Di sala 1966’an de, ji bo parastin û pêşdebirina berjewendiya giştî li şûna ku hevahengî bihête afirandin, kar û xebat bihête dabeşkirin, di navbera du aliyan de li ser bingeha berjewendiya taybet şoreş bi xwe hat dabeşkirin.
Di encama vê dabeşkirinê de, şerê li dijî mêtingeran veguherî şerê navxweyî û di roja 6-3-1975 de, piştî hevdîtina her du dewletên mêtinger (Iraq-Îran) li Cezayirê, her di vê rojê de şoreşa 14salî ya li ser şeng û benga xwe ji nişka de radiweste û wek noka ku li kevir bikeve ji hev belawela dibe.
Helbet egerên vê têkçûnê gelek bûn, lê egerê bingehîn ê têkçûna vê şoreşê, nebûna hevsengî û hevahengiya di nav mala Kurd bi xwe de bû. Û helbet, nebûna ramana berjewendiya giştî û hebûna berjewendiya teybet bû.
Piştî têkçûna şoreşa Êlûnê bi salekê, di sala 1976’ê de, li Başûr, ji du aliyan ve, dîsa bi serperiştiya YNK û PDK (Qiyada Muweqet), tevgera azadiya Kurdî ser ji nuh de hat destpêkirin. Dîsa, li şûna ku ev her du alî li hev rûnin û di navbera xwe de hevahengiyekê peyda bikin, di sala 1978’an de, li devera Colemergê bi hev ketin û bi dehan kadro-Pêşmerge ji hev kuştin.
Di sala 1979’ê de, bi hatina Komara Îslamî tevliheviyeke mezin li Îranê durist dibe û di berjewendiya bizava kurdî de derfetên taze û berbiçav peyda dibin.
Li Rohilatê Kurdistanê jî, bi serperiştiya Partî Demokratî Kurdistan-Îran, şoreşa gelê kurd dest pê dike û di demeke kurt de vê şoreşê karî gelek deverên rizgarbûyî bi dest bixe.
Dîsa, li şûna ku ev her sê alî (her du PDK û YNK), ji bo nirxandina helûmercên nuh li hev rûnin û bernameyeke hevbeş amade bikin, her du PDK (Iraq û Îran) bi hev dikevin, di encama vî şerê di navbera wan de, bi sedan pêşmerge têne kuştin û deverên rizgarbûyî bi asanî dikevin jêr kontrola Pastarên Xumeynî.
Dîsa di sala 1983’yan de, li deverên Qendîl û Piştaşan, ev her sê alî, dubare bi hev dikevin û dîsa bi sedan pêşmerge ji her sê aliyan têne kuştin. Ev rewşa wan a lihevnekirinê heta bi têkçûna ev delîveya zêrîn jî, ango heta bi sala 1988’ê berdewam kir.
Wekû tê dîtin, egerê têkçûna şoreşa Başûr û Rohilat jî, dîsa nebûna hevsengî û hevahengiya di nav mala Kurd bi xwe de bû û dîsa nebûna ramana berjewendiya giştî bû.
Piştî ev bîranînên diltezîn, vêca em bêne ser derencama vepirsîn (referandûm)a li Başûr.
Wekû dihête zanîn, piştî dagîrkrina Kuweytê ji aliyê arteşa Iraqê ve (1990), li Rohilata Navîn serdemeke nuh dest pê kir. Hêzên navdewletî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Rohilata Navîn, li dijî Iraqê bi tevgereke berfireh rabûn. Di encama şerekî kurt de, desthilatdariya Iraqê neçar dibe û di gel qebûlkirina helûmercên dewletên hevpeyman, ji Kuweytê derdikeve.
