Xewn Dibe Rastî
Dilovan Çeto
Ji sedên salan ve ye ku biryara Kurdan ne bi destên wan e… welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye parçekirin, her timî kiryarên xerab li ser gelê kurd meşandine; tevlî ku şervanên Kurdan li kêleka şervanên Ereb,Turk û Farisan li hember êrîşên biyanî şer kirine û destê biratî û aştiyê her timî dirêjî hemwelatiyên wan welatan kirine.
Di dîroka kurdan de gelek caran soz û peyman ji aliyê desthilatdarên wan welatan ve bi kurdan re hatine dayîn, lê her û her xiyanet bi serkirdeyên Kurdan re hatiye kirin û li şûn wan soz û peymanan komkujî,enfal û qikirin hatine meşandin.
Ji aliyekî din ve dewletên mezin ên li ser asta cîhanê xwedî hêz û biryar in, her û her berjewendiyên xwe parastine û li hember mafên gelê Kurd piştgiriya zordaran kirine, peymana Saykis – Pîko yek ji wan pîlanan bû, ku di encamê de xaka Kurdistanê bû çar parçe, û dema gelê Kurd li her parçeyekî ji Kurdistanê serê xwe hildida yan jî daxwaza mafê xwe yê mirovî dikir, bersiva wan kuştin, girtin, koçkirin û tawana xiyanetê bû; welatên cîhanê û Netewên Yekbûyî bi behaneya ku ew rewşeke hundirîn e bi wî welatî, li beramberî wan kiryaran bêdeng diman.
Sed sal di ser peymana Saykis – Pîko re qediya, û dê nexşeyeke nû ji Rojhilata Navîn re bête danîn, her wiha di paşeroja vê herêmê de dê zayîna hin welatan bête ragihandin, û li ser xakê îro welatê herî berçav ku serxwebûna wê dê bête ragihandin, Kurdistan e.
Ji ber wilo jî pêwîst e gelê Kurd ji hemû demên dîrokê bêtir amade be ku vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernede,çimkî şert û mercên guncaw û atmosferên navdewletî hemû alîkar in ku serxwebûna Kurdistanê bête ragihandin û ji giringtirîn xalên alîkar bi serxwebûna Kurdistanê re:
1- Sînorên ku di peymana Saykis – Pîko de hatibûne danîn, têne hilweşandin û dîroka desthilatdariya wê bi dawî bû.
2- Welatên xwedî biryar wek Emerîka, Rûsiya, Ferensa û Birîtanya ku ew bûn sedema avanebûna welatekî neteweyî ji gelê Kurd re, dê hewl bidin ku gelê Kurd qerebo bikin, ew jî ji ber ku Kurdistan bi samanên sererd û binerd welatekî zengîn e û dê di paşerojê de bibe bazareke çalak ji aborî û kampaniyên wan re.
3- Xala herî sereke û bihêz ew e ku şervanên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi navê tevaya cîhanê şerê terorê dikin û bi taybetî şerê girûpên radîkal ên mîna DAIŞêû hevalbendên wê… navê Pêşmerge û YPG li tevaya cîhanê hatiye naskirin ku ew sembolên dijayetiya terorê ne, ev yek dê bibe bingeheke sereke ku Kurd bi serbilindî li hember welatên cîhanê û di hemû saziyên Neteweyên Yekbûyî de ala xwe bilind bikin.
4- Ji aliyê rêveberî ve jî gelê Kurd ji tevaya cîhanê re da xuyakirin ku ew miletekî xwedî karîn e, dikare rêveberiya xwe bike û ezmûna herî berçav herêma kurdistanê ye ku di demeke kin de karîbû bighêje asteke bilind ji şaristaniyê û karîbû jiyana hevbeş di nava hemû pêkhatan de bi hesanî bi rêve dibe, di heman demê de jî li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiyeke Xweser tevlî gelek astengiyan hatiye avakirin.
Loma ji tevgera siyasî Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê tê xwestin ku pirsgirêkên hizbayetî paşguh bikin û giringiyê bidin avakirina Kurdistanê… û weke gaveke destpêkî pêwîst e piştgiriya rêferandoma Başûrê Kurdistanê bête kirin,her wiha li Rojavayê kurdistanê jî pêwîst e nakokiyên heyî bi şêweyekî lezgîn bêne çareserkirin û têkiliyên xwe bi dost û cîranan re xurt û çak bikin.
Dem dema yekîtiyê ye, dem dema hevalbendiyê ye.
Dîrok her tiştî tomar dike û li paş xwe nameyzîne.
Pirsa girîng dê bimîne, gelo xwenên sedên salan, qurbaniyên bav û kalan û xwîna hezarên pakrewanan dê karibe bandorê li tevgera siyasî ya Kurdî bike ku vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin?
Her wiha siyasetmedarên Kurd dê di wê astê de bin ku navê xwe bi tîpên zêrîn di nava rûpelên dîrokê de bineqişînin?!!
[1]