Ji bo veger û parastina Kurdên ku di sala 1988’ê de ji ber hêrişên artêşa Iraqê reviyabûn, li jêr kontrola hevpeymanan hêla 36’emîn hate danandin. Her wisa dîsa delîveyeke zêrîn ji bo gelê kurd hildikeve. Ew aliyên siyasî ku di hemî jiyana xwe de şikestin xwaribûn, careke din wekû caran hatin li ser sifra hazir rûniştin û dîsa wekû caran, bêyî ku li xwe vegerin, bêyî ku rabûriya xwe, egerên şikestina xwe binirxînin, her wekû tiştek nebûye dest bi karên xwe kirin.
Hîna birînên gelê kurd xamûj negirtibûn, hîna ji derbederiyê taze vegeriyabûn û hîna di çadiran de bûn, aliyên siyasî yên Başûrî, li şûna ku li hev rûnin û li ser avedankirina welêt gengeşê bikin, plan û projeyan binirxînin, bi dewleta Tirkî re (1992) hêrişî Kurdên Bakur kirin. Di vî şerê kurt û tund û bê wate de ku 36 rojan domand, bi sedan şervan û pêşmerge hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.
Di encama helbijartina 1992’yê de, parlemento hate danandin û ji vê parlementoyê, hikûmetek bi serokwezîrtiya Kosret Resûl derket holê. Ev hikûmet, ji bo çespandina desthilatdariya xwe ya li seranserî herêmê, di serî de xwest gumrikan bixe jêr kontrola xwe. Hinek dergehên ku hebûn desteser kir, tenê gumrika Îbrahîm Xelîl a ku di bin kontrola PDKê de bû, ma. Hikûmeta Kosret, her çende ji PDKê daxwaz kir ku pira Î.Xelîl radestî hukumetê bike, lê PDKê ev yek qebûl nekir.
Di encama bazareke dirêjxayen û ne serkeftî de, li şûna danandina bingeheke aborî ya niştîmanî, avakirina artêşeke yekgirtî ya niştîmanî û danandina projeya dewletbûnê, di payiza 1994’ê de şerê navxweyî dest pê kir. Ev şerê ku bi beşdarbûna hêzên Tirkî, Îran û Iraqê heta bi 1997’an domand, bû sedemê kuştina bi hezaran pêşmerge û kambaxiyeke mezin ya derûnî di nav civaka kurdî de.
Piştî têkçûna desthilatdariya Sedam Hisên (2003), ew derfeta heyî ya di destên kurdan de berfirehtir bû. Her du hikûmetên Silêmanî û Hewlêrê bûne yek, lê ji ber parastina berjewendiyên taybet, nakokiyên navxweyî bêyî çareser bibin, zêdetir û dijwartir bûn. Di hindurê van 12 salên bûrî de, hîç dezgeheke niştîmanî, hîç kar û tevgereke dîplomasiya niştîmanî nehate danandin, nehate damezrandin.
Doza Kurdî wekû doza kesane, wekû karteke bazirganî di berjewendiya aliyên taybetmend de hat bikaranîn. Ev helwesta berpirsên Başûr, ji aliyê dinyayê ve bi nerênî û naciddiyane hat nirxandin.
Lewra, di meseleya vepirsînê de hîç aliyekî nêvdewletî daxuyaniyeke erênî neda. Ji ber ku ji aliyê her kesan ve dihate zanîn ku ev vepirsîn ne ciddî ye û di berjewendiya deverên taybetmend de dihête bikaranîn.
Derencam, hikûmeta herêmê piştî vepirsînê şikestineke mezin xwar. Ev hikûmet êdî nikare û wê nikaribe bi serbilindî digel Bexdê rûne û nakokiyên heyî çareser bike.
Vêca; ji bo berjewendiya giştî, ji bo aştiya navxweyî û ji bo parastina destkeftiyên mayî, ji vê hikûmetê tê xwestin ku bi zûtirîn demê dest ji kar bikêşe û li şûna wê yekser hikûmeteke demî ya ku ji teknokratan pêk hatiye bihête damezrandin.[1]